Mihrîcana ‘Arîn bisk û zulfên aştiyê ye’ sibê dest pê dike

3’yemîn Mihrîcana ‘Arîn bisk û zulfên aştiyê ye’ a şanoyê di 5’ê Cotmehê de li bajarê Kobanê dest pê dike. Dê mihrîcan 10 rojan bi çalakiyên dewlemend bidome.

ÊLVÎN MIHEMED

Kobanê – Bi serpereştiya Desteya Çandê ya kantona Firatê û Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê, xebatên 3’yemîn mihrîcana ‘Arîn bisk û zulfên aştiyê ye’ di bin dirûşma “Şano nasnameya têgihîştina civakê ye” di 5’ê Cotmehê de li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya bajarê Kobanê dest pê dike.

Ji sala 2021’an ve mihrîcan tê lidarxistin

Mihrîcana ku bi îsal re dibe cara sêyemîn te lidarxistin navê xwe ji fermandara YPJ’ê Arîn Mîrkan a li ji bo pêşî li êrişên çeteyên DAIŞ’ê bigire di 5’ê Cotmeha 2014’an de çalakiya fedaî kiribû, digre. Desteya Çandê û TEV-ÇAND ji bo bîranîna giyanê Arîn Mîrkan di sala 2021’an de mihrîcana yekemîn, di sala 2022’an de mihrîcana dûyemîn a ‘Arîn bisk û zulfên aştiyê ye’ ya şanoyê li dar xistibû.  

14 komên şanoyê ji hemu pêkhateyan beşdar dibin

Mihrîcana ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê birêxistinkirin dê îsal bi beşdarbûna 14 komên ji pêkhateyên cuda yên girêdayî navendên çand û hunerê, Hîlala Zêrîn, serbixwe û komek ji Başûrê Kurdistanê were lidarxistin.

Tê payîn ku dê mihrîcana “Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye” dê 10 rojan berdewam bike.

Dirûşma îsal: Şano nasname û têgihîştina civakê ye

Di vê çarçoveyê de hevseroka Desteya Çandê û di heman demê de ji rêveberiya komîteya amadekar a mihrîcanê Rodîn Yusif behsa amadekarî û plansaziya 3’yemîn Mihrîcana ‘Arîn bisk û zulfên aştiyê ye’ kir.

Rodîn Yûsif a got ku 3’yemîn Mihrîcana Arîn bisk û zulfên aştiyê ye’ îsal bi dirûşma wê “Şano nasname û têgihîştina civakê ye” tê lidar xistin, wiha got: “Dê mihrîcan li bajarê Kobanê were lidarxistin. Li  navenda Çand û Hunera Baqî Xido tê lidarxistin.”

‘Em ê bi riya şanoyê berxwedana Kobanê nîşan bidin’

Rodîn Yûsif girîngiya şanoyê bi van gotinan anî ziman: "Piştî berxwedana Kobanê gelek cihên wan hatin wêrankirin. Ji bo ku em ji nû ve geş bikin, me jî zehmetiyên mezin dît. Bi riya şanoyê me şervanên berxwedana Kobanê meşandin, zehmetiyên gel kir mijara şanoyê. Ne tenê ya şanoyê gelek mihrîcanên din ên weke dîlan, muzîk, govendê jî hatin lidarxistin.”

‘Sal bi sal mihrîcan xweştir dibe’

Rodîn Yûsif cudahiya mihrîcanan wiha vegot: "Ev mihrîcan ji du salan carekê li bajarê Kobanê tê lidarxistin ji ber ku cihê berxwedaniya şehîd Arîn e. Em jî weke Navenda Çand û Hunera Baqî Xido ji du salan carekê mihrîcanê li dar dixin. A yekem 5 roj domiya, ya duyemîn 7 rojan, a sêyemîn jî dê 10 rojan berdewam bike. Ji xwe sal bi sal guhertin tê de çêdibe, ji ber ku lîstikvan tên guhertin, şanoger zêde dibin, komên cuda tevli dibin.”

5 meh in amadekarî tê kirin

Rodîn Yûsif wiha behsa amadekariyên ji bo mihrîcanê kir: "Ev nêzî 5 mehan e em amadekariyên vê mihrîcanê dikin. Komîteya amadekar a mihrîcanê hatiye diyarkirin. Komîteya senaryoyê jixwe bi tenê bi têkiliya kesên li Kobanê re têkildar dibe. Kesên ku tevli dibin ji bakurî Sûriyeyê, Ereb jî tê de amade bin. Jixwe 2 roj maye festival dest pê bike û deriyê xwe ji her kese re veke.”

‘Deriyê mihrîcanê ji her kesê re vekiriye’

Rodîn Yûsif wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hêvî ne ku gelê kobanê xwedî li vê mihrîcanê derkeve jixwe 2 salan carekê tê lidarxistin. Carna guhertin çêdibe, îsal dê xelat bên belavkirin. Dê bi giştî kom bên xelatkirin. Daxwaza me weke Desteya Çandê ew e ku em xwedî mihrîcana şehîd Arîn derkevin."