Sînemager Edûlê Şahîn: Şoreşa Jinan sînemager û çîrokên cîhanê anî ba hev

Sînemager Edûlê Şahîn a ku di 5’emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî “Çîrokên hevpar, sînema azad e” de cih girt dibêje ku warê Şoreşa Jinê mihrîcanekî jin û çîrokên cîhanê anî ba hev, hembêz kir.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – 5’emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava “Çîrokên hevpar, sînema azad e” ku li bajarê Qamişloyê di 17-20’ê Mijdarê de hatibû lidar xistin, piştî nîşandana 86 fîlmên Kurdî û navneteweyî ku jê 12 fîlmên jinan bûn, mihrîcan bi dawî bû.

Sînemager Edûlê Şahîn a ku beşdarî mihrîcanê bûbû têkildarê mihrîcanê bersiva pirsên ajansa me da.

Elaqeya jinan ji mihrîcanê re

*5’emîn Mihrîcana Fîlman a Rojava ya îsal eleqeyeke mezin a raya giştî kişand, bi taybetî ji aliyê jinan ve. Hûn difikirin ku çavkaniya vê eleqeyê çi ye? Têkiliya jinan bi sînemayê re çawa herêmê diguherîne?

Me ji bo Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî xwe li Rojava dît. Mihrîcan rastî elaqeyek pir mezin ji hêla jinan û gelên cûda yên ku bi rêya mihrîcanê hatin ba hev, hat. Elaqeya ku rastî mihrîcanê hat, bê guman ji şoreşa ku li vir hatiye lidar xistin tê. Bandora Şoreşa Jin bandora xwe li ser mihrîcanê jî kir û atmosferek cûda da wê. Sînemagerên jin û jinên ku bi cil û bergên xwe yê gelêrî di mihrîcanê de cih girtin, hewayek cûda bû. Em jibîr nekin lidarxistina mihrîcanê bi ked û fikra Rêber Abdullah Ocalan ya ji bo azadiya jinê pêş ket. Bingeha hatina jinan a mihrîcanê ji pêşbîniyên Rêber Apo ku heta roja îro diteyise, tê. Bi vê bandoriyê jin herikîn qada Rojava ku şoreş lê hatiye çêkirin û bi zimanê xwe sînemaya xwe pêşdixîne ye.

Pêşveçûna nûneratiya jinan di sînemaya Rojhilata Navîn de

*Wênekirina karakterên jin di sînemaya Rojhilata Navîn de di salên borî de veguherînên girîng derbas kiriye. Bi raya we, jin îro di sînemaya Rojhilata Navîn de herî zêde bi çi dijwarîyên temsîlî re rû bi rû dimînin? Ev mihrîcan perspektîfek nû ya çawa di vî warî de pêşkêş dike?

Keda jinan di sînemaya Rojhilata Navîn de pir zêde ye. Ji lewra pêşketinên li Rojhilata Navîn çêdibin li ser qada sînemayê jî diteyise. Ji loma dema ku hêza jinan ji nedîtî ve tê dîtin keda jinan di pêşçavkirina wê de jî heye. Di astek cîhanî de xebatên jinên sînemager hene û bi nirx in. Di rol û misyonên ji bo jinan de tê xêzkirin ku ji hêla derve ev rol jêre tê diyarkirin, derbaskirina wê çêdibe. Me ev di mihrîcanê de dît dema ku derhênerên fîlmên xwe yê çêkirî di mihrîcanê de pêşkêş kirin. Keda fîlmçêkerên jin yên di asta Rojhilata Navîn û cîhanê di mihrîcanê de amade bûn, ya pêş çav heye. Jinên ji ziman û netewên cûr be cûr yên li vir hatin ba hev, xwe ji vir hîs dikin. Fîlmên ku çêdikin jî hewl didin bi hestên xwe yê azad bînin ziman. Hatina ewqas derhêner û sînemager ba hev bandora xwe li ser xebata mihrîcanê bi demdirêj wê çêbike.

Nîşandana perspektîfa azadiya jinan di sînemayê de

*Bandora tevgera civakî ya li ser azadiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser hilberîna hunerî bi berfirehî tê nîqaş kirin. Hûn difikirin ku ev perspektîf di sînemayê de çi zimanek exlaqî, estetîkî û vegotinî diafirîne?

Di cîhanê de ferasetek li hember estetîkê pir cûdatir heye. Em li vir hewl didin civakek etîk û estetîk ava bikin ev tê pêş dîtin û ji bo wê ked û xebat tê kirin. Bê guman bandora wê li ser qada hûner û sînemayê jî diyarker e. Estetîka ku li cîhanê di qada sînemayê de tê bilêvkirin û sînemaya ku li vir em dixwazin çêbikin ne bi wî rengî ye. Ne wekî girtina fîzîka jin û xweşikbûna wê, biqasî ku em fikr û xweşikbûna wê ya rastîn digrin dest. Bi feraseta jin sînema çêkirin perspektîfek cûda dide. Li dijî etîka civakê bi her cûre êrîş û şerê taybet tê meşandin û avakirina civakek exalqî û polîtîk teyisandina xwe ya li ser xebatên tên çêkirin de, girîng e.

Di bin pencên dagirkeriyê de gelek xebat

*Dîtina derhêner, lîstikvan û fîlmçêkerên jin di mihrîcanê de girîng e. Rewşa çandî ya heyî ya li Rojava ji bo jinên fîlmçêker çi hawîrdorek peyda dike ku hilberînin? Ma hîn jî astengî hene ku werin derbaskirin?

Di warê şer de gelek astengiyên xebata sînemayê jî hene. Di bin pencên dagirkeriyê de gelek xebat tên çêkirin lê bandora wê di warê derûnî de jî heye. Zehmetiyên vê xebatê pir zêde ne, wekî di bin dengê balafiran de û şerê taybet de xebat kirin. Jin di nav zayendperestiya civakî xebatên sînemayê dimeşîne de rû bi rû yê hin qalibên civakî yên ku bi salan e teşe girtine, tê. Di heman demê de di warê sînorên dagirkerî avakirin e û hişmendiya ku bi salan e teşe girtiye di sînemayê de derbas kirin, zehmetiyên wê pir in. Ev wê çawa derbas bibe? Bi kesayetek şerker pêkan e û şerekî mezin dixwaze.

Hem wextî wê bi hestên azad kedayîn pêwîstiyek wê ya mezin heye. Sînemagerên jin zehmetiyên pir mezin dikşînin, em vê hîs dikin û dibînin. Ya herî girîng di nav ewqas êrîş û zehmetî de xebat meşandin e. Ji bo me elaqeyên bi mihrîcanê re tên nîşan dan, diyarî û xelata herî mezin e. Elaqeyên bi hestên azad, demokratîk, xwûşk û biratiya gelan di warê sînema de pêşxistin, ji bo me jinan armanca sereke ye. Ger em vê bikin em ê bikaribin cangoriyên li ser vê axê berdêl dane bi xebatên xwe yê sînemagerî jîndar bikin. Ji lewra di demên pêş de em ê ji bo belavkirina ramanên Rêber Apo xebatên hîn mezintir bikin.

Pêşeroja hilberîna çandî

*Hûn difikirin ku Mihrîcana Fîlman a Rojava çawa pêşeroja çand û hunerê li herêmê şekil dide? Ev nêzîkatiya nû ya sînemayê, ku ji hêla jinan ve tê rêvebirin çawa dikare cihê xwe li ser nexşeya sînemayî ya giştî ya Rojhilata Navîn bibîne?

Ev mihrîcan û mihrîcanên beriya wê jî hêviyên pir mezin dide û her mihrîcanek tiştek li ser zêde dibe. Wê ev mihrîcan di demên pêş de di bi erênî bandora xwe bike. Di pêşandina fîlman de ji ber zexta tamaşevanan rê êdî nema ku her kes fîlman tamaşe bike. Li ser vê yekê xebatên vekirina salonên fîlman were kirin pir girîng e. Me dît ku gel êdî birçîyê çand û hûnera xwe ye, dixwazin fîlman û şanoyan tamaşe bikin, ji lewra elaqeyek pir mezin were nîşan dan heye.

Kesên ku dixwestin sînemayek alternatîf çêbikin û nikarîbûn, îro derfeta wê heye. Kesên sînema hez û hûner hez dikarin di nav xebatan de rol bilîzin. Em bi hev re xebatek wiha pêşbixînin ji ber yek alî çênabe. Em hemû bi hev re dikarin çand û hûnera xwe birêve bibin û mîrasekî ji bo pêşeroj û nifşên pêşiya xwe bihêlin.

Bi çîrokên hevpar û sînemaya azad jinên Rojhilata Navîn û Ewropayê hatin ba hev

Hestên ku jin dighînin hev hene ku her çiqasî kîlometre di navbera wan he hebin jî. Sedem jî ew ku çîrokên me hevpar in û dişibin hev. Hestên me dighîne hev û çîrokên me yê hevpar, ewqas mesafeyên dirêj kin kirin û me anîn ba hev.

Bi pêtek biçûk me destpê kir. Bi wê hêviya ku Rêber Apo xiste dilê me em li dora xwe dinêrin, zarokan hez dikin, xwezaya xwe diparêzin û bi jinan re hevaltî dikin. Ev jîlemû ango pêta agirek biçûk dikare pê şoreş ava bibin û guhertin û veguhertinên zinhî çêbibin. Her rojek derbas dibe em hêviyên xwe mezintir dikin ku bi Rêbertî re azad sînemaya xwe pêş bixînin û fîlman bi Rêberê xwe re azad tamaşe bikin. Bi hev re di welat de azad bigerin û karê xwe yê hûnerî bikin.