Nedîtina çavên wê nebû asteng li pêşiya afrîneriyên wê

Diyana Hesarî ji çavên xwe astengdar e û nabîne lê vê yekê rê li ber pêşketin û xwedîderketina li çanda wê negirt. Bi zanebûneke xurt hînî lêdana bexlemê bû, bi deng û hestên xwe yên pir xweş kesên derdora xwe sermest dike.

RONÎDA HACÎ
Hesekê- Gelek kes hene ji dema ku çavên xwe li cîhanê vedikin ve, ji bedena xwe astengdar in, hin jê ji dest, ling, ziman û hin jî ji çavên xwe. Dema ku mirov bi çavên xwe nabîne hertim jiyana xwe tarî dibînin, lê Diyanayê ew tarîtî bi xwedîderketina li çandê, deng û hestên xwe yên xweş jiyana xwe û ya derdorê xemilandiye û ronî dike. Diyana Hesarî bi temen 18 salî ye, li gundê Til Tewîl ê girêdayî Bajarê Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye dinê lê mixabin ji dayikbûn ve çavên wê tarî dibînin. Hezkirina Muzîkê pê re mezin dibe û bi dengê xwe yê zelal û hezkirina jiyanê ji bo her kesê ku lê guhdarî dike dibe xweşî. Têkildarî mijarê Diyana Hesarî behsa jiyan û berhemên xwe kir.  
“Pirsgirêka çavên min ji bo hezkirina min a muzîkê nebû astengî”
Diyana diyar kir ku ji ber pirsgirêka çavên xwe nikaribû wekî hemû hevalên xwe derbasî dibistanê bibe û fêrî zimanê dayikê bibe û wiha got: “Dema ez biçûk bûm min pir zehmetî kişandin, her tim tarîbûn pir zehmet e. Dayik û xwîşka min bi min re bûn alîkar û gelek pêwîstiyên min bi cih dianîn lê niha ez hîn bûme û dikarim bi tena xwe tevbigerim. Di nava gund de jî ez dikarim biçim û werim ev hemû jî vedigerin keda dayik, xwîşk û malbata min. Rast e pirsgirêka çavên min bû sedem ku ez nikaribim biçim dibistanê, lê nebû asteng li ber hezkirina min a ji muzîkê re.”
“Astengî ne di endamên bedena mirov de ye”
Diyana da zanîn ku astengdarî ne di endamtiya bedenê de ye, astengiya rast a mêjî ye û wiha pêde çû: “Ji ber hezkirina min ji muzîkê re bavê min Bexleme ji bo min anî, ez pir kêfxweş bûm lê her kesê ji bo min digot tê çawa lê bidî? Di sala 2018’an de bavê min dewreyek perwerdeyê ya muzîkê, li gel mamoste Ferec Derwîş ji min re vekir. Di hefteyê de du caran xwîşka min û bavê min ez dibirim peymangeha Muzîkê ya Mezopotamyayê ya li Hesekê. Destpêka perwerdeyê min pir zehmetî dikişand, ji ber ku ez ne wekî her şagirtê bûm, her kes bi çavên xwe dibîne lê ez tenê guhdarî dikim. Mamosteyê min kedeke mezin ji bo min da û li ser tilîkyan û guhdarkirinê ez fêr bûm. Heya ku ez gihîştim vê astê, pir westiyam lê min hezkirina xwe pêk anîn. Roj bi roj hezkirina muzîkê di dilê min de mezintir bû, wê demê min fam kir ku astengî ne di endamtiya laş de ye, dema mêjiyê mirov saxlem be û zana be ew mirov ne astengdar e.”
“Bexleme peyama hestên min bi derdorê re parve dike”
Diyana bal kişnad ser girîngiya xwedîderketina li çandê û wiha bi dawî kir: “Ez bi hêvî me hemû hunermendên Kurd zîrekbûn, stran û hestên xwe bikin bin xizmeta pêşxistna çand Kurdî. Daxwazên min ew in ku di pêşerojê de bibim hunermendeke bi nav û deng da ku bikaribim xwedî li çanda Kurdî derkevim. Stranên ku ez xwe fêr dikim hemû jî bi zimanê Kurdî ne, muzîk hevalê min e, bi riya wê ez hest û hezkirinên xwe bi derdorê ye parve dikim.”