Perçeyek ji berxwedanê: FîlmAmed
Derhêner Dîlan Toftîk diyar kir ku mîhrîcana FîlmAmed berxwedana li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ye û got: “Me hesreta gel a ji bo xebatên ziman de dît. Di vî warî de de xebatên me bidomin.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn li dijî polîtîkayên ku li ser ziman û çanda Kurd tên meşandin xebatên xwe didomîne. Festîvala Fîlm Amed, îsal eleqeyek mezin ji gel dît. Piştî 3 salan festîvala 8’emîn di navbera 27’ê Îlonê û 1’ê Cotmehê de hat lidarxistin. Di festîvalê de 31 fîlm hatin nîşandan.
Li dijî asîmîlasyon û sansurê hatin ba hev
Bi sedan kes tevli festîvala ku di 1’ê Cotmehê de bî dawî bû, bûn gelek fîlmên festîvalê mijara wan li ser zimanê dayikê bû. Fîlmên ku ji zimanên din hatin kişandin jî jêrnîvîsên wan Kurdî bû. Her wiha fîlmên ku balê dikişandin ser polîtîkayên çewisandinê yên bi salan li ser gelê Kurd hatine meşandin jî hebûn. Bi taybetî piştî sala 2016’an polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê ketin dewrê. Herî zêde jî çand, huner û zimanê dayikê hedef hat girtin. Tevî hemû zextan jî hunermendên Kurd li dijî zextan xebatên xwe didomînin.
Koma Fîlm Amed hewl dide bûyerên li herêmê diqewimin bi fîlmên xwe nîşan bide û bi festîvalê hefteyek xweş bi temaşevanan da jiyîn. Derhêner Dîlan Toftîk a ku em têkildarî festîvalê pê re axivîn behsa eleqeya gel a ji festîvalê re kir û diyar kir ku dê xebat bi vê sînordar nemînin.
‘Me hesreta gel a ji bo xebatên zimanê dayikê dît’
Dîlan Toftîk da zanîn ku gel bi sînemayê, bi zimanê xwe serpêhatiyên xwe dîtiye û got ku vê rastiyê gelek bandorê li ser wan kiriye. Dîlan Toftîk li ser festîvalê wiha got: “Ev festîval piştî sê salan hat lidarxistin. Vê rewşê hem ji bo me hem jî ji bo sînemahezan bû moral. Gel eleqeyek mezin nîşanî festîvalê da. Tên li fîlm temaşe dikin û pirsan dikin, bi derhêneran re hevîtin dikin, li ser fîlman lêkolînan dikin. Fîlm bi zimanê Kurdî ne, bi zimanê dayikê tên pêşkêşkirin. Ji ber wê yekê bandorê li ser temaşevanan jî çêdikin. Fîlmên bi zimanê dayikê misyonek jî çêdikin. Civak bi salan e ji bo zimanê xwe têdikoşe, ev festîval jî xizmeta vê têkoşînê dike. Em hewl didin zimanê dayikê û hunerê bi vê yekê ragihînin gel. Temaşekirina fîlmên bi zimanê dayikê, kişandina wan, zêdetir xîtabî mirovan dike. Ligel vê yekê çîroka fîlman a vî gelî ye, serpêhatiyên Kurdan ên li Kurdistanê ye.”
‘Ji bo parastina ziman têdikoşe’
Dîlan Toftîk diyar kir ku gel bi eleqeya xwe ya ji festîvalê re, li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û sansurê dibe bersiv û wiha domand: “Bi salan e li ser gelê Kurd polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin. Ev polîtîka bi destên dewletê tên kirin. Civak jî li dijî vê yekê ji bo zimanê xwe biparêze û bide jiyîn, dixwaze cih û derfet çêbibin. Vê festîvalê ji bo daxwazên gel dibe cihek. Bi hunerê, zimanê dayikê û serpêhatî digihîjin temaşevanan. Ligel asîmîlasyonê, li ser hunera Kurdan jî sansur heye. Konser tên betalkirin, şano tên qedexekirin, derhêner dema ku fîlm dikşînin rastî sansurê tên. Tam di vê xalê de ev festîval bi ruhê kolektîf li dijî vê sansurê çêbû. Em piştgiriyê ji cihekî negirin jî bi baweriya xwe em dest pê dikin.”
‘Dê xebatên me bidomin’
Dîlan Toftîk diyar kir ku ew ê bi moral û baweriya ku ji temaşevanan girtine xebatên xwe bidomînin û wiha bi dawî kir: “Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn, li ser fîlm û hunerê xebatên xwe didomîne. Ji kurtefîlman bigre heta dokumanter û fîlmên metraj dirêj, fîlm tên kişandin. Xebatên me dê tenê bi vê festîvalê bi sînor nemînin. Di vê festîvalê de me baweriya xwe nû kir, bi vê yekê em ê ji bo xebatên xwe li her derê bin. Xebatên me dê tevî polîtîkayên sansur û asîmîlasyonê her dem bidomin.”