Wêneyên bi rengên jiyanê têkel bi destên jinan tên xêzkirin

Jinên wênexêz ên ku di Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a Beşa Wênesaziyê de dixwînin, di xêzkirina tabloyên rengîn ku bi bedewiya jiyanê re tevlihev in de, dahênan in.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a Beşa Wênesaziyê ye ku du sal berê li bajarê Qamişlo hat avakirin. Jinên wênexêz, xwendekarên sala duyemîn ên Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a Beşa Wênesaziyê li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî perwerde, hezkirin, huner û armancên xwe axivîn.

 ‘Çêkirina derfetan ji qunaxa tunebûnê’

Resmiya Bedran 4 salan di Zanîngeha Rojava de beşa hunerên bedew xwendiye. Resmiya der barê sîstem û wirdekariyên vê beşê de axivî û got: “Du sal berê ev peymangeh hat avakirin di nava gelek zehmetiyan de û bi derfetên herî kêm, ji ber ku berî niha li van herêman tunebû. Pir ji wênexêziyê û hunera bedew hez dikim ji lewre min xwest ku heman kêfxweşiyê derbasî dilê her mirovekî di vî beşî de bikim. Sala akademîk li du semesteran tê dabeşkirin. 45 şagirt niha sala yekem dixwînin û 25 jî şagirtên sala duyem in. Ez bi wan serbilind im, bi taybetî dema ku beşdarî pêşengehan dibin û her kes tabloyên wan dibîne. Bêguman hemû xwendekar ked didin, ji ber vê yekê jî asta wan bi pêş dikeve.”

‘Wênexêzî dorûbereke zengîn e ji bo peresîna hunera jinan’

Nexem Mihemed ji navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişlo ye, xwendekara sala duyemîn a peymangehê ye. Nexem qala tecrubeya xwe û sûdên ku ji vê beşê girtiye dike û dibêje: “Ji dema pêşekî ya vekirina beşa wênexêziyê ve, min di nava vê beşê de cih girt û xwend. Di destpêkê de ez nizanibûm wêneyan xêz bikim, bi alîkariya mamosteyan dikarûbûm xwe hîn bikim û di vî warî de xwe geşepêdan bikim. Her wiha em di çend pêşengehên cuda de beşdar bûn. Ez mêldarê şêwaza xêzkirina relîst im her wiha xêzkirina portreyan. Hestên jinan ên hunerî xurt in lewre bêtir dikare tabloyeke bi bandor çêbike, em dibînin ku ser van panêlan bi tiliyên jinan hatine xêzkirin û navê wan li ser neqişî ye.”

Nexem Mihemed bal kişand ser ruhê xebata bi hev re û danîna tabloyên cuda û wiha bi dawî kir: “Li vê derê kesayetî tune ye, her mirovek tenê bi xwe nafikire. Berevajî vê yekê ruhê yekbûnê û komînaliyê tê jiyîn, em bi hev re hîn dibin û tabloyan diafirînin. Her yek ji me şêwazekî ku wê/î taybet dike heye, dema ku hemû jêhatiyên bi nirx digihîjin hev wê demê berhemeke xweşik derdikeve.”

‘Jin û folklora Kurdî mijarên sereke yên tabloyên min in’

Dêrsim Nûredîn sala duyemîn a beşa wênexêziyê dixwîne destnîşan kir ku mamosteyên wan gelek ked ji bo wan dane her wiha behsa mijarên xwe yên sereke kir ku wan dike tablo û wiha pêde çû: “Gav bi gav em hînî wênexêziyê û huneran dibin, di nav de jî peykersazkirina li ser gilê ku em jê şeklên cuda çêdikin. Ji zarokatiya xwe ve ez ji xêzkirinê hez dikim, bi demê re ev hobî û jêhatîbûn bi pêş ket heta ku ez bi awayê fermî derbasî vê beşê bûm. Bêguman her wênesazek li ser şêwazekî taybet meyldar e û ez jî wiha me ku meyleke min heye, jin û folklora Kurdî mijarên sereke yên tabloyên min in.”

Dêrsim Nûredîn hêviyên xwe bilêv kir û wiha bi dawî kir: “Her wiha em pir caran li ser xwezayê jî tabloyan xêz dikin. Em hestên di hundirê xwe de derdixin. Rengên ronî bêtir ruh di wan de heye, mirov hîs dike ku jiyan jê dibare loma bêtir ji van rengan hez dikim. Daxwaza min azadiya gelê min e û di heman demê de tabloyên ku ez û hevalên xwe xêz dikin, li cîhanê belave bibin. Her wiha peyama min ji bo her kesê/a xwedî jêhatî ew e ku tu car nesekine û her dem berdewam bike, hûn dikarin ji tiştên herî biçûk û derfetên kêm berhemeke serkeftî ava bikin.”