Mihrîcana Muzîka Kurd a li Kirmanşanê didome

Mihrîcana Muzîka Kurd a li navçeya Dalaho ya Kirmanşanê di 19’ê Îlonê de destpê kir bi beşdarbûna komên hunerê yên ji her emrê û bajarê didome.

SEMANÊ BAKIRÎ

Kirmanşan – Li Rojhilatê Kurdistanê saza ku jê re dibêjin ‘tembûr’ di pêşketina muzîka Kurd de gelekî girîng e. Ji ber vê yekê her sal Mihrîcana Muzîka Kurd li navçeya Dalaho ya Herema Gavareh a Kirmanşanê tê lidarxistin. Di serî de jin û ciwan ji hemu emrê jin û mêr beşdarî mihrîcanê bûn ku di 19’ê Îlonê de li mala tembûrê ya li gundê Banzalan a navçeya Dalaho destpê kir. Hunermendên ku ji bajarên Kirmanşan, Sine, Îlam û Hamedanê tên bi lêdana tembûrê li ser dikê cihê xwe digirin.

Roja destpêkê ya bernameya mihrîcanê ku jin bi cil û bergên xwe yê gelerî beşdar bûn seat 09.00’an de destpê kir û heyanî seatên êvarê berdewam kir. Bi stran gotinê tembûr lêdan.

‘Ev der cihekî pir çandî ye’

Daira Kakaî ya beşdarî mihrîcanê bû yek ji hunermendan e ku di 14 saliya xwe de dest bi strînê û tembûrê kiriye û tê de pispor bûye. Daria Kakayî anî ziman ku ew ji avabûna mala tembûrê gelek kêfxweş bûye û got: “Bi rastî jî ev der cihekî pir çandî ye. Em pê şanaz in ku Alî Ekber Moradî cihekî wiha ava kir. Ez spasiya xwe pêşkeşî gundê Banzalan dikim ku hiştin hunera me bê dîtin.”

Daira Kakaî derbarê beşdariya ciwanan a ji mihrîcanê de wiha got: “Ez her sal beşdarî mihrîcanê dibim. Bi rastî jî cihekî wiha ye ku huner tê teqdîrkirin û nirx jê re tê dayîn. Em spasiya xwe pêşkeşî mamosteyan û kesên ji bo temaşekirina me hatine dikin. Ji her emrê mirov tên vê derê. Bi taybetî hatina zarokên ji 10 salî kêmtir û beşdarbûna wan a mihrîcanê ji bo me hemuyan cihê şanaziyê ye. Di vê emrê de ewqas xweş tembur lêdan û strîna wan ji bo me gelek girîng e.”

‘Zarokên xwe bidin perwerdekirin’

Daira Kakaî bal kişand ku kesên beşdarî festîvalê bûne zêdetirî wan jin û wiha got: "Bi saya festîvalê derfet çêbû ku em jin jî stranan bibêjin û dengê me were bihîstin. Deng bi rastî jî pir xweş in lê hinek jin girîngî nadin dengê xwe. Ez ji dayik û bavan rica dikim, ger bi zarokên xwe re hinek be jî dengê xwe bibînin, bila wan bidin perwerdekirin. Ev der ji bo min pir bi nirx e, di navbera jin û mêr de cudahî tune ye. Em hemû bi hev re dilîzin, stranan dibêjin.”

‘Divê jin di warê muzîkê de çalaktir bin’

Mehsa Lotfi jî jinek e ciwan tevli festîvalê bûye. Mehsa Lotfî ya ji bajarê Îlamê hatiye li ser festîvalê wiha dibêje:

"Vê festîvala ku her sal tê lidarxistin cara duyem e beşdar dibim. Li gorî min yek ji derfetên vê festîvalê ew e ku di warê muzîkê de de ji bo jinan, bi lêdana tembûrê qadek çêdike. Li gorî min div3e jin di warê vê muzîkê de çalaktir bin.”

Mehsa Lotfî bal kişand ser girîngiya parastina çanda Kurdî û wiha domand: “Ciwanên roja me, di warê çand û nasnameya Kurdî û cehwerê wê de nikarin bibin xwedî agahî. Divê ciwan çand û cilên Kurdî baş nas bikin, pê re bijîn û belav bikin. Divê em vê çand û cewherê xwe biparêzin û pê şanaz bin.”