'Wêje bîra neteweyî û mirovî diparêze'

Helbestvan û akademîsyena Lubnanî Henan Ferfûr diyar kir ku wêje bîra neteweyî û mirovî diparêze.

FADIYE CUMAA

Beyrût – Di cîhaneke ku pirsên li ser hebûn û nasnameyê bi berdewamî tên kirin de, huner û wêje pencereyên vekirî ne, ber bi avakirina hişmendî û berdewamiya nasnameya neteweyî ve. Ji helbestê ku rastiyan ji sextekirina dîrokê diparêze bigre heya sînemayê ku çîrokan bi hûrgiliyên herî piçûk nîşan dide, rêwîtiya lêgerîna wateyê tê temsîlkirin.

Nivîsandin û sînema riyek peyda kirine ji bo zelalkirina wêneyek zindî ya civaka Lubnanê di navbera aloziyên xeternak ên di navbera krîzên li pey hev de. Her wiha bi şer û encamên wî yên giran ên ku hê jî gelê Lubnanî aciz dikin. Di navbera xetên helbestî û wêneyên sînemayî de, vegotina Lubnanî ya hemdem, weke ku ji hêla hunermendên jin ve tê dîtin di ronahiya krîzên li pey hev de tê entegrekirin.

'Wêje bîra neteweyî û mirovî diparêze'

Helbestvan û akademîsyana Lubnanî Henan Ferfûr diyar kir ku weje bi taybetî helbest di teşegirtin yan parastina nasnameya Lubnanê de xwedî rol û got: "Dîrok ji hêla serkeftiyan ve tê nivîsandin. Ji ber ku wêje gelek caran îfadeyeke rasteqîn a wijdanê mirovî yê takekesî û kolektîf e, bi berhemên xwe yên hesas û nazik bandorê li bûyer, şêwazên jiyanê û reftarên li dora wan dikin û bertek nîşanî wan didin. Em dikarin wêjeyê weke yek ji depoyên herî rasteqîn ên bîra demkî bihesibînin. Wêje rastiyan ji derewîniya dîrokê diparêze û bûyeran li gorî berteka gel a li hemberî wan nemir dike. Li gorî dîrokê ew di demek dirêj de bîra neteweyî û mirovî diparêze."

Bandorên şer li ser nivîsandin û wêjeyê

Der barê bandora bûyerên dawî yên li Lubnanê li ser nivîsandina wê, Henan Ferfûr da zanîn ku ew ne şer bûye, erdhejek tirsnak bûye ku her tişt wêran kiriye û wiha axivî: “Şerê dawî deriyê mezin, ji bo cinawirê çavbirçî, bikêrhatî û materyalîst vekir ku cesedê giyan û bedena mirovan dixwe. Şer ziman guherand û wateyê ji nû ve pênase kir ji ber ku wî me bi awayekî eşkere li ber têkoşîna heyî ya di navbera ruh û madeyê de, di navbera xerabiya ku heta niha serkeftî xuya dike û qenciya ku bi têkçûnên bi êş di krîzê de ye ve bir."

'Jin bi adetên civakê re rûbirû ne'

Henan Ferfûr tekez kir ku hê jî bandorên paşverû li ser rola jinan di civakê de hene û wiha pê de çû: "Civaka me hê jî bi gelek adet, kevneşopî û awayên ramanê yên paşverû ve girêdayî ye. Nivîsandin acizker û êşdar e bi dijwarî û zehmetiyan re rû bi rû dimîne, ji ber ku ew tabûyên pîroz in. Îro, jinan hêjahiya xwe îsbat kirine, dengê xwe bilind kirine û piştî dehan salan înkarkirinê, nasnameya civakê weke afirîner, ramanwer û çalakvan bi dest xistine. Niha dijwarî ne di cureya nivîsandinê de ye lê di asta rûbirûbûna wê û wêrektiya wê de ye."

'Nivîskar parçeyek ji mîrasa çandî ye'

Henan Ferfûr di berdewamiya gotinên xwe de diyar kir ku ew xwe weke beşek ji mîrata çandî dibîne û wiha got: "Ez bawer dikim ku her nivîskarek şahidê serdemê ye. Bîranînek bûyeran diparêze, guhertinan nîşan dide û ber bi rastiya hestiyarî ve diçe. Ji ber ku hest rezervuarek rastîn a hebûnê ne. Dema ku helbestvanek li hemberî rastiya xwe bi erênî yan neyînî, bertek nîşan dide, dema ku ew li ser evîn, ax û mirovahiyê dinivîsîne û dema ku ew bi hebûnê re diyalogê datîne, bêguman ew nasnameya çandî diparêze û xurt dike. Di serdema globalîzasyon û nirxên guherbar de, nivîsandina rastîn dibe kiryarek berxwedanê ku bêhempabûna çanda xwe diparêze."