Serlî Sîmonyan a ku çanda Ermeniyan zindî dike, awazên xwe bi du zimanan vedibêje

Erdnîgariya Mezopotamyayê wekî axên ku ziman, reng û çanda gelan bi ketine navê xwe di dîrokê de nivîsiye. Helbet ev tevlîhevbûn ji awazan bigire heta rêzikan, li jiyana rojane ya gelên Mezopotamyayê jî belav dibe. Bi govendên gelên Ermenî, Ereb û Kurd ên bi hev ve girêdayî ne, di awazên xwe de qasî komkujiyan hêviyê jî nîşan dide. Werin em guh bidin awazên Ermenî û Erebî yên Serlî Sîmonyana ku yek ji jêhatiyên jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

REHEF YUSİF
Qamişlo – Dema Serlî Sîmonyan cara yekem derket ser dikê, baweriya wê bi wê qels bû, lê baweriya wê ya bi hişmendiya dîrokî temam bû. Ev belkî jî bû sedem ku bi awazan tiştê ku dixwest vebêje, ji wê derê girt. Werin em guh bidin dengê beşeke teng a Mezopotamyayê ku jêre dibêje gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Werin em guh bidin Serlî Sîmonyan a ku li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî, êş û hêviyên ax û gelên kevnar ên Mezopotamyayê distire. Serlî Sîmonyan a 21 salî, namzeteke hunermend e ku di temenê xwe yê ciwan de toza sahnê daqurtîne. Serlî Simonyan a ku bi jêhatiya xwe ya ku karîbû muzîka gelê xwe dewlemendbike û bi piştgiriya jêhatiyên xwe dilê xwe daye awazan. 
Bi parvekirinê re dîwarên tirsê hilweşand
Serlî Sîmonyan ku roj bi roj hewl dide xebatên xwe bi pêş ve bibe, bi xebatên xwe yên li ser medya yê ku rastî ecibandinê hat, astengiyên tirs û xofa stranbêjiya li ser dikê heta radeyekê şikand ji ajansa me re axivî û got "Min piştî barkirina stranên xwe li ser medyayê astengiya tirsa xwe şikand. Vê yekê cesaret û piştgirî da min da ku jêhatiyên xwe pêşbixim.” 
Di sala 2017’an de dest bi perwerdeya muzîkê kir
Serlî Sîmonyan, anî ziman ku heta sala 2017'an perwerdehiya muzîkê ya profesyonel negirtiye, bi vekirina dibistana mûzîkê re dest bi perwerdehiya muzîkê kiriye û ew difikire ku tevî demeke dirêj perwerdeya muzîkê dîtiye jî di asta ku tê dixwazê de dengê wê pêş neketiye. Serlî Sîmonyana ku dizane xwe têr dîtina di hunerê de xeternak e, destnîşan kir ku ew hertim xwe bi pêş dixe.
Di awazên wê de Şopên Qirkirina Ermeniyan heye
Serlî Sîmonyan destnîşan kir ku ew dixwaze bi awazên xwe ji gelê xwe re bibe deng û destnîşan kir ku ew ji bo qirkirina Ermeniyan a sala 1915'an neyê jibîrkirin û di bîranînan de cihê xwe diparêze klîbeke vîdyoyê amade kiriye. Serlî Sîmonyan ku ji hevsalên xwe û yên ku dixwazin bi muzîkê re mijûl bibin pêşniyar dike ku xwe ji hêmanên sade yên muzîka gelerî dûr nekevin û li şûna populerbûna rojane peyvên biwate bikar bînin, orîjînaliya her dengekê bigrin dest. Ew alîgirê wê yekê ye ku divê awaz ji aliyê gelan ve "ji bo bibe parçeyek mîrasa wan" bê vegotin. Serlî Sîmonyan, anî ziman ku ew hiskirina xwe ya ji bo huner û muzîkê bi qasî “hewcehiya av û hewayê” girîng dibîne, dudilî nabîne ku xwe di destpêka rê de pênase dike û soz dide ku ew ê hin zêdetir bixebite.
Werin em bi hev re guh bidin awazên Serlî yên bi herdu zimanan 
Serlî Sîmonyan ku bi dengê xwe yê nerm awazên gelê xwe distire û bi berhemdariya xwe hewl dide xwe îspat bike, dibêje ku ew jî hewl dide ku repertuara xwe ya erebî fireh bihêle. Werin em bi hev re li awazên peyvên Erebî û Ermenî yên Serlî Semonyan ku em ji gotinên wê fam bikin an na, bi gotina nijad, ziman û olê muzîkê tune ye, ew gerdûnî ye guhdarî bikin