Yekem wênekêşa ji Lîbyayê: Fatime Karaza
Fatime Karaza ya yekem wênekêşa Lîbyayî ye ji wênekêşek wêdetir, mîna şahida serdema xwe tê dîtin. Ji ber ku bûyeran bi zimanê wêneyan vedibêje û hebûna jinan, di dinyayek ku hewl dide wan biçûk bixe de bi hêz nîşan dide.

IBTÎSAM IXFÎR
Lîbya – Li cîhanek ku lensên kamerayê tenê yên mêran bûn, jineke wêrek a Lîbyayî bi kameraya xwe derket holê. Astengiya kevneşopiyê şikand û hûrgiliyên jiyanê bi lensên xwe ku berê qet nedîtibûn, temaşe kir. Fatime Karaza, jina ku wênesaziya ji pîşeyek ne gengaz veguherand rastiya nifşên pêşerojê.
Fatime Karaza kî ye?
Fatime Karaza li bajarê Yefran a Lîbyayê di sala 1946'an de çavên xwe li dinyayê vedike. Di nava çiya û xwezaya bajarê xwe de mezin dibe. Lê çirûska azweriya wê ya rast pê ket, dema ku bi birayê xwe Mihemed ê ku di warê çapkirinê û wênekêşiyê de dixebitî re, çû Tarablusê. Fatime li wir bû evîndara ronahiyê û siyê. Fêr bû ku mirov çawa kêliyên derbasbûyî vediguherîne wêneyên bêdem.
Di civakek ku dîtina jinan di qada rojnamegeriyê de ne edet bû de, rê li ber jineke ku kamera hilgirtiye nehat vekirin. Lê piştî ku rojnamevana pêşeng Xedîca El-Cehmî ya di kovara "El-Meraa" de dihat nasîn dest bi perwerdekirina Fatime Karaza kir. Ev jî bû derfetek zêrîn ji bo Fatime. Bi baldarî wêne dikşand, temaşe dikir. Fatime hêdî hêdî fêrî wêne kişandinê bû.
Têkoşîna bi lensa kamerayê
Kişandina wêneyan ne tenê kar bû. Her wiha têkoşînek li dijî ramanên serdest bû jî. Ji ber ku Fatime Karaza bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ma, ji gumanên li ser şiyanên wê bigire heya dijwariyên teknîkî û çûyîna li cihên ku jin lê amade nabin. Tevî vê yekê jî ew di aliyê herikîna li qadan de dudil nebû. Wê bi rojnamevanên jin re, di misyonên xwe yên li hundir û derveyî Lîbyayê de bû yekemîn wênegira jin a li welatên Ereb hatiye pejirandin. Fatime ev serkeftin di 4'ê Nîsana 1967'an de tomar kir.
Bûyeran bi zimanê wêneyan vedigot
Fatima Karaza ji wênegirek wêdetir, şahida serdema xwe bû. Bûyeran bi zimanê wêneyan vedigot û hebûna jinan a li cîhaneke ku hewl dide wan biçûk bixe, bi hêz nîşan dida. Ew ne tenê belgefîlma bûyeran bû, her wiha afirînera nêrînek nû jî bû. Ew îlhama nifşek jinan bû.
Wê bi wêneyên xwe bala her kesî dikşand
Dema ku biryara fermî ya tayînkirina wê ya wek wênegirekî hat dayîn, ne tenê naskirina jêhatîbûna wê bû. Fatime sînora ku kamera tenê bi mêran sînordar e jî şikand. Fatime Karaza êdî derî li ber nifşekî nû yê wênegirên jin vekir û têgeha ku jin bi lensên xwe dikarin cîhanê bibînin, ava kir.
Rojnameya 'El-Exbar El-Misriyê' hevpeyvînek bi wê re weşand
Di destpêka salên 60'î de wênekêşa Lîbyayî Fatime Karaza bala çapemeniya Misrê kişand. Rojnameya 'El-Exbar El-Misriyê' hevpeyvînek bi wê re weşand ku tê de behsa xebatên wê yên navdar di warê wênekêşiyê de kir. Rojnameyê bal kişand ser dildariya Fatime Karaza ya ji bo belgekirina kêliyên girîng a bi çavê wê. Ev yek jî rastê pesindaniyek herêmî û netewî hat.
Ji jinên Ereb re bû mînak
Her wiha rojnameya 'Exber El-Yewim' a Misrî jî nûçeyek der barê rola Fatime Karaza di şopandina bûyeran de weşand. Rojnameyê eşkere kir ku Fatime bi kişandina wêneyên xwe yên cuda bala her kesekî dikşand. Her wiha raporên çapemeniyê diyar dikin ku Fatime Karaza karîbû destkeftiyên mezin bi dest bixe û di qada ragihandin û wênekêşiyê de bû mînak ji jinên Ereb re.
Birayê wê piştgiriyê da wê
Îro û piştî bi dehan salan, Fatime Karaza nayê bîra kesekî ji bilî birayê wê Muhemed Karaza ku wek "Şêxê wênegirên Lîbyayê" tê nasîn. Muhemed piştgiriya yekem da Fatime ku di cîhana rojnamevaniyê de cih bigre.