Nivîskar Efaf Heskê pirtûka xwe ya bi navê ‘Meabir El-Henîn’ îmzekir

Nivîskara jin Efaf Heskê pirtûka xwe ya bi navê ‘Meabir El-Henîn’ li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunera bajarê Qamişlo îmzekir. Efaf girîngiya xwendina pirtûkan anî ziman û da zanîn ku pirtûk kesayetên zanyar avadike, her wiha bang li hemû jinên nivîskar kir ku bi pênûsa xwe bibin bersiv ji djiminên jinan re.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Bi piştgirtiya Desteya Çand û Hunera Herêma Cizîrê, li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunera bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Nivîskara jin Efaf Hiskê pirtûka xwe ya yekemîn bi navê ‘Meabir El-Henîn’ îmzekir. Di çalakiya îmzekirina pirtûkê de malbata nivîskar Efaf, hevalên wê yên nivîskar û bi dehan ji şêniyên bajarê qamişlo beşdar bûn. Têkildarî mijarê Nivîskar Efaf Heskê behsa pirtûka xwe kir û ji me re parve kir.
"Beriya şoreşê min nikarîbû bi rengekî azadî pênûsa xwe bikar bînim"
Efaf bal kişand ser gavên xwe ên despêkê di aliyê nivîsandinê de û wiha got: “Min di temenekî biçûk de dest bi nivîsandinê kir, despêkê min gotarên biçûk û mijarên biçûk dinvîandin.  Paşê bi demê re asoyên min fihertir bûn bi nivîsandinê re û wisa hezkirinê min jî mezin bûn. Min pir ji xwendina pirtûkan hezdikir, der barê de hişmendiya min zelal dibû û gelek derfetên hînbûnê li pêşiya min vedibûn.  Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê min gelek astengî di aliyê nivîsandinê de dikşandin, ji ber me di dibistanên rêjîma Baas de dixwend û pênûsa min nikarîbû bi rengekî azad hestên min vebêje. Bi şoreşê re asta lêgerîna min xurt bû, ez hînî zimanê kurdî bûm û bi qasê sê salan ez mamoste bûm. Min çend helbest bi zimanê kurdî nivîsandin û di mehrîcana wêjeya jin de min xelata yekem girt. Hevalên min ên çandê jî pir alîkarî dane min da ku ez van berhemên xwe derxînim.”
"Herkîna nivîsandina pênûsa min hemû rastiyên heyî vedbêje"
Efaf behsa mijarên ku di pirtûka wê de derketina pêş kir û wiha domand: “Min xwest ku hest û berhemên xwe bikim pirtûk û di pêşengeha 5'emîn a şehîd Herekol de pêşkêş bikim. Niha ez berhemên keda xwe ji tevahî beşdarvana re derxînim holê û pirtûka xwe îmezbikim.  Di pirtûka min de mijarên cur be cur hene, him li ser jin, li ser koçberiyê û şehîdan, li ser dayikan û li ser dîrokê.  Ez rastî gelek zehmetiyan hatime, ew zehmetî ji min re bû hêza berhemdayinê. Ez ji hemû êş, pirsgirêkên jinan û civakê re bi pênûsa xwe bûme bersiv. Herkîna nivîsandina pênûsa min hemû rastiyên heyî vedbêje.”
"Sernavê pirtûkê naveroka wê diyar dike"
Efaf diyar kir ku sernavê pirtûka wê pir bi wateye û naveroka wê diyar dike û wiha pêde çû: “çapkirina pirtûka min hindekî dereng ma, ji ber êrîşên li ser herêma me û rewşa em tê re derbas dibûn min nedikarîbû di dema wê de çap bikim. Pirtûka min ‘Meabir El-Henîn’ bi zimanê erebî ye û ez ê wergerînim kurdî jî. Beriya ku ez dest bi çapkirina pirtûkê bikim, min xwest ez kêmasî û lawaziyên xwe nas bikim, ji ber wê mamosteyên hêje bi min re bûne alîkar. Naveroka pirtûkê ji navê diyar e, hemû derbasbûnên biranîn û bîrkirinê ne. Her wiha wêneya ku min li ser pirtûkê bi kar aniye wateyeke wê heye, porê jinekê ye her şaxeke  jê wê hêviyek û êşek e.”
“Xwendina pirtûkan kesayeta mirov ava dike”
Efaf bang li hemû jinên nivîskar kir ku bibin bersiva ji hemû dijminan re û wiha bi dawî kir: “Ez ji helbestên azad hezdikim bi rengekî ku ez bi pênûsa  xwe serbest bim. Dema ku hazirtiyên pêşengehê despêkirin, min jî dest bi çapkirina pirtûka xwe kir nêzî 4 mehan bi dawî bû. Cihê kêfxweşiyê ye ku ez li pêşengeha şehîd Herekol ya 5’emîn pirtûka xwe îmze bikim, ji ber ku şehîd Herekol nivîskarekî pêşeng e ji bo me. Bi xwendinê re kesateyên zanyar ava dibin. Bangewaziya  min ji hemû jinan re heye ku bi pênûsa xwe bibin bersiv ji pilanên dijmin li ser jinan.”