Li Urmiyeyê çîrokên jinan: Ez li vir im û min şopek hişt

Tabloyên ku li ser dîwarê kafe-galeriyek li Urmiyê daliqandî ne, çîroka birîn, rizgarî û berxwedana jinên ku carekê tenê ji bo zindîmanê şer dikirin vedibêjin.

VÎNA SEPEHRÎ

Urmiye –  Jin her tim rêyekê dibînin ku ezmûnên xwe derbibirin. Carinan ew peyker e, carinan gotinên stranê ne, carinan jî tabloyek e. Li galeriyek li Urmiyê, çîrokên jinan bi rêya wêneyan têne vegotin.

Pêşangeha wêneyan a bi navê “Em li vir bûn û li jiyanê man” dê her roj ji saet 17:00 heta 20:00 li Cafe Galeriya 17 li Kolana Hassanî ji bo mêvanan vekirî be. Dahata ji firotina her tabloyekê dê ji bo Stargeha Jinan a Mehr Shamsafrid were bexşandin û piştgirîya jinên ku ji tundûtûjiyê bandor bûne were kirin. 

Ev berhem ji aliyê kesên ku xwe li Stargeha Jinan a Mehr Shamsafrid girtine, ku ji bo jin û zarokên ku rastî tundiyê hatine malek ewle peyda dike, hatine çêkirin.

Di vê pêşangehê de, zêdetirê 50 tabloyên ku her yek ji van çîrokek vedibêje, hem ji bo temaşekirinê, hem jî ji bo kirîna gel tên pêşkêşkirin. Lêbelê van firotinan ne tenê di aliyê aborî de ye. Sazkarên pêşangehê, diyar dikin ku her tabloya tê firotin, ji bo jinek mehek din a ewlehiyê mîsoger dike û ji bo vegera zarokek keç a dibistanê tê wateya avêtîna gaveke din.

Her tabloyek, çîrokek taybet a hebûn, rizgarî û berxwedanê vedibêje lê belê hinek ji wan êş û birînên tundiyê hê zêdetir derdixe pêş.

‘Akvaryûma min nîn e lê ez dikarim di vazoyeke kulîlkan de jî bijîm’

Yek ji van çîrokan aydê Şehla ya 41 salî ya dayika 3 zarokan a di temena xwe yê zarokatiyê de hatiye zewicandin û bi salan ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê hatiye ye. Şehla jî xwe spartiye saziya Shams-Afarîd. Şehla, di tabloya ku xêz kiriye û di nava de du masî hene de, xwe bi vî awayî pênase dike: “Akvaryûma min nîn e lê ez dikarim di vazoyeke kulîlkan de jî bijîm. Carna weke masiyek azad, carna jî masiyeke dîlgirtî.”

‘Destpêkê tarî û piştre ronahî’

Tabloyek din a bi navê “Destpêkê tarî û piştre ronahî”, çîroka Mehtaba 20 salî vedibêje. Mehtaba ku bi salan rastî tundiya zayendî ya xizmên xwe hatiye, piştre vê rewşê ji keçeke cîrana xwe re dibêje û cîranên wê vê rewşê paşguh nakin û bi riyên zagonî alîkariya Mehtab dikin. Bi vî awayî Mehtab xwe gihîştand mala bi ewle. Mehtab, ji ber ku rengê kesk sembola xwezayê ye, di wêneyên xwe de wî rengî bi kar aniye.

Berwedana Nesîm a 22 salî

Tabloyek din a bi navê "Diyarî" jî berxwedana Nesîm a 22 salî ya piştî hevberdanê vedibêje. Nesîm, li gund ji aliyê hevjînê xwe ya berê ve rastî tacîzê hatiye û ji aliyê derdora xwe ve rastî gotinên nebaş hatiye û wê veder kirine. Lê belê di meha Adarê de bi piştgirî û şêwirmendiya hiqûqî û derûnî ya saziyê re bi dayika xwe re li Urmiyeyê bi cih bûye û ji nû ve dest bi jiyana xwe kiriye.

Di piraniya van tabloyan de herî zêde teknîka îlustrasyonê tê bikaranîn. Wênesazên van tabloyan, jin û zarokên ku beriya niha serpêhatiyên bi êşan dagirtî jiyane û bi hiştina şopên destên xwe li ser rûpelên spî, dixwazin bibêjin; “Em li vir bûn û li jiyanê man.” Ev jin û zarokan, bi hevkariya saziya Mehr û çend navendên perwerdeya wênesaziyê, fêrî xêzkirina wêneyan bûne û bi vî awayî bûne hunermendên ku êşa xwe vedibêjin û hebûna xwe ji cîhanê re îsbat dikin.