Zarokên Rojava bi huner û zimanê dayîkê pêşeroja xwe ava dikin

Hîvro û Nûdem ên ku li Qamişloyê di nava şoreşê de mezin bûne, bi fêrbûna zimanê xwe yê dayîkê û bi pêşxistina hunera keman û wênesaziyê, hem çanda xwe diparêzin, hem jî ber bi xewnên xwe ve diçin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Gelê Kurd zêdetirî dused salan bi êrîşên qirkirinê re rûbirûyî ye. Tevî ewqas komkujî, qirkirin, enfal, şewitandina bajar û gundan û hemû sûcên dermirovî jî; Kurd li ser xwe ne. Nifşên îro di qadên huner, çand, rewşenbîrî, aborî, ziman û di hemû qadan de hewl didin nasnameya xwe ya kurdewarî her dem zindî bihêlin; ji zindîhiştinê zêdetir dixwazin vê yekê di yasa û destûran de jî garantî bikin.

Zarokên Rojavayê Kurdistanê yên ku di pêvajoya şoreşê de çavên xwe li cîhanê vekirin, ne wekî zarokên berî şoreşê û piştî şoreşê ne. Sedem ew e ku ew di nava malbatê de tirsa ji axaftina bi zimanê dayîkê nejiyan û ne jî di dibistanên xwe de bi qedexekirina axaftina bi zimanê Kurdî û gotina stranên Kurdî rûbirû man. Ew zarok bi şans in ku di nava hilma Kurdewarî de mezin bûne.

Hîvro û Nûdem yên ku xwişkên hevin û di hembêza axa Kurdistanê de roj bi roj mezin bûn, hilma azadiyê ji zarokatiyê ve kişandin hinavên xwe û heta roja îro bi vê hestê dijîn. Lê her çiqas rewşa siyasî û ewlehî li welat guherî be jî hê herdu zarok daxwaza mafên xwe yên rewa dikin.

Hîvro û Nûdem Eyûb hem bi zimanê xwe yê Kurdî dixwînin, hem jî hewl didin demên xwe yên vala bi fêrbûna hunerên ku xizmeta doza wan a Kurdî dikin, tijî bikin.

Nûdema 11 salî niha di qonaxa seretayî de pola 5'an dixwîne. Li kêleka xwendina xwe sê sal in fêrî amûra muzîkê (kemanê) dibe. Nûdem yek ji endamên Orkestraya Rojava ye ku ev neh sal in di avakirina nifşeke nû yê muzîkjenan de dixebite.

‘Naxwazim ji bo ziman şer çêbibe’

Nûdema 11 salî diyar dike ku ew ji pêşdibistanê heta niha fêrî zimanê xwe yê Kurdî dibe û wiha axivî: “Ji bo min fêrbûna zimanê dayîkê ne zehmet e, ji ber ku em fêr bûne timî pê biaxivin. Xweşbûna wê ew e ku em li malê jî û li dibistanê jî bi Kurdî diaxivin. Em dixwazin her kes bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibe. Naxwazim ji bo ziman şer çêbibe lewre bila her kes bikaribe bi zimanê xwe bixwîne.”

Hevsengiya di navbera zanista ziman û vejandina hunerê de

Kemanjena Kurd Nûdem, fêrbûna zimanê Kurdî ji xwe re têr nabîne lewre di Orkestraya Rojava de jî cih digre û li ser vejandina çanda xwe ya kurdewarî ev tişt anî ziman: “Min ji berê ve ji kemanê hez dikir. Lê dayîka min pêşniyar kir ku biçim perwerdeya wê bibînim. Min got bila destpêkê biceribînim, gava min lê da, min pir jê hez kir. Kî biçe fêrî kemanê bibe wê gelekî jê hez bike. Piştî ji dibistanê vedigerim, diçim perwerdeya xwe ya kemanê jî. Yên ku guh bidin û jîr bin wê zû fêr bibin.”

‘Hevala min e’

Nûdem, da zanîn ku ew tenê besteyên kurmancî lêdidin û axaftina xwe wiha domand: “Em tenê besteyên kurmancî lêdidin. Keman hevala min e û ez gelekî jê hez dikim. Her wiha em di Koma Doz de jî stranan dibêjin.”

Nûdem, di vî temenê xwe yê biçûk de beşdarî konseran jî dibe û wiha behsa wan kêliyan dike: “Kêliyên xweş in, ji ber ku em bi zimanê xwe stranan dibêjin û besteyên muzîkê lêdidin. Ya herî xweş ev e ku ez ne bi tenê me, hevalên min jî li dora min in. Zimanê Kurdî hebûna me ye.”

Nûdema ku niha bi zimanê xwe yê dayîkê dixwîne, beşdarî konseran dibe û stranan dibêje, dixwaze di pêşerojê de bibe bijîşk. Wê armanca xwe wiha anî ziman: “Ez kemanê jî fêr dibim lê gava mezin bibim ez dixwazim beşa bijîşkiyê bixwînim û bibim bijîşkek ku nexweşan derman dike.”

Bikaranîna telefonê sûd û zirarên wê

Nûdem her wiha da zanîn ku ew di rojê de 30 xulekan telefonê bi kar tînin û wiha behsa xeterên wê kir: “Herî zêde dayîka me 30 xulek an jî demjimêrek telefonê dide destên me. Xetera telefonê ew e ku çavan diêşîne û dîtinê jî kêm dike. Telefon zarokan fêrî gelek tiştên nebaş dike. Em bi telefonê li ser amûrên muzîkê û çandê lêkolîn dikin û wan dişopînin. Ji lewre divê ku zarok telefonê kêm bi kar bînin, ji ber ku zirarê dide çavan.”

Nûdem tekezî li ser hebûna zimanê Kurdî dike û wê wekî hebûn û dayîka xwe pênase dike.

Hîvro jî 10 salî ye û pola çaran dixwîne lê wê rêgeheke din di jiyanê de ji xwe re hilbijartiye, ew jî dixwaze bibe wênesazeke mezin.

Ji wêneyên li ser rûpelan ber bi nîgarên li ser tabloyan ve

Hîvro behsa wêneyên ku xêz dike kir û wiha pê de çû: “Ez herî zêde ji xêzkirina wêneyên fêkiyan hez dikim lewre piraniya wêneyên çêdikim wisa ne. Piştî dibistanê saet di 18:00 de diçim dewreya wênesaziyê jî. Gelek zarokên taxê hene, em bi hev re wêneyan xêz dikin û nîşanî hev didin. Ne tenê ev, em li ser wê yekê jî nîqaş dikin ku em çawa wêneyên xwe xweştir xêz bikin.”

Hîvro xwedî xewnên mezin e û der barê paşeroja xwe de ev daxwaz anî ziman: “Gava mezin bûm dixwazim bibim wênesazeke mezin. Kengê bikaribim wêneyan bi serkeftî li ser rûpelan xêz bikim, ez ê wê demê dest bi xêzkirina li ser tabloyan jî bikim.”