Xalîçeya kevneşopî ya Îranê bi motîfên dîrokî digihîne roja îro
Tevnkar Nesrîn Asiyabanî ku kîlîm û xalîçeyên kevneşopî yên Îranê heta roja îro bi motîfên dîrokî tîne, bang li jinan kir û got: “Ji bo ku hûn daxwaz û armancên xwe pêk bînin, di warê hûn serkeftî ne de her dem hewl bidin.”
SARAH KARÎMÎ
Mihabad - Kîlîm û xalîçeyên Îranê, nexşên wan, motîfên bi wate û bi tevahî xwezayîbûna wan ji ber bikaranîna boyaxa kok, van kîlîm û xalîçeyan bêhempa dike. Ev xalîçeyên destçêkirî yên sirûştî îro berhemeke luks tên hesibandin, ji ber ku bi motîfên ji paşeroja dewlemend a çandî ya Îranê hatine xemilandin.
Ji demên kevnar ve, mirovan çermê lawiran weke cil û berg, ji bo parastina li hemberî guherînên hewayê û weke nivînan bi kar anîne, bi belavbûna ajalvanî û ristina hirî re tevnkarî di nava qewman de belav bû, bû yek ji hunerên qebîle yên pêşîn. Her çend ne diyar e li ku û ji aliyê kîjan kom û qewman ve yekem qumaş di heman demê de dest pê kirina xalîçeyê hatine çêkirin jî li gorî lêkolînên arkeolojîk delîl hene ku tevnkarî di nava gelên ku li zozanên Îranê û welatên cîran dijîn de hatiye kirin. Ji aliyekê din ve, şopên di şkeftên başûrê rojhilatê (Şikefta Huto) ya eyaleta Mazenderanê de hatin dîtin, îsbat dikin ku xelkê vê herêmê pez û bizinan xwedî kirine û hirî û porê wan dirêsin. Her wiha perçeyekî qumaşê 8 hezar salî ku ji hiriya bizinê hatiye tevnkirin û li Susayê jî qumaşê keten ê 6 hezar salî hat dîtin.
Hunerên destan di nava wan de kîlîm û xalîçe jî hê weke hunerên bêhempa yên jinên kêrhatî tên dîtin û jinan bi têkelkirina huner û nûjeniyê, rê li windabûna vê hunera kevnar girtine û bi hewldanên xwe zehmetî û astengiyan derbas kirine.
Pispora xalîçesaz Nesrîn Asiyabanî got ku li kêleka serxwebûna xwe ya aborî, wê cesaret jî daye jinan.
‘Ew berhemên min ji nêz ve dibînin û ji qalîteya wan pir memnûn in'
Nesrîn Asiyabanî destnîşan kir ku tevnkirina xalîçeyê kedek mezin û bêhneke fireh dixwaze û wiha got: “Ev 15 sal in ku ez xalîçeyan çêdikim. Berhemên min ên kevneşopî û destçêkirî ji derveyê welat re jî tê şandin û rojane nêzî 7 saetan dixebitim. Berhemên min piranî bi rêya nas û hevwelatiyên min tên firotin. Berhemên min ji nêz ve dibînin û ji qalîteya wan pir memnûn in. Bi piranî xelk wan ji bo xizmên xwe yên li derve wek diyarî dikirin. Ji bajarên cuda yên Îranê mişteriyên min hene û xelk bi şêweyên kevneşopî yên xalîçeyan pir eleqedar in. Jin dikarin li malê jî vî karî bikin, ne hewce ye ku dikanek an cîhek taybetî bi kirê bikin. Ez ji jinan re pêşniyar dikim ku bixebitin û wextê xwe veqetînin, teqez wê bi ser bikevin. Her kar zehmetiyên xwe hene, lê ez ji vî karî hez dikim, ji ber vê yekê ez fêrî gelek jinan dikim.”
‘Koçer di xalîçesaziyê de jî xwedî sêwiranên xweşik in’
Nesrîn Asiyabanî anî ziman ku ji bilî xalîçeyên destan di çente û alavên xemilandî de jî tên bikaranîn û got:
“Sêwirana xalîçeyan xwe dispêre hezaran salan. Hinek şêweyên sê hezar salî ne û ji bo ser û binê masê tên bikaranîn. Sêwiranên xalîçeyan ne tenê ji bo bajarek taybet e û ev sêwiran li piraniya bajarên Îranê tên çêkirin, weke Babol, Zencanê. Lê xalîçe bi eslê xwe sêwirandineke Kurdî ye û koçer jî di xemilandina xalîçeyan de xwedî nexşên xweşik in. Ev sêwiran di heman demê de li bazin, çente, dekor û di daliqandina berçavkan de jî tên bikaranîn. Ji bo tevnekirina xalîçeyê çarçoveyek hesinî, çend qulpên têlan lazim e, bi bizmaran tên çêkirin û ne hewceyî gelek amûran e, hûn dikarin bi berhevkirina rengan hunerên xweşik biafirînin. Xelk pir jê hez dikin û ji qalîteya wê pir memnûn in û di pêşangehan de piştgiriya hunerên destan dikin.”
‘Ji bo armancên xwe hewl bidin’
Nesrîn Asiyabanî di dawiyê de bang li jinan kir û wiha got: “Bi saya vî karî di warê aborî de serxwebûna min hene. Ez li bajarên cuda pêşangehan li dar dixim û gelek jinan perwerde dikim da ku bikevin bazara kar. Ez ji hemû jinan re dibêjim, ji bo ku di qada hûn jê hez dikin de serkeftî bin, ji bo daxwaz û armancên xwe hewl bidin.”