Qamişlo malavaniyê ji 10’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê re dike

Jinên ku bi berhemên xwe beşdarî 10’emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê bûn, anîn ziman ku girîngiya festîvala îsal, peyama ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi taybetî ji bo jinan hatiye şandin e.

PELÎN NÛPELDA

Qamişlo – 10’emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê ku her sal di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de destpê dikir lê îsal ji ber êrîşan taloqî Nîsanê hatibû kirin, bi berhemên cur bi cur ên jinan duh destpê kir. Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn di bin dirûşma “Hunera azad bi deng û rengê jinê ye” li bexçeyê Azadî yê li bajarê Qamişloyê dest bi çalakiyên festîvalê kirin.

‘Jinên di nav Rêveberiya Xweser de ne, ji bo dinyayê mînak in’

Di festîvalê de nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên saziyên civaka sivîl û yên jin, şêniyên kantona Cizîrê bi cil û bergên xwe yên floklorîk amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevseroka Meclîsa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo axivî. Sîham destnîşan kir ku jinên di nava Rêveberiya Xweser de, ji bo hemû jinên li cîhanê bûne nimûneyek, jinan di warê wêje, huner û çandê de serkeftinên berbiçav bi dest xistine û wiha berdewam kir: “Jinan di şoreşa çandê ya li herêmê de cîh girtin. Di vê oxirê de gelek sazî hatin damezrandin.”

‘Hemû pêkhate di festîvalê de cîh digirin’

Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û endama komîteya amadekar a festîvalê Firyal Çolî jî destpêkê bixêrhatina mêvanan kir. Firyar da zanîn ku ew niha di festîvalê de projeya neteweya demokratîk ku tê de hemû pêkhate cîh digirin dibînin û ji bo wan jî ev serkeftinek e. Di bernameya duh de koma Stêra Zêrîn a stranan, stranên xwe pêşkêş kir. Helbestvan Ayfer Yildiztan jî helbestan xwend. Her wiha Koma Enûş Ebîdiyan a Ermen, li ser dikê govend gerand. Peyamên ku ji aliyên hunermendên jin ên Sûriyeyê û Kurdistanê ve hatibûn şandin, di nava bernameyê de hatin xwendin.

Jin bi tabloyên xwe cîh digirin

Di 10`emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê de di beşê tabloyên şêwekariyê de 30 jinên şêwekar bi 45 tabloyan cîhê xwe girtin. Di beşa karê destan de jî 23 komele, rêxistin, kom û kesayetên jin ên ji pêkhateya Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Êzdî beşdar bûn. Di çarçoveya festîvalê de pêşbirka wêje û tabloyan heye. Hat diyarkirin ku di roja dawî ya festîvalê ango sibê, dê xwediyên berhemên serkeftî bên xelatkirin.

‘Me xwest bi peyama Rêbertî dest bi festîvalê bikin’

Hevseroka desteya Çand û Hunerê Canda Esed ji Ajansa me re axivî. Canda, têkildarî armanca lidarxistina Mihrîcanê û amedekarîyên wan wiha got : “Ev Festîvala 10 emîn a wêje û  hunera jinê, di bin diruşmeya “Hunera Azad bi deng û Rengê jinê ye” tê lidarxistin. Girîngiya vê Festîvalê ya li gor Festîvalên berê, cudahiya wê ye. Ev demek bû me dabû seknandin, lê belê îsal me bi peyama Rêbertî da despêkirin. Ji ber ku dema Rêbertî peyamên ji bo jinan da, me xwest em bi peyama Rêbertî ya bi taybetî ji bo jinan hatiye dayîn, destpê bikin. Ev Festîval bi salan e tê li darxistin û her sal di meha Adarê de despê dike. Îsal ji ber rewşa Bendava Tişrînê me festîval taloq kir. Me xwest em di meha Nîsanê de, destpê bikin. Armanca me ji vê Festîvalê, em moral bidin tevahiya jinan. Ji bo her jinek bikaribe bi keda xwe ya destan, tevlî Festîvalê bibe. Ji ber ku gelek jin kar dikin lê belê ev kar nayên dîtin, me jî xwest bi vê wesîleyê hemû kar û keda jinan were dîtin.”

‘Ji ber ku keda destan tê de heye ji festivalê hez dikim

Jina bi navê Festîvalê Qûtriya Hisên ku bi berhemên xwe beşdarî festîvalê bûye, kêfxweşiya xwe ya ji ber beşdariya festîvalê anî ziman. Qûtriya da zanîn ku berê jî beşdarî festîvalan bûye û wiha got: “Ev nêzî 27 sal in, karê destan dikim. Ez ji festîvalan hezdikim. Ez bi xwe ji vî karî gelekî hezdikim. Ji ber ku keda destan tê de heye. Ev Festîval ji bo me cîhê kefxweşî û cesaretê ye. Her tim xwesteka min ew e ku, ez tiştên kevin veguherînim tiştên nû. Ev festîval ji bo me gelekî baş e, ji ber ku em karê xwe yê destan pêşkêşî gel dikin.”

Festîvala bi pêşkêşkirina stran, helbest, govend û fîlman didome, dê sibê bidawî bibe.