Meenakshi perwerda şur dide zarokan

Li Kalaripayattu ya Hindistanê Meenakshi Gurukkal bi rêbazên berê şur çêdike û bi şurên ku çêkiriye zarokan perwerde dike.

 

Navenda Nûçeyan – Meenakshi Gurukkal a 74 salî li Kalaripayattu Hindistanê bi hunera destan li gorî çanda berê şûr çêdike û perwerda wê dide. Bi serkeftinên xwe îspat kiriye ku temen li pêşiya hînbûnê ne astenge. Li Kalaripayattu tukes na xwaze zarokên wan ên keç vê çanda çêkirina şûran hînbibin û perwerda wê hîn bibin, lê Meehakshi hîn di temenê 6 salî de fêr bûye û perwerda wê dide. Temenê xwendekarên Meenakshi yên di narbera 6 heya 26'an de tên guhertin in. Ev huner ji nifş heya nifşên din di pirtûka palmiya de tê nivîsandin. Gava dibistan di qede zarokên derdorê hemû berê xwe didin nik Meenakshi yê û perwerda şur dibînin. Her sê keçên wê jî di navê de perwerda çêkirina şur dide hemû zarokan.