“Tabloyên min neqşên jiyanê ne”

Cîhan Hiso ji bajarê Qamişloyê ye, bi tiliyên xwe yên afrîner tabloyên rengîn bi hunera gravur xêz dike. Cîhan bi riya amûrên sar wekî tep tablo û berhemên nû pêşkêş dike û vedijîne ji bo karektereke nû ji hunera wênexêziyê re biafirîne.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Xeml û xweşikahiya ku jin di hundirê xwe de dijîn, bi hunerên cur be cur derdixe holê. Jina ku afrîneriya jiyanê dike, her tiştê bi wate û bi manewiyat dike. Jiyan li ser hunerê  xweş dibe, huner jî gelek awayên wê yên taybet û cuda hene. Dema gotina wênexêzî tê ser zimanê mirov, fikra yekem a ku dikeve bala mirov, xêzkirina li ser pelan e. Lê li gel jina ciwan a bi navê Cîhan Hiso ya bi temenê xwe 19 salî ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xêzkirina tabloyan cuda ye. Cîhan Hiso bi riya tep û amûrên herî biçûk, tabloyên cuda çêdike û karektereke xwe ê taybet dide avakirin. Cîhan Hiso der barê hunerê xwe de nêrîna xwe bi me re parve kir.
“Di sala 2019’an de bi tabloyên xwe beşdarî pêşangehê dibe”
Cîhan Hiso qala hezkirina xwe ya ji bo hunerê û bandora hunerê ya li ser jiyana xwe wiha dike: “Hezkirina min ji hunerê re, ji biçûkatiyê ve dest pê kir. Bavê min wênexêz e û min ev îlham ji wî girt ev yek moral da min ku ez xwe di aliyê hunerê de bi pêş bixim. Piştî ku min dibistana seretayî bi dawî kir, dema min a vala hebû û derfet li pêş min vebûn ku ez xwe hînî hunerên cuda bikim. Min li ser malperên medyayê der barê tabloyan de lêkolîn kir û ez dikarim bêjim ku ez xêzkirinê ji vîdyoyên înternetê fêr bûm. Her ku min çêdikir, fikrên reng bi reng bi min re ava dibûn. Di sala 2019’an de bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûm û ji bo min gaveke serkeftî bû. Tevî karê ku ez dikim, ji bo min tişta herî girîng serkeftin û dirûstbûn e. Ez dikarim bibêjim ku armanca min ji vê karê ne darayî ye, armanca min a sereke ew e ku ez îsbat bikim, jin dikarin di her beşê de jêhatî bin û bi hunera xwe kêfxweşiyê bidin.”
“Huner neqşê jiyanê ye”
Cîhan Hiso diyar dike ku her tabloyek çîrokekî vedibêje û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Min xwest ez tabloyên xwe li ser tepan xêz bikim, ji ber ku awayekî hunerê ya nû ye û kêm kes li bajarê Qamişloyê bi kar tînin. Min xwest ez nêrîna  mirovan a ji bo wênexêziyê bidim guhertin û tiştekî cuda pêşkêş bikim. Armanca min a duyemîn ew e ku ez tiştên sar û bêcan vejînim her wiha ez bidim xuyakirin ku tiştên biçûk û bêruh bi hunerê dikarin mayînde bibin, mîna tep her kes dizane ku tişteke ne zindî ye,  dema bi rengekî cuda were pêşkêşkirin û li ser were xêzkirin dê çîrokeke herî  bedew derbixe holê. Huner neqşê jiyanê ye.”
“Berhemên min û awayên çêkirina wan”
Cîhan Hiso wiha berhem û awayên çêkirina wan rêz kir: “Ez zehmetî di aliyê peydakirina pêdiviyên tabloyan de dijîm lê heya ji min tê hewl didim li pêşiya hunerê xwe nekim asteng. Amûra ku esasî ez di vê hunerê de bi kar tînim texte ye. Her wiha ez firçe û rengên akrîlîk bi kar tînim. Çiqas amûr bênirx û ji rêzê bin jî huner dikare nirxekî mezin bide wan û gelek xweşik jî dike. Dema ez dest bi berhemek dikim, di destpêkê de li ser tep bi pênûsê xêz dikim da ku wêne sabît û xweşik derkeve û bingeha tablo çêdibe. Paşê jî bi rengên akrîlîk xêz dikim û di dawiyê de bi madeyek sabît çarçove dikim ji bo ku xirab nebe. Her wiha ez li ser tabloyan bi riya şewatê jî cudahî didim. Berhemên min ên biçûk jî hene û kesê ku bixwaze dikare her deverê bixemilîne û li gorî kesên ku daxwaz dikin çêdikim. Di heman demê de bi mismaran û ta, tabloyên hunerî çêdikim û ev rengekî cuda ye û heta roja îro tu kesê li bajarê me bi kar neaniye, ji ber ku taybetmendiyek wê heye.”
“Jin bi israra xwe dikarin bighîjin armanca xwe”
 
Cîhan Hiso herî dawî da zanîn ku ew hewl dide di dema pêş de bibe wênexêzek navdar û serkeftî û wiha bi dawî kir: “Dema mirov bixwaze dest bi karekî bike, pêwîst e bi dil û can tevli bibe, hezkirina xwe ji kar re raber bike, ji bo bikaribe bi pêş bikeve û bibe pispor di karê xwe de. Di dema niha de, tora medyaya civakî gelek bi pêş ketiye û her kes bi kar tîne, ji bo wê min pêdivî bi rûpeleke medyaya civakî dît da ku bêtir bikaribim berhemên xwe pêşkêşî civakê bikim. Ez dikarim bibêjim ku medyaya civakî ji bo danasîna berhemên min baş e û alîkariya min dike. Buhayê berhemên min li gorî bazarê kêm e, ji ber ku armanca min ne darayî ye, tenê ez dixwazim hunera xwe pêşkêş bikim û bigihîjim her kesê. Ez jî wek jineke ciwan dikarim bibêjim ku jin dikarin her karê bikin û di her dezgehê de xwe îfade bikin. Divê her jinek ku qabiliyeta wê hebe xwe bi pêş bixe û astengiyan neke sînor ji hunera xwe re. Mirov bi ked û israra xwe dikare bigihîje armanca xwe. Di dema pêş de ez dixwazim karê min bigihîje her kesê û pêşangehek li dar bixim û bibim wênexêzeke navdar û serkeftî.”