Medya Doz: Beriya ez bimrim divê binivîsim

Nivîskar, sînemager û helbestvan Medya Doz diyar kir ku ew dixwaze li ser gelek babetan binivîse, herî zêde jî li ser bûyerên weke Efrîn, Şengal û Kobanê ku bi xwe şahidiya wan kiriye.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Her nivîskar di nivîsên xwe de dixwaze rastiya heyî ku tê qewmandin ji raya giştî re parve bike. Çi mijarên civakî, siyasî û hunerî be, bi taybetî nivîskarên Kurd ku bi pênûsa jinan êş, ked û kêfxweşiya jinan derdixin holê. Di temenê zarokatiya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye, her çendî biçûk bûye jî bi hestên xwe nivîsandiye. Medya Doz yek ji nivîskar û sînemagerên Kurd e, bi derfetên gelekî kêm ev pirtûk nivîsandiye, ruxmî ku şert û merc jî zehmet bûne li çiyayên Kurdistanê lê bi îsrar armancên xwe pêk aniye. Medya Doz di demên şoreşa Rojava de li tevahî deveran geriyaye û wêneyên jin û zarokan kişandine û ev berhemên ku komî ser hev kirine ji wan pirtûk nivîsandiye. Salên dirêj li Rojava maye û gelek berhem kom kirine. Di 12'ê Berfanbar 2011'an de pirtûka bi navê “Xeta rûyê we nexşeya welatê min e”, dest bi nivîsandinê kiriye û di Nîsanê de bi dawî kiriye. Pirtûk bi xwe 400 rûpel e. Pirtûk bi zimanê tirkî ye lê li Kurdî hatiye wergerandin. Pirtûka foto albûm jî salên demdirêj li ber xwe daye di salên 2014-2016 de wêne hatine komkirin di nava şoreşê de. Pirtûka bi navê “Dilê xeyalên me ye Rojava” li derdora 3 mehan nivîsandina wê domiya ye û çapa yekem di Îlona 2016'an de hatiye kirin. Her wiha li rex nivîsandina pirtûkan, helbestan jî dinivîse. Pirtûka “Xwaziya dilê çiya” helbest bi Kurdî hatiye çapkirin. Di vê çarçoveyê de nivîskar Medya Doz der barê çapkirina pirtûka xwe de ji ajansa me re axivî.
"Min xewin û xeyalên wan pêk anî"
Medya di destpêka axaftina xwe de behsa nivîsandina pirtûkê kir û diyar kir ku bi derfetên pir kêm ev pirtûk hatiye nivîsandin û wiha got: "Ev pirtûk ne di demeke nêz de hatiye nivîsandin di sala 2012'an de hat nivîsandin lê ev du meh in çapa duyemîn tê kirin. Pirtûk bi xwe li ser komkujiyeke hovane ye. Di 2011'an de li Geliyê Tiyarê ji aliyê dewleta tirk ve zêdetirî 37 heval bi çekên kîmeyewî hatin şewitandin û jiyana xwe ji dest dan. Bi rastî ev yek ne bi nivîsandin ne bi gotin mirov dikare bîne ziman û îfade bike. Li Geliyê Tiyarê yê li Bakurê Kurdistanê dewleta tirk kemîn li pêşiya şervanên azadiyê datîne û bi kîmyabaranê wan dişewitîne. Bi rêbazên hov û wehşiyane hevalên me hatin şewitandin. Tevahî kesên di komê de şehîd ketin hemû rêhevalên min ê bi salan bûn. Her dem min jiyana wan dinivîsand û wan jî digotin divê tu jiyana me binivisînî da ku dîrok neyê jibîrkirin. Lê min hemû bîranîn, tevger û jiyana wan li gel xwe dinivîsand û wan jî dinivisî. Carna me not an jî name ji hev re dinivîsand, kêlî bi kêlî min nivîsî. Di nava çend deqeyan de mirov ewqas hevalên xwe winda bike zehmet e min şok derbas kir. Min bawer nedikir ku evqas hevalên min şehîd ketine, her di xeyalên min de sax bûn, mêjiyê min ranedikir nîvê wan hevalan me zarokatiya xwe bi her ve derbas kiribû. Her tim di jiyanê de digotin tiştek bi me bê tuyê binivisînî, her dihatin xewna min û bêdeng diman." 
"Her ku min dinivîsand rihê wan zindî dibû"
Medya di berdewamiya axaftina xwe de qala wan êşan dike û diyar dike ku ew êş nayên îfadekirin û jibîrkirin û wiha pêde çû: "Wijdanê min tehemul nekir ku ez wan nenivîsim, her ku min dinivîsî ew zindî dibûn û min êdî fêm dikir ku êdî ew şehîd ketine ne zindî ne. Min her digot madem ez bawer nakim şehîd in divê ez wan ji bin axê derxim. Her di xewna xwe de min axê dikola û kevir derdixistin, min jî got divê ez wan bidim axaftin, bidim jiyîn û meşandin divê rihê wan zindî bibe ne mirî be. Min biryar girt ku ez pirtûkê binivîsînim êdî ji wir û şûnde ew bi axaftin bûn rihê wan zindî bû lê min bênavber dinivîsî, li ber fenerek biçûk min dinivîsî, ez bê xew dimam, gelek caran ronahiya çavên min diçû êdî hêza min têrê nedikir ku ez li ber xwe bidim û binivîsim. Lê min her zext li xwe dikir û min digot divê ez binivîsim da ku ew rehet bibin. Ev pirtûk bi şêweyê portre hatiye nivîsandin û li rex wê jî bîranînên me bi hev re hene, her min hevalek xilas dikir min hîs dikir ku ew rehet e û êdî şehîd e ne zindî ye. Her hevalek xwedî taybetmendiyên cuda bû. Min û heval Berwar, Dilêr û Dilar pir ji hev hez dikir, me rojên reş û geş bi hev re derbas kirin. Hin kes hebûn gelekî ciwan bûn min digot diviyabû ew şehîd neketana. Êşeke ne normal bû, nayê gotin bi tu şêweyî nayê îfadekirin."
"Dijmin bi kîmyabaranê hevalên min helandin"
Medya teqez kir ku ev êş ne êşa dayikekê ye û ne ya welatekî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her hevalek min ji welatekî xweşiktir û bi nirxtir bû, min kenê her yekê ji wan bi welatekî nedida. Dema bihata gotin tu welatekî dixwazî yan kenê hevalên xwe min ê bigota kenê hevalên xwe. Ez bi şehadeta hevalên xwe îqna nedibûm. Min êşeke pir cidî bi xwe da kişandin, dayikek be jî 37 zarokên xwe di cihekî de winda nake. Tu hevalek bî jî tu vê yekê heq nakî. Dijmin welê kir ku ez hevalên xwe nas nekim, hevalên min ji şewatê bibûn wek zarokên Somaliyê. Dema min ew dîtin min tu kesê ji wan nas nekir. Ruxmî min ev dît jî min bawer nedikir. Li gorî min janeke ji hezar qatî xirabtir bû. Ji ber ku derfet tunebûn, min pênûs û lênûsên heval xilas kirin. Lê ez her li bendê bûm ku ew heval ji deriyê şikeftê derkevin, an jî dengê wan bê min da ku ez wê birînê bipêçim. Lê nebû wek xewnan li min hat, nêzî 25 pênûs min xilas kirin. Gelek caran min hibra wan kêm bi kar dianî, her kesê dizanibû ez ê ji êşê bimrim lê carna êş mirovan dide jiyîn, ev pirtûk ji bo min wisa bû. Herî dawî ez gihîştim wê baweriyê ku êdî ew şehîd in."
"Di vê pirtûkê de min mirinê kuşt"
Medya da zanîn ku êdî ew ketiye wê ferqê ku çima ew heval şehîd ketine ji bo doza Kurdî û Kurdistana azad wisa bûye û wiha bi lêv kir: "Min fêm kir ku ji bo van destkeftiyan bi dest bixin ev heval şehîd ketine. Di wê rastiyê de ruhê min pijiya, gotineke heye dibêje êşa ku te nekuje te bi hêz dike, min tam ew rastî jiya, ez ji êşê nemirim min êşeke pir mezin kişand, ji bo ku ez hevalên xwe bidim jiyîn. Êdî ev bûyer hat nivîsandin hezar sal derbas be jî tu kes wan ji bîr nake. Ez di bin axê de bim jî wê ev pirtûk li ser axê be, ji bo vê yekê nirxên vê pirtûkê gelek in û pir girîng e. Belkî her kes bi hestên xwe dikare pirtûkê binivîsîne lê ev pirtûk cuda ye, vê pirtûkê berxwedana mirinê kuşt, min xwest ez mirinê bikujim. Hin pirtûkên min hene û di nava planên min de heye ku ez li ser Şengal, Kobanê, Efrîn û ciwanên roja îro binivîsînim. Di heman demê de çîrokên jinan ên ku êş kişandine, li ku bin jî ez ê binivîsînim lê beriya ez bimrim divê ez binivîsînim. Ew barek e li ser milên min, ew bîra di mêjiyê min de mabe jî divê were nivîsandin. Nivîsa bi zimanê jinan cuda ye."
"Tiştên min bi çavên xwe dîtin divê binivîsînim"
Medya di nava axaftinên xwe de destnîşan kir ku ew bi hestên jinan dinivîsîne û divê hestên jinan bên nivîsandin û wiha domand: "Divê hibra pênûsa jinan xilas nebe, pênûsa wan li erdê nemîne û divê em her tim binivîsînin da ku bijîn. Berê ez ji mirinê qet û qet neditirsiyam lê niha ez jê ditirsim, çima? Ji ber ku gelek tişt hene divê werin nivîsandin paşê ez bimrim. Ev dîrok divê were nivîsandin ji bo neyê jibîrkirin. Ez bimrim wê hemû bîranîn bi min re binax bibin. Tiştên min bi çavên xwe dîtin divê binivîsînim. Ez bûm şahida wan bûyeran divê werin nivîsandin û paşê çi dibe bila bibe. Tişta ku dilê min li Kobanê hîs kir divê ew hîs bê hîskirin û wiha bibe. Şerê ku li Efrînê pêk hat ez bûm yek ji şahidên wî şerî. Di şer de 57 balafir digeriyan, min ji zarokan re çîrok digotin ji bo netirsin. Li Şengal jineke zarok dianî dinyayê me nedizanî em çawa wî zarokî ji rehma dayikê qut bikin. Ev êş hemû divê werin nivîsandin û wek çîrok di bîra civakê de bimînin. Êşa jinên Kurd li ku dibe bila bibe divê li dilê hemû jinên cîhanê were hîskirin. Ne tenê êş em azadî, demokrasî û têkoşîna xwe bi hemû jinan bidin naskirin. Ger em nekin em ê kêm û nîvçe bimînin."
 "Xeta rûyê we nexşeya welatê min e"
Medya bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Heya ku wateya di kûrahiya dilê min de dernekeve ser rûyê dinyayê divê ez nemirim. Di hundirê min de wek zarokek biçûk maye divê ew zarok biwelide û bimeşe wê demê wê wateya di hundirê min de bê naskirin. Ez xwe wek dayikeke bîranînan hîs dikim, tiştên ku min li Kurdistanê dîtin û jiyan divê bên dîtin. Hê jî hin pirtûk hene lê baş nehatine lihevanîn. Ez ji bo pênûsa jinan rewan be dinivîsînim. Hin nivîs min di rêyan de nivîsandine, nivîsên ku min hê nenivîsandine, wekî barekî li ser milên min mane û ez her bi wan dihizirim û dizanim ku divê ez wan jî binivîsînim."