‘Navenda Hîlala Zêrîn cihê perwerde û parastina kevneşopiyê ye’
Endama Hîlala Zêrîn a bajarê Kobanê stranbêj Silava Bozo bi dengê xwe yê zelal û xweş hunera Kurdî dixemilîne, bi stanên xwe dika hunerê geş dike.
ÊLVÎN MIHEMED
Kobanê- Her herêmek bi dewlemendiya xwe ya çand, huner û kevneşopiyê tê naskirin. Di dîrokê de her dem jinên Kurd bi riya stranbêjiyê çand û kevneşopiya xwe parastine û heta roja me ya îro anîne. Îro jî jinên ciwan xwedî li wê mîrasa ku jinên Kurd parastine derdikevin û bi riya stranbêjiyê çand û hunera xwe diparêzin.
Yek ji qadên hunerê navenda Hîlala Zêrîn a kantona Firatê ye. Navneda Hîlala Zêrîn di sala 2018'an li bajarê Kobanê hat avakirin. Vekirina navendê ji bo tevahî jin û zarokan bû derfetek mezin ku tê de hunera xwe bi awayekî xwezayî bi pêş bixin.
Navenda Hîlala Zêrîn di nava xwe de beşên şano, dîlan, stran û amûrên muzîkê dihewîne. Endama Hîlala Zêrîn a Bajarê Kobanê stranbêj Silava Bozo der barê jiyana xwe ya stranbêjiyê û xebatên navendê de ji ajansa me re axivî.
‘Min daxwaza bavê xwe pêk anî’
Silava Bozo di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: "Ji destpêka avakirina navenda Hîlala Zêrîn ve heta niha li vê derê dixebitim. Ji ber ku di zarokatiya min de hezkirina min ji muzîkê re hebû, her dem min ji bavê xwe re stranan digot. Di vî alî de bavê min her dem piştgirî dida min, li dibistanê mamoste û hevalên min dema ku min stran ji wan re distra, digotin 'dengê te xweş e.' Li ser nêrînên erênî, min jî ew hêz di xwe de dît ku ez li ser dengê xwe bixebitim. Ji ber vê dema ku navend hat vekirin min weke derfet ji bo xwe dît û yekser cihê xwe tê de girt. Di heman demê de min daxwaza bavê xwe jî bi cih anî û bi stranbêjiyê re min xwe fêrî lêdana tembûrê jî kir. Li kêleka stranbêjiyê nêzî 3 sal in ez xwe fêrî şêwekariyê jî dikim."
‘Navenda Hîlala Zêrîn gelek beşên hunerê di nava xwe de dihewîne’
Silava Bozo di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew piştî fêr bû, niha jî di navendê de zarokan perwerde dike û wiha anî ziman: "Komeke min a zarokan heye ez wan fêrî muzîkê dikim. Di navendê de gelek komên hunerê hene weke komên şano, dîlan û muzîkê, di van koman de bi dehan jin û zarok cihê xwe digrin. Jixwe armanca sereke ya vekirina navendê ew e ku hemû jin û zarokên hezkirina wan ji hunerê re heye, berê xwe bidin navendê û erka me ye em jî wan fêr û perwerde bikin. Ji derveyî xebatên navendê ez wek stranbêjek serbixwe tevli şahiyan dibim. Herî zêde ez stranên leşkerî, welatparêzî û kevinşopî distrêm."
‘Xwedî li hunera xwe derkevin’
Endama Hîlala Zêrîn a bajarê Kobanê stranbêj Silava Bozo bang li jinan kir ku xwedî li hunera xwe derkevin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Jinên ku hezkirina wan ji hunerê re heye û dixwazin xwe fêr bikin, bila bêdeng nemînin û berê xwe bidin navenda Hîlala Zêrîn, deriyê me her dem ji bo jin û zarokan vekirî ye."