Zewaca di temenê biçûk de û medyaya civakî krîzên herî diyar in

Têkildarî rola dayikê û piştgiriya wê ji bo zewaca keça xwe ya biçûk, wê got: "Ramana Cîran bi Rengan ji nêz ve bi hewldanek ji bo çareserkirina bêhevsengiya ku em pê diêşin ve girêdayî ye û yek ji van qeyranên herî diyar zewaca di temenê biçûk de ku li herêmê, bi taybetî li gund û parêzgehên Misrê bi berfirehî belav bûye.”

ASMAA FATIHÎ
Qahîre- Pêşandana şanoya Cîran bi Rengan ku ji aliyê Weqfa Parêzerên Jin ên Misrê ve ji bo Mafên Jinan hat lidarxistin, du mijarên girîng nîqaş kir, ew jî zewaca keçên di temenê biçûk de ye ku di civaka Misrê de diyardeyek e, ji derveyî bandora medyaya civakî li ser malbatê. 
Zewaca di temenê biçûk de
Tiştekî xwezayî ye ku bindest be û bikeve bin zextên ku nikaribe ragire, ger bikeve heman rewşê herî zêde êşa kesên din hîs bike. Lê dibe ku rola dayikê di piraniya zewacên di temenê biçûk de dihêle mejî raweste. Lewre em nizanin ka çima jinên bindest zilmê li zaroka xwe dike û heta dawiya jiyana xwe wê di nava êşan de dihêle.
Di beşa li ser zewaca zarokên biçûk de lîst
Li ser vê pirsgirêkê ajansa me bi yek ji lehengên xebata şanoya "Cîran bi Rengan" ku ji aliyê Weqfa Parêzerên Jin ên Misrê ji bo Mafên Jinan ve bi beşdariya şêniyên bajarê Oktobera Nû, Nehla Mexlûf Ehmed re hevdîtin kir ku di beşa zewaca zarokên biçûk de rola dayikê lîst û bi pêşandanê fikrên wê dayikê anî ziman û me hewl da di axaftina xwe ya bi wê re, li ser sedemên sereke yên ku bûne sedema israra dayikê ya zewaca di vî temenî de rawestin.
Her wiha diyar kir ku dayik di şanoyê de di bin bandora urf û adetên civakê de xwe bi zewaca zarokên xwe ve girê dide. Ew dibîne ku ev yek ji bo wê baştir e ku wê bê zewac û bê nan bihêle ku berpirsiyariya wê hilgire. Wê destnîşan kir ku şanoyê hincetên dayikê yên ji bo zaroka xwe di vî temenî de bi mêrekî ji wê mezintir re bizewicîne û bi vî awayî zaroka xwe bifiroşe, anî ziman û her wiha israrkirina wê ku ev yek xizmetî berjewendiya zarok dike. 
Bi şanoyê hewl dan rastiya heyî biguherînin
Ajansa Navendî ya Seferberî û Amarên Misrê ragihand ku nêzî 117 hezar zarokên temenê wan di navbera 10-17 salî de hene ku zewicîne, ev jî hejmareke ku divê ji bo nîşaneyên wê yên felaketê were destnîşankirin. Li gorî hin amaran salane hejmara zarokên ku tên zewicandin 200 hezar e. 
Der barê performansa lehengên şanoyê de jî wê ev tişt got: "Me bi xwe ev kar kir û hewl da em rastiya xwe biguherînin û zarokên xwe bi çalakiyên nû yên ku dibin sedema bihêzkirin û pêşxistina hişmendiya wan bi bandor bikin û her wiha alîkariya derxistina wan fikran û ramanan bikin ku sîbera nezaniyê dixe ser hişê gelek kesan.”
Xebata şanoyê ya bi navê "Cîran bi Rengan" ji bo dîtina çareyan ji pirsgirêkên ku em tê re derbas dibin her wiha hevgirtina endamên civaka biçûk in.
“Ji ber civaka baviksalar dayik zewicandina zarokên xwe riya çareseriyê dibînin”
Li gorî hejmarek amaran, rêjeya zewaca di temenê biçûk de salane ji sedî 5 ji hejmara zewacên giştî tê texmînkirin û ya herî metirsîdar ew e ku ev zewac bêyî belgeyan pêk tên û ev yek jî dibe sedem ku pêşeroja zarokan ne diyar be ji ber ku belgeyên îsbatkirinê nîn in.
Nehla Mexlûf Ehmed got: "Em di civakek baviksalar de dijîn ku tê de dayik ji zanîna xwe ya jiyanê diêşe û bi pêzanîna xwe hewl dide ku pêşeroja zarokên xwe bi zewicandina wan bi ewle bike. Gelek zext li war wan dayikan hene ku bûne sedem ew bi ramanên wiha felaket ve girêdayî bimînin. Wê amaje kir ku rewşa civakê bi xwe nikare ji wê zêdetir berhemê bide. Dema ku zarok mezin dibin ew dayik ji axaftina cîranan û pêşerojeke nediyar diêşe û belkî di texmîna wê de dema îdeal a zewacê derbas bûye lewma hewl dide ji bo ji van zextan rizgar bibe, zû ji barê zaroka xwe xilas bibe.
Di şanoyê de fikra îtîmada keçikê ya li ser xwe weke biryarder hat vegotin. Bi riya şanoyê jimareya rizgariya zarokan a 16000 hat nîşandan, ji bo ku zarok ger rastî tundiyê bên an jî bi darê zorê bên zewicandin, serî li wê bidin.
Bandora medyaya civakî ya li ser malbatê
Medyaya civakî şûrek dudevî ye, di demeke de ku gelek kes nêzî hev kir û pencereyek ji çandên cihê re vekir û ew alternatîfek bû ji civînan di dema qedexeyên derve de ji ber pandemiya koronayê lê em dibînin ku malbatên Misrê ji hev vediqetand û hişt ku her endamek wê li gerestêrka din be her wiha mirov ji hev vediqetand. 
Li ser bandora çîroka ku wê di şanoyê de temsîl dikir got: "Me xwest ku em mijarê bi rengekî komîk pêşkêş bikin. Ji ber ku em têgihîştin drama di pêşandanê de dê mîna dîmenên şanoyê yên bi henek berhem nede û bi rastî jî ev yek bû.”
Ew dibîne ku pêdivî heye neyîniyên medyaya civakî li ber çavan werin girtin, ji ber ku ew dibe sedema rewşeke depresyon û tenêbûnê û her wiha nebûna dilxwaziyê heya astekê ku hin kes dikevin rewşeke wisa ku nafikirin xwarina xwe bixwin lewre derfet nabînin ku çavên xwe ji ser rakin. 
Di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Min bi xwe ev mijar û asta têkçûnê hîs kir û min ev yek di çavên temaşevanên şanoyê de jî dît, ji ber ku bi rastî ev aliyekî rastiya me ye ku em tê de dijîn. Dîmenên ku di şanoyê de hatin pêşkêşkirin her malek wê rast bû hê jî hene.”