Mala Dengbêjiyê stargeha parastina çanda Kobanê ye

Ji bo parastin, zindîkirin û pêşxistina çand û hunera civaka Kobanê, Mala Dengbêjiyê hat avakirin û di nava xwe de amûr û alavên çanda Kobanê ya dewlemend jî dihewîne.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Tişta ku mirovan ango civakan weke hebûn dide der çanda wan e lewre mirov dikare çandê weke ruh û hebûna civakan pênase bike. Çand tiştên madî û manewî ku mirovan afirandiye û civakan ji hev cuda dike di nava xwe de bawerî, cil û berg, ziman, xwarin û vexwarin, kevneşopî, rêbazên jiyanê, huner, feraset û hwd. di nava dihewîne. Li Rojavayê Kurdistanê ku di nava şoreşeke çandî û civakî de ye, navendên Hîlala Zêrîn, TEV-ÇAND û Desteya Çandê rol û erka parastin û pêşxistina çandên li herêmê girtine ser xwe.

Navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê û desteya Çandê di 3’ê Hezîranê de projeya çand û hunerî ya bi navê Mala Dengbêjiyê vekir. Ev mal piştî amadekariyên 6 mehan, bi merasîmek deriyên xwe ji bo gel re vekir. Bajarê Kobanê ku niştecihên wê Kurdên resen in, ji aliyê çand û hunera xwe ve xwedî mîrateyeke dewlemend e.

Dema mirov serdana Mala Dengbêjiyê dike, vê dewlemendiyê di amûr, şûnwar û çanda ku tê de bi rengekî eşkere berz dibe, xuya dike. Di destpêkê de avahiya malê ku ji 3 odeyan pêk tê, bi axê hatiye sazkirin. Di hundir de xaliyên hatine rêxistin ên bi destên jinan hatin hûnandin in. Her wiha bi dehan parçeyên kevnar ku di devoka Kobanê de weke text û tîr, nemazlix, fanûs, papor, kevçî, tencik, kase, tas, temsî, kûp, def, tembûr, mekut, hesk, kildank, telîs, tifing û hwd. tên bilêvkirin hene. Bi wateyeke din, mirov tabloyeke ji çanda Kobanê ya resen dibîne.

‘Me tabloyek ji çanda Kobanê ya dewlemend ava kir’

Endama Navenda Çand û Hunera Baqî Xido stranbêj Mehbûba Eto diyar kir ku Mala Dengbêjiyê derfeta nûjenkirina çanda herêmê ye û got: “Projeya çêkirina mala dengbêjiyê 6 mehan berdewam kir. Ji bo ku ev mal ji bo jinan, ciwanan û hezkiriyên hunerê bibe dergehek çandî, ev proje hat pêkanîn. Mala dengbêjiyê xwedî taybetmendiyên wisa ye ku bala her kesê dikşîne û dibe tabloyek ji çanda Kobanê ya dewlemend. Heta di avakirina malê de, me tenê axê bi kar anî ku ev yek jî xwe dispêre malên me yên kevnar ku tê zanîn dapîr û bapîrên me ev çand di malên wiha de parastin û bi pêş xistin. Em ê jî bi riya vê projeyê nehêlin  ku dengbêjî û çanda me neyê jibîrkirin û her dem di bîra me de zindî bimîne.”

 ‘Her kes berê xwe dide mala çandê’

Mehbûba Eto bal kişand ser berhevkirinê û tiştên di Mala Dengbêjiyê de û got: “Me herî zêde di berhevkirina amûr û şûnwaran de astengî dît, ji ber tiştên kevnar in û her kes zû bi zû nade, berovajî li gel xwe diparêze û weke mîrateyeke mayînde dihêle. Lewre me beşek kirî û gelek parçe jî ji gundewaran kom kirin. Jixwe her tiştê di vê malê de ji amûrên çêkirina xwarinê, şûnwaran, xaliyan, rê û resmên malê û hwd. kevnar in û xwedî temenek dirêj in. Weke papor, hawan, teşî, tifing, text û tîr, destar, kûpên avê û hwd. Jixwe em hê jî komkirin û zêdekirina van tiştan berdewam bikin. Civaka me ji vê projeyê hez kir û rojane berê xwe dide vê derê da ku ji nêz ve bibînin û nas bikin. Lewre ez dikarim teqez bikim ku ev mal eynika naskirin û nûjenkirina çanda Kobanê ye.”

‘Ked û afrîneriya jinan serwer e’

Herî dawî Mehbûba da zanîn ku reng û naveroka malê xwe dispêre afrînerî û berhemên dayikan û wiha bi dawî kir: “Weke jin me rola xwe di avakirina vê malê de lîst û bi taybetî jî di berhevkirina pêwistiyên wê de. Lewre dema mirov dikeve mala dengbêjiyê yekser wê atmosfera çand, berhem û afrîneriya dayikan hîs dike û dibîne. Jixwe navê malê jî xwe dispêre vê yekê, tê zanîn ku dayikan bi zengilokên xwe di her bûyerê de stran ango dengêjiyê bi pêş xistine. Di kêfxweşî, şînan û li ber dergûşên zarokan her dem cureyên dengbêjiyê nîşandan. Ji bo vê jî vekirina vê malê derfeteke mezin e ji bo nifşên nû ku ji nêz ve vê çandê nas bikin û xwedî lê derkevin. Bi taybetî jî weke jin divê di asta yekem de ew berê xwe bidin vê malê û dengbêjiya dayikê biparêzin.”