“Xeyalên her jinekê cuda ne”

4’emîn Mîhrîcana Jinên Derhêner îsal wê di navbera 1-7’ê Adarê de were lidarxistin. Rêvebera mîhrîcanê Gulten Taranç da diyarkirin ku ji bo di qada navneteweyî de bibe fermî wan Weqfa Jinên Derhêner ava kiriye. Gultena ku di heman demê de yek ji avakara weqfê ye got; “Ez dixwazim weqf wekî dibistanê be û di nava mîhrîcanê de yekitiyek jî çêbibe lewre ev mîhrîcan ne tenê wê fîlman bide nasîn.”

4’emîn Mîhrîcana Jinên Derhêner îsal wê di navbera 1-7’ê Adarê de were lidarxistin. Rêvebera mîhrîcanê Gulten Taranç da diyarkirin ku ji bo di qada navneteweyî de bibe fermî wan Weqfa Jinên Derhêner ava kiriye. Gultena ku di heman demê de yek ji avakara weqfê ye got; “Ez  dixwazim weqf wekî dibistanê be û di nava mîhrîcanê de yekitiyek jî çêbibe lewre ev mîhrîcan ne tenê wê fîlman bide nasîn.”
 RUYA HUSEYÎNOGLU
Îzmîr- Mîhrîcana jinên derhêner a navneteweyî ya 4’emîn ku di van deman de were lidarxistin, kelecanê dide. Ev mîrhîcan wê li Îzmîr, Îngeltere û Kosovayê pêk were, ji ber pandemiyê wê film cara yekê bi awayek online werin nîşandan. Ev mîhrîcana ku ji bo jinên sînemavan di aliyê dîtbarî de gelek girîng e bi şaîra ‘Xeyalên her jinek cuda ne’ wê were lidarxistin.
Di nava çar salan de mîhrîcana navneteweyî ya jinên derhêner ku bi kedek mezin di bin banê yekitiya jinan de dihat lidarxistin, ji niha û pêve wê xebatên xwe di bin banê Weqfa Jinên Derhêner’ de bidomîne. Me der barê mîhrîcanê de bi yek ji pêşengên wê Gulten Taranç re hem  der barê xebatên rojane yên weqfa nû ava kirine de hem jî armanca wan a vê mîhrîcanê de hevdîtinek pêk anî. 
Mêr jî dikarin bibin endam
Gultenê diyar kir ku ji her deh derhêneran yek jê jin e. Di weqfa ku wan ava kiriye de ne tenê jin mêr ji dikarin bibin endam û wiha got: “Deriyê me ji hemû kesên ku bi me re di nava heman hestan de ne, ne tenê jin ji mêran re jî vekiriye. Li aliyê din me nexwest em vê tenê bi derhêneriyê re sînordar bikin. Di nava van de em derhênerên çandê, derhênerên hûnandinê, derhênerên dîtbarî û heta amadekar jî hene. Me weqfa jinên derhêner li gel nivîskara Sînemayê Duygu Kocabaylioglu akademîsyen û derhênerê belgefîlman Zeyneb Merve Uygun ava kiriye. Endamgirtina me di demek nêz de wê dest pê bike. Ez dihizirim ku saziyên civaka sivîl di dema pandemiyê de hin zêdetir girîng bûne. Avakirina weqfê me di platforma navneteweyî de bi hêztir dike. Me jî vê salê wekî mîhrîcan cara yekem di qada navneteweyî de wesfek qezenc kir. Wê vekirina 4’emîn mîhrîcana jinên derhêner li Îngîltereyê pêk were. Piştre jî wê li Kosovayê pêşandanên me werin nîşandan. Dema şert û mercên pandemiyê dest bidin em ê di dawiya mîhrîcanê de merasîma xelatan jî li dar bixin.”
‘Em dixwazin ev der weke dibistanê be’
Gultenê bal kişand ser mîhrîcan û weqfê ku dê di pêvajoyên li pêş de hev xwedî bikin û da zanîn ku ji derveyî zêdekirina endaman, wê di mijara afirandina filman de hîn zêdetir derfetan ava bikin û wiha pêde çû: “Ez bawer dikim ku fîlmên afrîner xwedî wê hêzê ne ku li ser civakê bandor bikin. Ew karekterên ku di fîlman de mirov temaşe dikin bi wan rolan re dibin yek. Ji ber vê jî divê hejmara me hîn zêdetir bibe. Di mîhrîcana sala borî de, ew fîlmên ku nehatin hilbijartin  der barê wan de me daxuyanî da. Me ew derhênerên ku fîlmên wan nehatine hilbijartin dawetî atolyeyê kir. Me bi jûriyên destpêkê re hevdîtin kir û ew kêmaniyên di fîlman de derketine me ji wan re gotin. Em dixwazin ev der bibe dibistan û di nava mîhrîcanê de yekitiyek jî çêbibe. Jixwe em nedihizirîn ku weqfekê ava bikin. Ez hêvî dikim ku ev wê bibe karek mayînde û bi salan bidome. Ji ber vê me xwest em weqfê ava bikin û cihê wê li Tirkiyeyê ye me xwest em cihê wê saxlem bikin.”
‘Di karên afrîner de divê em çalak bin’
Gultenê da zanîn ku jin êdî di komên afrîner hin zêdetir cih digrin û got: “Pozîsyona me ji bo karkirinê di gelek qadan de berfireh bûye. Sivikbûna kamera û ronahiya teknolojiyê pêşiya vê rewşê vedike. Li aliyê din di karên afrîner de çalakbûna jinan gelek girîng e. Bi taybetî senarîstî, di pêvajoya derhêneriyê de hejmara jinên xwedî gotin di roja îro de mixabin têrê nake. Em herî kêm heta hejmara me hemaheng nebe em ê van karan bidomînin. Wê rojek were wê hejmara me hemaheng bibe. Wê demê em jî wê dest ji çêkirina mîhrîcanê berdin. Lê belê bila were zanîn ku heta wê demê em xwe bêdeng nakin.”
Fîlm ji pêşandanê re amade ne
Bernameya Mîhrîcana Nevneteweyî ya Jinên Derhêner wiha ye: Di berfirehiya mîhrîcanê de 45 berhemên xwemalî, 40 jî berhemên biyanî wê bi temşevanên xwe re werin gel hev. Mîhrîcan wê îsal cara yekem di qada navneteweyî de were lidarxistin. Wê pêşandana mîhrîcanê ya yekem li Tirkiye Îngîltere û Kosovayê di navbera 1-7’ê Adarê de bi awayek online were lidarxistin. Metrajên fîlman ên kin 16 ji fîlmên navneteweyî di navbera 1-7 Adarê wê di sîteya mîhrîcanê ya înternetê de bi awayek online were temaşekirin. Di navbera 26’ê Nîsan 5’ê Gulana 2021’ê de wê fîlmên Tirkiye û Balkanan pêşandana wan were destpêkirin. Di 25-30’ê Hezîrana 2021’ê de ji ber şert û mercên pandemiyê dema em bigrin ber çavan li Îzmîrê merasîmeke xelatan tê plankirin ku were lidarxistin. Di berfirehiya mîhrîcanê de wê panel, vegotin û çalakiyên atolyeyan werin lidarxistin. 
24 Fîlim wê werin nirxandin
Di mîhrîcana îsal de wê ji 30 welatan 150 fîlm serlêdan bikin. Di berfirehiya mîhrîcanê de 45 fîlmên xwecihî û 40 fîlmên biyanî ji temaşevanan re dê werin nîşandan. Fîlmên ku di pêşbirka Balkan de cihê xwe bigrin ji nava 27 filman wê pêşandana wan a yekem di mîhrîcanê de were kirin. Di katagoriya mîhrîcana dirêj a Balkanan de fîlmên metrajdirêj, dokumanter û yên metrajkurt 24 fîlm wê werin nirxandin.
Hûn dikarin Mîhrîcana Jinên Derhêner li ser vê navnîşanê. 
http://www.kadinyonetmenlerfestivali.com.tr bi şopînin.