Roja 4’an ya mihrîcanê bi xebatên wêjeyî û helbestan destpê kir

Mihrîcana Şehîd Berçem di roja xwe ya dawî de bi xebatên wêjeyî, çandî û helbestan li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido destpê kir.

Kobanê – Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ku ji 6’ê Îlonê ve dest bi 2’emîn Mihrîcana Şehîd Berçem kiriye, îroj di roja 4’an de bi dawî dibe.

Piştî sê rojên bi xebatên çandî û hûnerî dagirtî ji pêşengeh, şano, tameşekirina belgefilm, govend û stranan, danê sibehê yê roja 4’an yê mihrîcanê ji bo beşa wêje û helbestan hat veqetandin.

Li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido bi dehan beşdarvanên mihrîcanê, gelê Kobanê, nivîskar, helbestvan û wêjevan amede bûn. Di destpêkê de ji aliyê helbestvan Xalîse Husên û Meryem Temir ve helbestên cur be cur hatin pêşkêş kirin.

Piştre panêlek ku naveroka wê li ser Çand û Hûnera jin, Wêjey û rola Rêber Apo di pêşxistina van xalan de hat lidarxistin. Panêl ji aliyê Mizgîn Çolaq, Şêrîn Reşîd û Botan Hoşî ve hat birêvebirin.

Mihrîcana ku ji 6’ê Îlonê ve destpê kiriye dê îşev li qada şehîd Egîd bi bernameyên komên mûzik, govend û stranbêjan re, her wiha xilatkirina komên ku beşdarî mihrîcanê bûn bi dawî bibe.