'Rakin Meşala Newrozê' wê li qadên Newrozê deng vede
Di Newroza 2023'an de strana 'Rakin meşala Newrozê' wê li her qadê deng vede.
Navenda Nûçeyan – Newroza 2023’an wê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê” bê lidarxistin. Li Amedê starta pîrozbahiya Newrozê ya ji bo kesên di erdheja navennda vê Mereşê de jiyana xwe ji dest dane hat dayîn, strana Newrozê ya îsal jî hat pêşkêşkirin.
Mihemedê Pîrosî strana Newrozê ya bi navê 'Rakin meşala Newrozê' nivîsand û ji aliyê Kolektîfa Navendên Çanda Mezopotamyayê ve gotin.
Gotinên strana "Rakin meşala Newrozê" wiha ye:
Rakin Meşala Newrozê
Wek dilopên cemra mezin
Dîsa ketine xwezayê
Derket roja li rojhilatê
Germ û şewqa xwe dayê
Dengê serdemeke nû
Kuşt hêza sir û sermayê
Agirê germesor em in
Newrozê tîna xwe dayê
***
Dîsa em, pêla bahozê
Hilda bizotê Newrozê
Em ê rakin dûxan û tozê
Bi meş govenda Newrozê
Rakin meşala Newrozê
***
Dîsa em qewmê mezin
Li vê axê bû hêz û vîn
Em in hêrsa li dîrokê
Ser soz û qewlê dawîn
Sonda me bi demsalan
Bihar payîz û havîn
Îsal agirê Newrozê
Dê bikin gurzê dawîn
***
Dîsa em, pêla bahozê
Hilda bizotê Newrozê
Em ê rakin dûxan û tozê
Bi meş govenda Newrozê
Rakin meşala Newrozê