Wênesaza Afganî Marî Semadî: Tê xwestin ku hemû reng bibin gewr

Talîbanê dema ku di 15’ê Tebaxê de rêveberiya Afganistanê desteser kir, gavên ku jinan ji gelek waran, wekî huner, perwerde û ji jiyana kar dûr dixin avêtin. Jin xwepêşandanên xwe yên li dijî Talîbanê ku hewl dide wan ji jiyanê qut bike, didomînin. Tevî hemû qedexeyan jî ew bi serhişkî hewl didin xwe li jiyanê bigrin. Yek ji van jinan Marî Semadî ye. Marî Semadî ya ku neçar ma atolyaya xwe ya wênesaziyê veguhezîne mala xwe, ji jinan re dibêje ku divê li dijî jiyana ku tenê bi rengê gewr hatiye ferzkirin hemû rengan bi kar bînin.

BIHARAN LEHIB
Kabîl- Wênesaza Afganî Marî Semadî ku 8 salên dawiya jiyana xwe ji bo rengan terxan kir, tiştên ku bi çavên dil dibîne, bêyî ku bibejê jin, mêr, zarok, xweza, kevneşopî, xweza yan jî mirovan portreyan boyax dike û ew qet nafikire ku dev ji çekirina wêneyan berde.
Marî Semadî ku li parêzgeha Herat a Afganistanê dijî, piştî ku li Îranê bi salan li xerîbiyê ma û bo fêrbûna hunera wênesaziyê vegeriya welatê xwe Afganistanê, dest bi hunera xwe kir. Marî Semadî ku ji bo zarokên Afgan pirtûkên wêneyan jî amade dike, ji ber kêmasiyên aborî neçar ma mamostehî bike û hunera xwe bidomîne.
Marî Semadî ya ku di tabloyên xwe de jinên Afganî derdixe pêş, diyar dike ku ew hewl dide rûye welatê xwe û rûyên jinên welatê xwe li ser tuvalê nîşan bide. Wênesaza pîspor balê dikşîne ku wê dixwest firçeya xwe bide axaftin û wêneyan çebike lê di şert û mercên roja me de, ev hem ji bo wê hem jî ji bo jinên Afganî zehmet bûye.
Li mala xwe dest bi xêzkirinê kir
Hunermend Marî Semadî dibejê ku bi taybetî dema wêneyê jinek li ser hebe, huner û çêkirina hunerê ji hêla Talîbanê ve her roj zehmetir dibe lewre hewldana afirandina hunerê xwedî wateyek girantir e. Marî Semadî diyar dike ku ew ji ber sedemên ewlehî û aborî neçar maye studyoya wênesaziyê bigre û neçar e ku xebatên xwe li malê bidomîne û wiha lê zêde dike; "Bi rastî, ez ji ber gelek sedeman salek e li mala xwe dixebitim. Min sparîşên wêneyan digirt û wêneyan çêdikir. Lê belê sparîşên wêneyên ku me girtin, her çend hindik bin jî niha bi tevahî rawestiyane. Em hewl didin huner û hunermendan bigrin. Galeriyek me ya piçûk a wêneyan hebû, em mecbûr man bigrin. Niha ez tenê dikarim di saziyên perwerdeyê yên taybet de bixebitim.”
Marî Semadî dibêje ku ew tevî hemû astengiyên jiyanê yên ku rû bi rû maye bi hêviyêk mezin hunerê hembez dike û hestên xwe wiha vedibejê; “Hunermend, dikarin bi hunera xwe êşa mirovan nîşan bidin. Ew ne tenê êşê, di heman demê de giyanê êşandî jî vedibêjin. Bi rastî, ev prensîn di hemû şaxên hunerê de ji wêne heya muzîk û helbestê jî derbasdar e.”
"Daxwaz serketin e" 
Marî Semadî diyar kir ku ew bi hêviyek mezin wêneyan çêdike û tu carî dev ji çêkirina wêneyan bernade, bang li civaka hunermend a Afganî û hunermendên jin ên Afganî dike ku li ku derê bin hunera xwe hilberînin û bi hunerê xwe berxwedanê bikin û dibêje; "Ez dixwazim hemû jinên li welatê min bi rengekî azad hilberînin û hesreta xwe ya ji bo azadiyê bi hunerê nîşan bidin. Daxwazkirin serkeftin bi xwe ye."
Marî Semadî ya ku diyar kir dike ji 15’ê Tebaxê pê ve tê xwest bêrengî li welata wê serwer bibe, bi van gotinan hêviyên xwe tîne ziman; "Niha, tê xwestin ku hemû huner û hemû reng bibin gewr, tê xwestin ku jiyan were gewrkirin. Lê dê rojên rengên azad, bextewar û bi kêfxweşî werin û tevahiya jiyana me dagirin. Ez wan rojên xweş ji her kesê re dixwazim.”