Nivîskarên jin ên ji Rojhilat pirsgirêkên xwe parve kirin
Jinên helbestvan nivîskar û lêkolînerên ji Rojhilatê Kurdistanê ku beşdarî civîna sêyem a Komeleya Mevlana bûn, pirsgirêkên ku jinên nivîskar dijîn, bi hev re parve kirin.
VÎDA MANSÛRÎ
Sinê – Civîna Sêyemîn a Komeleya Mevlana, bi hevkariya Mala Wergera Hojîn di 18’ê Kanûnê de li pirtûkxaneya Navenda Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin. Civîna wêjeyê ku 2 saetan dom kir, bi beşdariya helbestvan, nivîskar û lêkolînerên jin ên bajarên cûda yên Rojhilat û Îranê pêk hat. Jinên helbestvan nivîskar û lêkolînerên ji Rojhilatê Kurdistanê ku beşdarî civîna sêyem a Komeleya Mevlana bûn, pirsgirêkên ku jinên nivîskar dijîn, parve kirin.
‘Helbestên Melîkşah hêvî didin’
Ji beşdarên civînê Kolsom Osmanpour, têkildarî helbestên Celal Melîkşah ê ku helbestvan, nivîskar û rojnamevanek Kurd ê li gundê Melîkşah ê Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bûye, bi Kurdî (zêravayê Soranî) û Farisî helbest nivîsiye, helbestên wî bi çend zimanan hatine wergerandin, axivî. Kolsom Osmanpour derbarê Melîkşahê ku di 31’ê Kanûna 2020’an de di 69 saliya xwe de li bajarê Sinê çûye ser dilovaniya xwe, wiha got:
“Hemû kes Celal Melîkşah nas dikin. Pisporê helbest û wêjeyê ye. Hinek caran mirovek ji rêzê bû, ji ber ku derdê wî derdê gel bû û fikarên wî gel û welatê wî bûn. Celal Melîkşah helbestvanek azad û serbixwe bû, li gor daxwazan dinivîsî, ne helbestvanek di nava sînorên ku tê ferzkirin de bû. Ev bi taybetî di nêrîna li hember jinê de bi eşkere tê dîtin. Nedixwest jinê wek klîşe nîşan bide û wek amûrek bibîne. Di helbestên wî de îmaja jinê ne nagih e, ne jî heskirî ye, ne jî dayîkek fedekar û bi dilovan e; ji wê zêdetir, di astek jor de dayîkek xwedî zanabûn, di ferqê de, polîtîk û zanabûna dîrokî ye.
Ji qedera welatê xwe ne bê xeber e, berovajî wê kesek ku destpêkê êşa welatê xwe hîs dike, lê belê bi vê êşê re bi wateyek kûr şîn dike ye. Di helbestên wî de cihê dayîkê bi awayek hişmendî û bersivdayîna pirsgirêkên felsefî û jiyana giran bûn. Jinên di helbestên Melîkşah de, jinên ku êş kişandine, ev jî çavkaniya xwe ji van polîtîkayên bi êş yan jî pirsgirêkên din ên jiyanê digirin e. Bi giştî zimanê wî yê helbestê hat rexnekirin. Lê belê di heman demê de tije hêvî ye. Jinê bi hişmendî, hêviya ku wê kêfxweşiyê ji mirovatiyê re bîne ava dike.”
‘Ziman bandorê li hemû kesan dike’
Çalakvan Biyan Azîzî da zanîn ku girîngiya nivîsên jin awa dide û pirsgirêkên ku jin di vê rê de lê rast tên û ev nifşê ku ava kiriye, hinek pirsgirêkên ku vêya digre dest, dike rojev û wiha got: “Ev pirsgirêk, bi hevkariya civaka Mahabad û Komeleya Civaknasiya Mahabadê sala çûyî hatibû destpêkirin û bi hevdîtinên kurt ên ku bi jinên bajarên cûda re hatî kirin, destpê kir. Di van hevdîtinan de, zoriyên ku nivîskarên jin û nivîskarên ji kîjan pîşeyan bandor bûne hatine pirsîn. Di nivîsên jinan de sê beşên teorîtîk hene. Ya yekem têkildarî ziman e û wek Heidegger gotiye, ‘Hebûna mirovan têkelî hebûna ziman bûye.’ Ziman li ser mirov û civakê çiqas bi bandor be, li ser kesan jî ewqas bi bandor e. Mînak, di zimanê Kurdî de, nivîskarên jin bi giştî peyvên hestyar bikar tînin, nivîskarên mêr jî zêdetir peyvên ferman û gefê bikar tînin. Mijara dûyem ji perspektîfên civaknasî tê destgirtin û çîna civakê ya ku jin di nav de ne û zagonên lê tê ferzkirin, tê lêkolînkirin. Metnên ku jinan azad nivîsandin, bandora wê ya li ser jinên civakê û azadiya jinê nîşan dide. Ji sala 1970’an heta niha femînîstan ev mijar kirine nîqaşê.”
‘Pêwîst e jinên nivîskar, ji xefika zihnî û hundirîn rizgar bibin’
Biyan Azîzî da zanîn ku li gor lênêrîna Lacan, jinan çalakiya xwe ya nivîsînê di aliyê psîkolojiyê de nirxandiye û wiha got: “Jin destpêkê dikevin qadek ku wek qada mêr tê zanîn û hêmanên zimanê mêr bikar tînin. Ev rewş nivîskarên jin ji aliyê xwendekarên mêr ve di mijara çawa tê famkirin de her tim dibe sedemê fikaran. Ji ber vê yekê pêwîst e ku jinên nivîskar, ji vê xefika zihnî û hundirîn rizgar bibin û ji bo giringî nedin nêrînên kesên din, xwe bi hêz bikin.”
Di dawiya civînê de, jinên nivîskar, helbestvan û lêkolîner, anîn ziman ku dema pirtûk û berhemên xwe diweşînin, pirsgirêkên wek çandî, aborî û kêmaniya destekê dijîn. Ev nivîskar, tevî çend pirtûkên ku weşandine, ji bo di civînê de pirsgirêk û êşên xwe parve bikin wek fersendek dîtin û hêviyên xwe yên rakirina astengiyên li pêşiya jinên nivîskar û pêkanîna guherînên erênî, anîn ziman.