Pêşangeha wêneyan a zarokên Mexmûrê

Li waregah penaberan a Mexmûrê 13’emîn Mêhrîcana 4’ê Nîsanê bi vekirina pêşangeha wêneyan destpê kir.

Musîl- Mêhrîcana 4’ê Nîsanê ya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal ji aliyê saziya Perwerdeya Wargeha Penaberan a Mexmûrê tê li dar xistin. Îsal 13 emîn mêhrîcana çand û werzîşê bi vekirina pêşangehê li salona Konfaransê destpê kir. Ev Mêhrîcan wê 3 rojan bi dome. Pêşangeha ku ji aliyê endamên Atolya Şehîd Delîla û xwendevanên dibistanên Seretayî, Navîn û Amedeyî ve hat amadekirin, bi hunerên destê xwe yên xweşîk berhemên xwe pêşkêş kirin. Berîya pêşangeh were vekirin ji bo giyanê cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û li ser navê saziya perwerdeyê axaftin hat kirin.

“Em dixwazin van xebatan di vê roja herî giring de pêşkêş bikin”

Axaftina vekirinê ji aliyê endama qomiteya perwerdê Zeyneb Kara ve hat kirin û destpêkê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “ Li ser navê saziya perwerdeyê em xêrhatina we dikin. 13’Mêhrîcana çand û wersîzşê ji aliyê saziya perwerdê û xwendevanên wargeha Mexmûr ve tê amade kirin. Ev nêzî mehekê ye hemû xwendevanên me di beşên çand, werzîş, huner, helbest û şêwekarî de xebat dimeşinin. Em dixwazin van xebatan di vê roja herî giring de pêşkêş bikin. Ji bo vê em dibêjin di serî de rojbûna Rêber Apo ya 72’emîn, li Rêber Apo, tevayî gelê Kurd, şervanên azadiyê, girtiyê zinadanan û li tevayî gelê wargeha Mexmûr pîroz dikin.  Armanc û xeyalên me ewe ku di salên pêşîya mede bi awayek fîzîkî  vê roja herî bi nirx bi Rêber Apo re di qadên azad de bi hevre pîroz bikin.”

Pêşangeh rastî eleqeye mezin hat

Pîştî axaftina mamosta Zeyeneb Kara qordeleya pêşangehê ji aliyê dayikên şehîdan û endamên qada perwerdê ve hat birin û pêşangeh hat vekirin. Di nava pêşangehê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê bi keviran hatibû çêkirin, her wiha xwendevanên dibîstanên sereteyî malên ji herî çêkribûn, konên ku destpêkê gelê Mexmûrê têde di man û her wiha gelek wêneyê ji qampa Etruş heta vê gava hatin nîşandan û ev pêşangeh ji aliyê xwendevan û gel ve rastî eleqeyek mezin hat. Her wiha hêjayî bi bîrxistinê jî di nava pêşangehê de bi sinevizyonekê dimenên mêhrîcanên 4’ê Nîsanê yên kevin ji hatin temaşekirin û ev ji rastî eleqeyek mezin hat.

Wê pêşangeh heta êvarê wê vekirî be û wê sibe ji danê siharê pêşbaziyên siporê li saha fotbolê were li darxistin.