Wêne xêzkirin hêviyê dide jin û zarokên Efganî

Wêneyên ku zarokên keç û jinên ji aliyê Talîban ve ji dibîstanan hatî dûrxistin xêz kirine, di çarçoveya 8’ê Adarê de hat pêşandan. Jinên ku tekane çareya wan li dijî zextan têkoşîn e, hunerê jî weke pencereyek hêviyê dibînin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabul – Zextên Talîbanê yê li dijî jinan, bi taybet piştî Tebaxa 2021’an dema rêveberiya Efganistanê xist destê xwe de gelek zêde bûye. Talîban di dawiya 2021’an de xwendina zarokên keç a dibîstana navîn û xwendina jinên ciwan a zanîngehê qedexe kir. Talîbanê rêxistinên civaka sivîl ku destekê didin perwerdeya jinan û saziyên alîkariyê dike hedef û di astek bilind de karkirina jinan di hikumetê de, di sektorên taybet û saziyên navnetewî de asteng kir.

Talîbanê ku rojnamevanên jin û xebatkarên jin ên medyayê ji kar dûr xistin, li jinên ku derdikevin ber kamereyan jî ferz kiriye ku ruyên xwe bi temamî bigrin. Jin bêyî ku mêrek li gel be geştkirina wan ya mesafeyên dûr û çûyîna jinan a park û salonên werzîşê qedexe kir. Talîban bi van hemû polîtîkayên xwe yên zextê hedef dike ku jinan di malê de heps bike, li dijî van hemû zextan jinên Efganistanê her qadê vedigerîne qada têkoşînê.

Zarokên ji dibîstanê hatin dûrxistin berê xwe didin hunerê

Talîban ku li aliyekê jinan di mal de heps dike, li aliyê din jî teşwîq dike ku beşek ji jinan biçin dibîstanên olî. Talîban bi vê armancê ji bo zarokan bi fikrê xwe perwerde bike dibîstanên dînî yên belaş ava kirine. Lê belê malbatên Efganistanê ji bo zarokên xwe ji pêşerojek olî rizgar bikin, wan teşwîqî beşdariya dersên zanistî, fêrbûna ziman, hunera xêzkirin û kaligrafî dikin. Di vê çarçoveyê de di navbera jinên Efgan de hunera xêzkirin û boyaxkirinê piştî ku Talîban hate desthilatê ji wan re bûya qadek a têkoşînê. Jinên ciwan ê ku ji dibîstanan hatin dûrxistin êdî berê xwe didin hunerê û hebûna xwe di van qadan de îsbat dikin.

‘150 zarokên keç di galeriyê de perwerde dibînin’

Li Kabulê jinên ciwan ên refa 12’an temam kirine, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî di 7’ê Adarê de li Dash Barchi ya Kabulê  pêşangeha berhemên hunerî ji bo rojekê vekirin. Di van hemû berheman de berxwedana jinan û sûcên li dijî wan hatin kirin tê vegotin.

Têkildarî pêşangehê ji rayedara Galeriya Hunerê ya Marjînal Zahra Rezaeî wiha got: “Ev galerî di sala 2017’an de hate avakirin û li vê derê nêzî 100, 150 zarokên keç perwerde dibînin. Me vê pêşangehê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî ji bo jin deng, êş û hêviyên xwe bînin ziman vekir.”

Zahra Rezaei diyar kir ku di qada wêneyan de ji sala 1997’an heta niha gelek kes derçûne û wiha got: “Hun çiqas hunerê fêr bibin, hunê ewqas pêşbikevin. Qada wêneyê beşên nû, terzên cûda digre nava xwe. Hemû kesên ku dixwazin divê qadê de bixebitin, bi salan dikarin fêrbûn û xebatê bidomînin. Xwendekarên ku derçûne dikarin weke mamosta bixebitin. Ferqa di navbera beriya Talîban û piştî wê de, zêdebûna hejmara xwendevanan e. Ji ber Talîban deriyê zanîngeh û dibîstanan li zarokên keç û jinên ciwan girt. Ji ber vê yekê zarokên keç û jinên ciwan di qada hunerê de cih digrin û xwe pêşdixin.”

‘Bila jin hêviyên xwe winda nekin’

Zahra Rezaei di dawiya axaftina xwe de ev peyam da jinan: “Jin di kijan rewşê de bin bila be, divê hêviyên xwe winda nekin. Hewl bidin huner û pîşeyekê fêr bibin û ji bo pêşketinê serî li her riyê bidin.”

Deriyek hêviyê

Zulfa Mohammadî ku heta refa 9’an perwerde dîtiye û piştre ji ber zexta Talîbanê ji perwerdeyê hatiye dûrxistin, yek ji xwendevana Galeriya Hunerê ya Marjînal e. Zulfa Mohammadî ji derveyî xêzkirina wêneyan bi wênekêşiyê re jî eleqeder dibe wiha got: “Vê pêşangehê me bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî vekiriye. Me xwest em ji zarokên keç û jinên Efgan re bibin deriyê hêviyê. Ez 8’ê Adarê li hemû jinên bi cesaret pîroz dikim. Bi riya hunerê em dikarin pencereyek hêviyê ji zarokên keç û jinan re vekin. Di pêşangehê de wêneyên keçên ku ji dibîstanan hatine dûrxistin cih digre.”

‘Tekane çareya jinên Efgan têkoşîn e’

Zulfa Mohammadî destnîşan kir ku herî zêde di qada wênekêşiyê de dixebite û got: “Destpêkê min di qada wênekêşiyê de perwerde dît û piştre ji ber herdû huner bi hevdu re girêdayî bûn min dest bi xêzkirina wêneyan kir. Di heman demê de min xwest di xebatên jinan de jî cih bigrim, lê belê ji ber pirsgirêkên hatin jiyîn min nedomand. Tekane çareya jinên Efgan têkoşîn e. Divê cesareta xwe winda nekin. Bi cesaret bin û dest jê bernedin. Ez di wê hêviyê de me ku ger jin xebat û hedefên xwe bidomînin dê di qadên perwerde, huner û kar de rola bi bandor bilîzin.”