Yek ji parêzvanên kofiya Kobanê Salîha ya 70 salî ye
Saliha Ebdî Mustefa yek ji dayikên ku çanda kofiyan diparêze û hewl dide ev çand ji nû ve bê zindîkirin wiha dibêje: "Ez bi temenê 70'ê salî hê çanda xwe diparêzim û xwedî lê derdikevim."
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Çanda Kurdan çandeke kevnar e û Kurd xwedî lê derketin, herî zêde dayikên bi temenê mezin xwedî li çanda kofiyan derketine û parastine, heya roja îro jî dayikên temenê wan mezin hê wan kofiyan didin serê xwe. Beriya sed salan di nava civakê de keç û dayik bi kofiyan dihatin naskirin ku kîjan ji wan keç e yan dayik e. Di heman demê de dayikan bi kofiya xwe kar û xebatên xwe dikirin û heya pê radiza jî. Wê demê ew xemlek bû ji bo jinan, di dawet, şahî û kêfxweşiyan de dayikan kofî didan serê xwe û xwe pê dixwemilandin. Cil û bergên Kurdî bê kofî, şeir û îçqor nexweş dibe, li gorî dayik dibêjin ku ev herdu hev temam dikin. Ger wê demê yek dayik bê kofî bihata dîtin di nava civatê de şerm dihat dîtin. Yek ji dayikên ku kofiyan çêdike Saliha Ebdî Mustefa temenê wê 70 salî ye û ji Kaniya Kurdan e. Saliha di temenê 18 salî de zewiciye û dayika 9 zarokan e, beriya ku Saliha bizewice qenewîç bi destên xwe çêdikirin, piştî zewicî jî tiştên xwe yên destan heya roja îro jî didomîne, ji bo ev çand neyê windakirin Saliha di nava hewldanan de ye. Di mala xwe de dikanek vekiriye û di hundirê wê dikanê de kofiyan çêdike û difroşe. Yadê Saliha stranên dengbêjiyê jî dibêje û diparêze. Saliha Ebdî Mustefa der barê çêkirina kofiyan de ji ajansa me re axivî.
"Çêkirina kofiyan çanda Kurdan e"
Saliha di destpêka axaftina xwe de behsa çanda kofiyan kir û wiha got: "Di demên kevin de dayikan kofî didan serê xwe, dema ku keçik dizewicîn kofî didan serê wan, keçikan jî kom, rext û tac didan serê xwe. Ne mumkin bû ku jin bê cil û bergên xwe tevbigeriyana lê hêdî hêdî ev çand dihat rakirin, jixwe armanca dijmin jî ev bû ji bo ev çand neyê tunekirin divê em ji nû ve li çanda xwe vegerin û zindî bikin. Dayika min di mala xwe de kofî û ima çêdikin û difrotin, ez ji dayika xwe fêr bûm ku çawa çêdike, niha jî ez di mala xwe de çêdikim, ez caw ji bajêr tînim li gel xwe didirûm û bi hev dixim jin jî tên dikirin. Kofî bi kaxizên çîmento, cawê xas li hev dipêçim û didirûm dibe kofî. Eva li serê min jî yek ji çanda Kurdan e navê wê meles e lê niha nirxê wan gelekî bihaye. Kofî yan meles li gel dayikan tên dîtin. Beriya ez bizewicim min bi destên xwe qenewîç çêkirin, di biçûkaniya xwe de ez bi meraq bûm ku ez mala xwe bi tiştên xweş ê çandî pê mala xwe bixwemilînim."
"Jin bi destê xwe çanda xwe diafirîne"
Saliha di domandina axaftina xwe de got ku jin dikarin bi destê xwe gelek tiştan biafirînin ji ber ku jin afrînerê jiyanê ne û jiyanê diafirînin û got: "Bi keda destên jinan ev çand tê zindîkirin, meraqa min ji bo çandê gelek heye, ji bo wê jî ez di mêjiyê xwe de her tim tiştan diafirînîm. Di şahiyan de ez şeira xwe ya eslî didim serê xwe lê ev li gel her kesê tüne ye, ev çend sal in gel careke din li çanda xwe vedigerin bi taybetî kesên ku derketine derveyî welat. Dewre berê gelekî xweş bû divê em wek dema berê li çanda xwe vegerin, ku çawa me di şahiyan de hemû jinan bi kom, rext û cilên Kurdî li xwe dikirin û xwe pê dixwemilandin. Ji ber ku şeirên niha yên eslî bihayê wan zêde ye, ez bi tiştên nimêjê didirûm û dikmn şeir. Dayik an jin dema kofiyê dide serê xwe wê demê mirov bi çanda Kurdî dihese û dizane ku ev jin Kurd e. Lê belê dema ku keç dizewicî diviyabû ku kofî bide serê xwe, ev yek ji çanda Kurdan e, derdora kofî jî zêr an jî zîv bû. Herî zêde jî ji bo jin di jiyana xwe ya rojane de pê bixwemilînin didan serê xwe û ev kevneşopî bû, ji bo ev kevneşopî neyê jibîrkirin û windakirin ez çanda xwe diparêzim."