Zahra Zerougui: Têkiliya min û hunera ebru têkiliyek heyînî û metafizîkî ye

Şêwekar Zahra Zerougui bi salan hunera ebru ya ku hostatiya wê li Tûnisê kêm e hembêz dike, ew yekem car dergûşa xwe ya nûbûyî hembêz dike û li gorî wê tu cudahî di navbera her du tabloyan de nîn e.

ZIHUR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Lêkolîner û şêwekara Tûnisê Zahra Zerougui di hunera Ebru, hunera wênesaziyê de pispor e. Bi xwe di nava malbatek hunermend de mezin bûye ku evîna hunerê di dilê wê de kariye di warê çandê de jêhatbûyîna xwe ji lûtkeyek bigre û ber bi profesyonelî û xwendina akademîk ve biçe. Her wiha wê li Navenda Lêkolîn û Xebatên Dîrok û Çandê ya Hunerê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê temam kiriye.
Zahra Zerougui li paytext Tunusê ji dayik bûye û dayika keçek bi navê Hadel e. Di hevpeyvînek bi ajansa me re dide diyarkirin  ku bijartina wê ya hunerî ne tesadufî ye, li ser evîn û azweriyê wê çêbûye. Her wiha hunera wê bingeha xwe ji malbata wê ya hunermend digre loma malbata wê jê bawer kirine û piştgirî dane wê.
“Têkiliya min bi hunera Ebru re hebûnî ye”
Dema ku ew tabloyên xwe xêz dike, ji berê de plan nake ka ew ê çi xêz bike. Berevajî kêliyên helbestî û giyanî yên mîna ji dayikbûnê dijî. Zahra Zerrougui piştrast dike ku şêwekar helbestvanek jêhatî ye ku dikare bi awayekî felsefî û biwêjî vebêje û wiha behsa hunera xwe ya ebru dike û dibêje: “Têkiliya min bi hunera Ebru re têkiliyek hebûnê ya metafizîkî ye û metafizîk jî şaxek felsefeyê ye ku naveroka tiştan dixwîne. Tiştek awarte heye ku dema ez xêz dikim min dike mîna çivîkek ku cara yekem azadî tam kiriye. Li gorî min her kes bi xêzkirina min re eleqedar dibe, ji ber ku ez ji bo her kesê xêz dikim û armanca min ew e ku ez her dem pisporiya xwe bi gelemperî û bi taybetî bidim nasîn. Huner bi xwe, li gorî dîtina min, têkoşîn û pirsgirêk e. Ji alî û pêkhateyên pêwendîdar ve piştgiriya manewî û madî dixwaze. Pirsgirêk ew e ku şêwekar piştgiriyê nagire. Mixabin, dema ku mirov li welatekî ku girîngiyê nade huner û çandê bijî gelek zehmet e. Piraniya hunermendên jin ji pereyên xwe ji bo hunera zarokên xwe didin.” 
“Jin ji hunerê re amade ne”
Zahra Zerougui dide zanîn ku ya jinên Tûnisî bi dest xistine encama têkoşînên femînîst ên ku bi dehsalan berdewam dikin û hemû maf, erk û destkeftiyên şoreşgerî yên  qanûnên Tunisî misoger dike ye û wiha didomîne: “Kovara Rewşa Kesane ya di sala 1956’an de hat derxistin, nivîsa qanûnî ya herî berbiçav e ku jiyana civakî û kesane ya jinan sererast dike û yek ji pergalên dadrêsî yên herî nûjen  li cîhana Ereban e. Wê ji bo jinên Tunisî gelek destkeftî bi dest xistine û kiriye her wiha  di warên cuda de kirine serkeftî û pêşeng. Jinên Tunisî di rêzên pêşîn de ne û di hemû şerên siyasî de ku welat dîtiye de ye, ji tevkariya wan di tevgera neteweyî ya li dijî kolonyalîst û heya şoreşê. Jin li Tûnisê di hikûmeta nû de  yekem e di cîhana Erebî de, di navbera wezaret û sekreterên dewletê de cih girtine. Jinên Tûnisê li welatek ku koletî bi belgeyek fermî di 23’yê Çileya sala 1846’an de rakiriye, dijîn. Ew li cihek azad dijî ku wê ji bo afirînerî, xebat, ked û teyîsandinê xwe amade dike.”
Wateya jina pispor di hunera awarte de çi ye?
Yê ku bi Zahra Zerougui re hevdîtinê bike dê ji tabloyên wê fêm bike ka wateya jina pispor di hunera awarte de tê çi wateyê. Her wiha dê wateya ku ji qelsiyê qelsiya hêzê biafirîne bizanibe, tevî siyaseta marjînalîzekirin û dûrxistina rewşenbîran li Tûnisê. Zahra Zerrougui ew e ku bi hemû hêza xwe, zanebûn û aqilê xwe hewl dide xwe û serxwebûna xwe bi dest bixe û xwe li cîhanek ku ew xweştirîn û paqijtirîn dibîne, cîhana bedewî û hunera bilind bifire. Ew ya ku jiyanê di rengên wê de dibîne û riya xwe bi firçeya xwe li ser ava sekinî û bê reng vedihewîne ku wê zindî dike û dike tabloyek hunerî ya ku bala her kesê dikşîne. Li Tûnisê yên mîna Zahra gelek in û dibêje tiştek ji huner û rengan bilindtir nîn e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez amojgarî li hemû jinan dikim ji bo xwegihandin û biriqandinê bixebitin û bidomînin û bi zîhniyetên mêr re şer bikin da ku ber bi rêyek baştir ve bifirin, riyên azadî, wekhevî û jiyana rengîn bi dest bixin.”