Malzemeyên wênesaz Rûkena ku temaya wêneyên wê jin û xwezaye ji metbexa wê derdikeve

Rûken Ekîncî ku tevî zehmetiyên aborî eleqeya xwe ya wêne çekirine bi pêş xist, xwe amade dike ku pêşangeha wêneyên xwe yên berhemên wekî telpik a qehwê û karbonat veke. Rûken di wêneyên xwe de jinan û mijarên xwezayê diafirîne, ji jinan jî piştgiriyê hêvî dike.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Elîh - Rûken Ekîncî ku bêyî perwerdeyê bistîne di asta profesyonel de wêneyên jinan û xwezayê xêz dike, xwe amade dike ku bi tabloyên xwe pêşangehek veke. Rûkenê sê sal berê dest bi çekirina wêneyan kir û ji ber bêderfetiyan zehmetî di gihîştina materyalên wêneyê de hebû, ji metbexa xwe boyaxên alternatîf ava kir. Rûken malzemeyên wekî telpika qehwê, karbonat û boyaxa zarokan vediguherîne boyaxê, di tabloyên xwe de bi pîvana hunerî û dîrokî jinan digre dest.
Wêneyên bi telpika qehwe û karbonat 
Rûken diyar dike ku ji zarokatiya xwe ve bi çêkirina wêneyan re eleqedar dibe û dibêje ku wê ev eleqe sê sal berê xistiye pratîkê. Rûken, diyar kir ku dema dest bi wêneçêkirinê kir ji ber kêmbûna materyalên wêneyê zehmetiyan dikşîne û ew alternatîfa ku çêkiriye wiha dibejê: “Min bi vî rengî wênesaziyê dest bi pêşxistina xwe kir. Lê pirsgirêkek hebû ku materyalên boyax û wêneyê li cem min tunebûn. Materyalên min tunebûn ku wêneyên min dixwest çêbikim. Min jî dixwest ji metbexa xwe sûdê bigrim. Min dest bi boyaxkirina materyalên wekî qehwe, oralet, karbonat û xweliya cixareyê kir. Dîsa, min ji seta boyaxa zarokên xwe sûd wergirt. Bi vî rengî min bi vê rêbazê wêne çekir û bi pêş xist. Bi dîtina vê yekê min xwest bêtir wêne çebikim. Bi taybetî telpika qehwê min di çekirina wêne de zêdetir bi pêşxist û ew ji bo min pir girîng e."
"Ez di wêneyên xwe de dîrok û hunera jinan digrim dest" 
Rûkenê diyar kir ku wê bi dehan tabloyên ku di vê pêvajoyê de çekiriye bal kişandiye ser jin û jiyana jinan û hinek beşên ji serpêhatiya wênesaziya xwe vedibêje: “Dema ku min nû dest pê kir, ji ber ku firçeya min tunebû, min bi derziyê wêne çêdikir. Min ji bo xêzkirina portreyan serê derziyê bi kar anî. Di wê demê de ji bo min pir bi kêf bû. Ez hunerê bi gelemperî digrim dest. Di tabloyên xwe de, ez bi piranî bi psîkolojî, jiyan û têkoşîna jinan re mijûl dibim. Ez dixwazim bi dîrok û hunera jinan re mijûl bibim û ez di vî warî de wêneyan çedikim. Ji xeynî wê, ez xweza, ajal û wêneyên razber çêdikim.”
"Ez bi çêkirina wêneyan enerjiya jiyanê zêde dikim" 
Rûken destnîşan kir ku girtina firçeyê û boyaxkirin di her warî de wê motîve dike, dema ku ew wêne çênake xwe vala hîs dike û diyar kir ku ew bi tabloyên xwe li ser jiyan û xwezayê disekine û wiha got: “Min zêdetir ji wênesaziyê hez kir. Ez piraniya dema xwe bi boyaxkirinê derbas dikim. Wênexêzî û girtina firçeyê min rehet dike û motîvasyonek pir cuda dide min. Ez pir baş balê dikşînim û ez dikarim bi vî rengî enerjiyê li jiyana xwe zêde bikim. Dema ku ez tiştek hilberînim û eşkere bikim, ez dikarim melodiyên cuda jî bigrim. Ji ber vê yekê gava ku ez xwezayê yan tiştên din li ser wêneyê diqulipînim ez rehet dibim û min kêfxweş dike. Dema ku ez boyax dikim, mîna ku ez medîtasyonê dikim. ”
"Armanca min ew e ku ez pêşangehek xweser vekim" 
Rûken armanc dike ku pêşangeheke xweser a tabloyên xwe yên di bêderfetiyê de çekiriye veke, di vî warî de ji jinan piştgiriya moralî hêvî dike. Rûken axaftina xwe bi van gotinan diqedîne: “Ez plan dikim ku piştî ev germahî biqede di mehên pêş de pêşangehek vekim. Ez jixwe di wî warî de dixebitim. Ez ji hunermend û hevalên xwe yên jin piştgiriya manewî hêvî dikim. Ger tiştek nebe jî ez dixwazim ew li gel min bin."