Mehrîcana govendên gelerî bi dawî bû

5'mîn Mehrîcana govendên geleri ya bin diruşmeya "Her govendek çîrokek e û her çîrokek dîrokek e" hatibû destpêkirin bi xelatkirina komên govendê yê serkeftî bi dawî bû.

Hesekê- Di 29'ê Tîrmehê de, bi dirûşma "Her govendek çîrokek e û her çîrokek dîrokek e" Mehrîcana Govendê ya şehîd Ronahî Bawer li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hate li dar xistin. 16 komên Govendê ji Şehba heta Dêrikê u herêmên rizgarkirî her wiha bi tevlîbûna gelê kurd, ereb, suryan, çerkes û tirkmen, li bajarê Hesekê li Navenda Çand û Hûner a Serdem, dest pê kir.
Piştî ku tevahî komên govendên gelerî bi çanda her herêmekê tê naskirin, pêşkêş kirin, dilê gelek tameşevanan geş kirin her wiha ji her govendekê nameyek didan gel. 
Her wiha di roja sêyemîn de jî Koma "Şehîdên Qereçoxê, govenda herêma Koçerata-Koma Zelal a Hîlala Zêrîn ya bajarê Rimêlan, govenda herêma Amedê- Koma Reqa a Emel-Koma Ş.Ronahî Bawer a Dirbêsiyê, filiklora herêma Dîlokê a Bakurê Kurdistanê"govend gerandin.
Paşê ew kom ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatin nirxandin.
Mehrîcan bi xelakirina Koma Şehîdên Qereçoxê xelata yekemîn, Koma Ş.Welat xelata dûyemîn her wiha Koma Ş.Sînan a Kobanê xelata sêyemîn girtin û 13 spasname li komên din belavkirin.