"Mîhrîcana govendê çanda hemû pêkhateyan zindî dike"

Hevseroka TEV-ÇAND ya Kantona Qamişlo Simeya Mihemed diyar kir ku li dar xistina 5’emîn mîhrîcana govendê bi armanca zindîkirina çandê û lêvegera dîrokê ye.

Hevseroka TEV-ÇAND ya Kantona Qamişlo Simeya Mihemed diyar kir ku li dar xistina 5’emîn mîhrîcana govendê  bi armanca zindîkirina çandê û lêvegera dîrokê ye.
RONÎDA HACÎ
Hesekê- 5’Emîn mîhrîcana govendê bi dirûşma "Her govendek çîrokek e û her çîrokek dîrokek e" di 30'ê Tîrmehê de li bajarê Hesekê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hat li dar xistin. Wê mîhrîcan bi pêşbirkan di nava komên Govendê dewam dike. Mîhrîcan li hola Serdem ya taxa Mişêrfê bi tevlîbûna 16 komên Govendê hat li dar xistin. Hevseroka TEV-ÇAND a Kantona Qamişlo Simeya Mihemed ji ajansa me re derbarê mîhrîcanê axivî.
"Mîhrîcan çandê zindî dike"
Simeya Mihemed diyar kir ku 5 hezar sal gel rastî qirkirina çandî û dîrokî tên lê  her qadek ji qadan bi saya şehîdan li pêş ketiye lewma navê mîhrîcana xwe kirin Ronahî Bawer û wiha pêl da axaftina xwe: "Ji bo xwedîderketina li çand û dîrokê bi hezaran jin li hemberî zihniyeta bavksalarî têkoşîn kirin. Bi berxwedaniya xwe pergala Netewa Demokratîk dan rûnişkandin. Yek ji wan şehîd Ronahî Bawer e. Şehîd Ronahî di beşê Govendê de cihê xwe digirt, ji bo pêşxistina  govendê û xwedîderketina li çand û dîroka netewan xwedî rolek pir girîng lîst. Îro deskeftiyên ku di destê me de ne li peyî wê berxwedanî û fedekariyek mezin heye. Erka me ye em xwedî li xeta Şehîd Ronahî derkevin. Eger îro em komên cur bi cur ji pêkhateyên cuda Ereb, Kurd, Çerkes û hwd.. dibînin ev bi saya  fikir û ramanê Rêber Apo û şehîda ye."
"Mîhrîcana Ronahî mozayik û hevbeşiya gelan nîşan dide"
Simeya da zanîn ku armanca wan ji mîhrîcanê ne tenê zindkirina yek çandî ye armanca wan pêkanîna pirojeya Netewa Demokratîke û wiha domand: "Pirojeya Netewa Demokrat hemû pêkhateyên herêmê di nava xwe de hemêz dike û ji mafê her pêkhateyeke xwedî dîrok, çand û nasname be. Ji bo wê îro di mîhrîcana Şehîd Ronahî de em mozayika gelan dibînin û ev gav gava serkeftin û azadiyê ye. Her çiqas êrîş li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk were pêwiste em wekî pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi girêdana çand û dîroka xwe em hevbeşiya xwe bidin nîşandan ku îro em bi çand, ziman, dîrok û nasnameya xwe hene û emê xwedî li xeyalên dapîr û bapîrên xwe derkevin. Bi vî rengî em ê bikaribin civakek saxlem avabikin."
"Bi parastina çandê em ê şerê qirkirinê têk bibin"
Simeya bal kişand li ser bernameya mîhrîcanê  û wiha anî ziman: "Di roja 2'yem ji mîhrîcanê  me kom amadekirine, her komek govendê dê bi filklorê govenda xwe bigerîne. Me wekî Komîteyek amadekar a şopandina van koman amadekiriye da ku wan bişopîne. Di roja dawî de ew Komîte dê spasname bide komên govendê ên herî serkeftî . Her kes dizane ku her pêkhateyek govenda wan ya taybet heye, di riya vê mîhrîcanê de me xwest em filklora her pêkhateyekê zindî bikin. Ev şerê ku li dijî çandê tê meşandin em ê bi parastina çandê têk bibin. Gelê herî xurt û dewlemend ew gelê ku xwedî dîrok û xwedî çand e. Gelê ku çand û dîroka xwe winda kiribe dê zû bi zû were helandin û ji êrîşan re vekirî be."