Pêşangeha ‘Mîrasa Ebedî’ hêza jinên Mexribî tîne bîra mirov

Kamelya Zerkanî, yek ji hunermendên ku li Mexribê di warê humerên plastîk de derketiye pêş e û bi berhemên xwe, mîrasa çandî bi riyên afrîner li gorî pêdiviyên serdema nûjen diparêze û radigihîne.

HENAN HARÎT

Mexrib - Kamelya Zerkanî, li bajarê Marakeş ê Mexribê, pêşangehek hunerê ya ku dê heta dawiya Sibatê bidome vekiriye. Di vê pêşangehê de berhemên xwe yên dawî yên ji mîrasa Mexribê îlham girtiye û çêkiriye pêşkêş dike.

Kamelya Zerkanî der barê têkiliya xwe ya domdar a bi mêrasa Mexribê û bi jinan re wiha dibêje: "Mijara ku ez her dem li ser dixebitim mîrasa Mexribê û têkiliya wê ya bi jinan re ye lewre mîras nasnameya mirov e û ez jî ji Mexribê me, vê weke mîrasa hevpar qebûl dikim, pê şanaz dibim.”

Bi xebatên xwe berhemên kevnar radigihîne

Kamelya Zerkanî diyar dike ku ew şêweya xwe ya hunerê bi têkelkirina sadebûnê û gelek cureyan bi pêş dixe û wiha dibêje: "Di berhemên xwe de, ez giranî didim ser deriyên kevnar, xeml, cilên Mexribê, xişrên jinan û yên weke van, nûjenî û cehwerê wan dikim yek."

Kamelya Zerkanî bal kişand ku Mexrib bi şaristaniya xwe ya kevnar û mîrasên dewlemend derdikeve pêş û diyar kir ku ji ber dewlemendiyê, her dem li ser vê mijarê dixebite, armanca wê ew e mîrasa çandî belge bike û ji nifsên nû re ragihîne. Kamelya Zerkanî dibêjê: "Divê mifşên nû bi vê mîrasa dewlemend şanaz bin lewre ev serkeftina cîhanî ye û riya jiyanê ya ber bi serkeftinê ve ye."

Kamelya Zerkanî, ji bo ciwanên ku dixwazin di warê hunera plastîk de bixebitin, pêşniyar dike ku bi riya perwerde, lêkolîn û girtina tecrubeyên ji kesên din, behreyên xwe bi pêş bixin.

‘Di xebatê de ya girîng ew e ku em nehêlin enerjiyên negatîf sîrayetê jiyana me bikin’

Kamelya Zerkanî behsa zoriyên di dema xebatên xwe yên hunerî de dike û wiha didomîne: "Em hemû di warê kar û xebatên xwe de zoriyan dikşînin lê ya girîng ew e em xwe bi pêş bixin û nehêlin enerjiyên negatîf sîrayetê jiyana me bikin. Bi vê yekê kes dikare di riya pîşeyî de serkeftî be û bigihîje hemû hedefên xwe.” Zerkanî diyar dike ku di hevsengiya di navbera malbat û kariyera xwe ya hunerî de zehmetiyan dikşîne lê ev yek ji bo wê bûye çavkaniya teşwîqê.

Zerkanî, di berhemên xwe de cihê jinan bi aliyên cuda digre dest. Carna û jinên Amazig (Berberî) carna jî behsa jinên li herêmên Bakurê Mexribê dike. Zerkanî diyar dike ku li her herêma Mexribê jinên xwedî adet û kevneşopiyên cuda hene loma hewl dide di bermehên xwe de hêz, îrade û ruhê xweş ê jinên Mexribê nîşan bide.

‘Jin ji bedenê wêdetir sembola afrînerî û hêzê ne’

Zerkanî wiha behsa karê xwe dike: "Dema ez firçeya xwe digrim dest, jina di hundirê min de bi awayê xwezayî derdikeve holê û ez bi firçeya xwe diyar dikim ku jin ji aliyê bedenî wêdetir, sembola afrînerî û hêzê ne, di avakirina civakê de keda wan mezin e.”

Kamelya Zerkanî, ji ber pêşketina jinên Mexribî ya di warê hunera plastîk de pesnê wan dide û diyar dike ku di vî warî de xebat û lêkolînên wê didomin, her hunermend bi teknîkên cuda dewlemendiyê çêdike.

Der barê pirsa gelo huner di eşkerekirina şîdet û binpêkirina mafên jinan de rêbaz e yan na de dibêje ku huner zêdetir bi sînema û şanoyê, êşên jinan radighîne û pirsgirêkên civakî tîne rojevê. Her wiha diyar dike ku êdî destûr nayê dayîn şîdeta li dijî jinan normal were dîtin lewre jin bingeha civakê ne.

Kamelya Zerkanî herî dawî dibêje: "Me di vê dojehê de bi tenê nehêlin. Em ne tenê daneyên şîdetê yên di bultenên nûçeyan de tên dayîn in. Em mirov in, xeyalên me û armancên me hene. Ez tenê dixwazim banek ku zarokên min di binî de star bibin û karekî mirovî ye. Gelo ev pir zêde ye qey?”
Kamelya Zerkanî, tevî hemû zoriyan jî mînaka ruhê têkoşer û hewldana jinên Mexribê ye.

Pêşangeha ku 5’ê Kanûnê dest pê kir dê heta dawiya Sibatê bidome.