Serhildanên jinan jê re bû îlham: Navenda Çandê ya Jîna vekir

Dîdar Kamil a xwediya navendê ye destnîşan kir ku ew bi bandora serhildana Jin, Jiyan, Azadî navendek bi navê Jîna vekiriye ku ji bo jinan derfetê xwendinê vedike.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî - Dîdar Kamil ku navendeke çandî ye ji bo xizmeta jinan û lêkolînên civakê vekiriye, ji şoreşa Rojhilatê Kurdistanê ya ku bi pêşengiya jinan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir gelek bi bandor dibe û navê navenda xwe ya çandî dike ‘Jîna.’ Li navenda çandê ya bi navê ‘Jîna’ hemû cureyên pirtûkan ên ji bo xwendin û lêkolînên civakê tê dîtin. Gelek kes bi taybetî ciwan ji bo lêkolîn û xwendinê serdana Navenda Çandî ya Jîna dikin. 

Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jê re bû îlham

Dîdar Kamil a xwediya navenda çandî diyar kir ku fikrên xebatê vedigere beriya 4 salan û got: “Bi danîna refek pirtûkan min dest pê kir. Piştre min li gel hevjînê xwe biryar da ku navendeke çandê bi navê Jîna vekin. Ji ber sala borî şoreşa jinan li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û bû şoreşa jinan Kurd. Me jî ji bo rêzgirtina şoreşa jinan min biryar da navê navenda xwe bikim Jîna.”

‘Vekirina navendê riyek ji bo berdewamiya xebatê ye’

Dîdar Kamil da zanîn ku navenda wan ji 17’ê Hezîranê ve ji bo xwendevanan hatiye vekirin û got: “Ji aliyê xelkê ve jî rastî eleqeyê tên gelek kes tên vê derê hem jî ji bo lêkolînê hem jî ji bo xwendinê pirtûkan digrin û dixwînin. Rojane saet ji 9:30’ê sibehê heta 6:30’ê êvarê vekiriye. Li Rojhilatê Kurdistanê bi awayek cuda nêzî Kurd û jinên Kurd dibin. Weke jineke Kurd vê yekê bandor li min kir ku çawa dibe rê nadin bi zimanê Kurdî biaxivin û li gorî çanda xwe bijîn. Min jî hewl da bi riya vê navendê vê şoreşê zindî bikim da ku bikaribin bi xebatên xwe weke Kurd azadî û mafên xwe bi dest bixim. Destpêkê navanda min zêde nedihat naskirin, rojane bi riya medyaya dijîtal min behsa kar û çalakiyên li vê derê tên kirin kir û xelk berê xwe dide navendê. Li vê navedê hemû cureyên roman, pirtûkên derûnînasî, dîrokî, ayînî, erdnîgarî, tendirustî, çandî û hunerî hene.”

‘Bingeha hişyariya jinan xwendin e’

Dîdar Kamil destnîşan kir ku divê jin hişyar bin û mafên xwe bi dest bixin û wiha got: “Ji bo hişyariya jinan bingeh heye, ew jî xwendin e. Ji bo wê jî di navendê de em girîngî didin pirtûkên ku nivîskarên wan jin in. Zêdetir ciwan ji bo xwendina pirtûkan tên vê navendê. Ez gelek kêfxweş dibim ku li hemû bajaran pirtûkxaneyek hebe, ji ber niha beşek zêde ya jinan di malê de ne û divê cihek hebe ku jin bikaribin pirtûk an jî tiştek bi sûd bixwînin û dîroka xwe bizanibin û agahiya wan ji wan çalakiyên ku li seranserê cîhanê jinan dane destpêkirin hebe. Her wiha erkên jinan ew e ku di civakê de bizane bin. Ji ber em jin carnan karên ku xizmetê ji me re neke dikin.”

Dîdar Kamil wiha behsa asta jinan a pirtûkxwendinê kir: “Li gorî 10 salên borî  pêşketin heye. Gelek caran kesên ku serdana me dikin em li gorî temenê wan pirtûkan pêşniyar dikin û gelek caran bi xwe tên hildibijêrin ka kîjan pirtûkê bixwînin. Min jî weke jinekê berê jî li pirtukxaneyê kar kiriye û min pirtûkên der barê hemû mijaran de xwendine. Bi taybetî pirtûkên dîrokî da ku der barê dîroka jinan de bibim xwedî ezmûn. Min girîngî daye romanên ku jinan nivîsandine. Ji bo dema ku jinek dixwîne îradeyek bi hêz pê re çêdibe. Niha xelk bi pey mijarên din ketine û girîngî nadin wan mijarên ku wateyek wan heye, vê jî wisa kiriye ku heta astekê xwendin piştguh bibe.”