Pêşangeha ‘Hafizaya koçkirinê’ ya jinên Îran û Sûriye li Stenbolê ye
Di çarçoveya projeya Hafizaya din pêşangeha ‘Hafizaya koçkirina jinan’ ku ji xebata 5 jinên Îran û Sûriye pêktê, wê li Depoya Tutun ya Stenbolê ji bo serdanê vebe.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/03/20240305-20240305-goc-hafizasi-sergisi-1-webp6a83f6-image-jpg3737d1-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya projeya ‘Hafizaya ya din’ ku ji aliyê Weqfa Navenda Zanîst û Pirtukxaneya Berhemên Jinan (KEKBMV) tê meşandin, wê xebatên 5 jinên ku ji welatên xwe reviyane û li Tirkiye jiyan dikin û li vêderê berhemên xwe çêdikin bi pêşangehekê were pêşandan.
‘Bi piştevaniya jinên bi wêrek gengaz bû’
Pêşangeha ku wê cih bide xebatên Farah Trablsie, Maryam Mazrooei, Sara Shahzadeh, Sinur û Walaa Tarka, wê li depoya tutun ya Topxaneya Stenbol di 6’ê Adarê saet 18:30’an de ji serdanê re were vekirin.
Di ragihandina pêşangehê de ev tişt hate gotin: “Pêşangeha jinan ya hafızaya koçkirinê, li erdnîgariya ku rejîmên bi dijminahî li jinê û hunerê meyze dike serwer e, bi înat berxwedana çandê û bi hevre jiyankirinê bawer kirin, avhewaya me ji nûve şîn kirin, bi piştevaniya jinên wêrek gengaz bû.”