Pêveka Jinê: Heta em şer lêpirsîn nekin emê xizaniyê çareser nekin
Pêveka Jinê ya Yeni Yaşamê bi mijara “Ger em şer lêpirsîn nekin emê nikarin xizaniyê çareser bikin” a têkildarî 1’ê Gulanê giha ber xwendekarên xwe.
Navenda Nûçeyan - 37'emîn hejmara Pêveka Jinê ya Yeni Yaşamê ya ji 15 rojî carekê tê weşandin bi manşeta "Ger em li şer nepirsin em nikarin xizaniyê çareser bikin" a derbarê 1'ê Gulanê de derket. Di hejmara nû de nivîsên cuda û gotubêjan cihê xwe girtin. Gotubêja Hicran Urun bi Serpil Kemalbay a HDP'yî re çêkiribû di hejmara nû de hat parvekirin.
Serenavên di hejmara 37'an de cih digirin wiha ne:
*Hem kurd hem rojnamegera kurd... / Kibriye Evren
*Ger em li şer nepirsin em nikarin xizaniyê çareser bikin / Gotubêja bi Serpil Kemalbay re - Hicran Urun
*Polîtîkaya keda femînîst, bêbawerî û xizaniya jinê / Hulya Osmanagaoglu
*Niha dema gotina pergaleke bê mêtingerî û şer pêkan e ye / Nebile Irmak Çetin
*Halê rojnamegeriyê yê jinbûyinê: Hewldana isbata xwe, destdirêjiyên nayên ispatkirin, zehmetiyên ne hewceyî ispatê ne / Sevda Karaca
*Dijberiya şer jî daxilî têkoşîna jinê ye! / Heval Arslan
*Piştevaniya Patriyarkal û doza Fatma Altinmakas / Firdevs Hoşer