Mehsa Sîforî bi wêneyên xwe hunermendên Kirmanşahê dide nasîn

Wênekêş Mehsa Sîforî ku li Kirmaşanê wêneyên hunermendên ku ber bi jibîrkirinê ye dikişîne û di pêşangehên xwe de wan bi raya giştî dide nasîn, ragihand ku ji bo berdewamkirina karê xwe pêwîstiya wê bi piştevaniyeke berçav heye.

ESRA EZÎZÎ

Kirmanşah- Wênekêş Mehsa Sîforî ji sala 1990’an ve wênekêşek pispor e. Mehsa Sîforî a ku wêneyên hunermendên Kirmanşahê dikşîne û dixwaze hefizayek bide avakirin û ji bo berdewamkirina xebatên xwe li benda piştgiriyê ne.

‘Wênekêşên pispor pir alîkarî dan’

Mehsa Sifori di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku xwesteka wê ya ji wêneyê re piştî sala 1990’an de pêş ketiye û wiha got: “Xwesteka min ya ji wêneyê re piştî sala 1990’an de pêş ket. Berê ez di warê kompîturê de dixebitim ku min mastera xwe lê qedand. Ez tevlî Komeleta Wênekeşên Kirmanşahê bûm. Di vê qadê de gelek pispor hebûn û her yek ji wan piştgiriyên girîng dan min. Ez gelek deyndarê wan im. Li eyalet û Îranê serkeşê wenekêşan Issa Haj e.

‘Me li Kirmanşahê pêşangeha Hayyam ya navneteweyî li dar xist’

Mehsa Siforî amaje bi wê yekê jî kir ku ew di warê wênekêşiya portre, portreyên hunerî û bi giştî ronahîkirina taybet de kar dike, wiha berdewam kir: “Hinek ji wêneyên min di mîhrîcanên derve de hatin qebûlkirin û li Kirmaşahê bi çend hevpşeyê min ên hêja organîzeyan kir. Me li Kirmanşahê pêşangeha Hayyam ya navneteweyî li dar xist. Hinek pêşangehên min bi armanca alîkariya ji bo zarokên sêwî û zarokên pençeşêrê bûn. Ji xeynî çend wêneyên hunermendan, hunermendên navneteweyî û navdar hene ku ez wan wek portreyên studyoyê dikêşim. "Ji ber hin sedeman min nekarî li studyoyê bim, ji ber vê yekê min bi xwe serdana hawîrdorên wan ên jiyan û xebatê kir û wêne kişand."

Bi wêneyên xwe hunermendan dide nasîn

Der barê armanca lidarxistina pêşangeha Mandegeran de jî Mehsa Sîforî gwiha ot: “Di heyama çend salên çalakiya xwe de, ez gihîştim wê rastiyê ku xelk ji hebûna ewqas hunermendên hêja li bajarê Kirmaşahê bê agahî ne. Min gelek hunermendên ku agahiya gel ji wan nîne naskir. Wan jiyana xwe dane hunerê û ji ber vê yekê min biryar da ku ez wan bi mirovan bidim naskirin. Armanca min ew e ku her carê vê pêşangehê mezintir bikim, gelek hunermendên Kirmaşahê li bajarên din dijîn ku ez nikarim xwe bigihînim wan.”

Li benda piştgiriya projeyê ye

Mehsa Sîforî, anî ziman ku yekemîn pêşangeha xwe bi tena serê xwe li dar xistiye û wiha pê de çû: “Piştgiriya min nebû û ji ber ku studyoyek min tunebû min gelek pere xerc kir. Diviyabû min studyoyê kirê bikira. Ji bo berdewamkirina vî karî pêwîstiya min bi piştevaniyê heye, lewra daxwaz dikim kesên ku dikarin alîkariyê bikin ne ji bo min, qîmetê bidin hunera vê herêmê û hunermendên ku piraniya jiyana xwe wek hunermend kar kirine. Ez hunermendekî nas dikim ku ji 11 saliya xwe ve hunerê çêdike û hê jî di 85 saliya xwe de vî karî dike, ku ev yek cihê pesndayînê ye û hêjayî naskirina her kesî ye. Ji bo ku ev proje bidome pêwîstiya me bi alîkariyê heye. Niha divê ez ji bo çend hefteyan biçim Tehranê û wênesazên hunermendên Kirmaşahê yên ku li wir dijîn, wêneyan bikşînim lê ev pir biha ye. Daxwaza min ew e ku ez hunermendên jin binirxînim. Gelek hunermendên me hene ku pir aktîf in, lê mixabin ew naskirina ku heq dike nagirin. Hunermendên jin ji bo ku bigihîjin vê pozîsyonê gelek caran ji mêran bêtir xebitîn û divê em vê yekê teqdîr bikin.”

Pêşniyarên ji bo dilsozên wênekêşiyê

Mehsa Sîforî xîtabî hezkiriyên wênekêşiyê kir û got: “Hunerê wênekêşiyê gelek hewldan dixwaze ji ber ku hunereke dijwar e. Şîreta min ji jinên eleqedar re ev e: Ji bo ku şêwaza ku jê re eleqedar dibin hilbijêrin û li gorî armancek taybetî wê bidomînin. Di her qadê de hewldan stûna serkeftinê ye. Ez bi vî awayî dixebitim, tevî ku ez bi şêwazên din jî dixebitim û berhemên xwe yên din di pêşangehan de nîşan didim. Ka ew portreyek jîngehê, portreyek studyoyê an portreyek din be. Di dawiyê de spasiya hemû kesên ku heta vê gavê alîkariya min kirine, beriya demekê li bajarê Sine pêşangehek min li dar xistibû û hêz û piştgirî dan min. Ez rêzdariyeke mezin ji hunermendên Sîne digirim."