Li Sûdanê 500 hezar eserên tarîxî hatin dizîn

Pevçûnên ku li Sûdanê berdewam dikin jî bû sedema talankirina mûzeyan. Parçeyên ku ji bo dîroka mirovahiyê girîng têne dîtin bi kamyonan ber bi navnîşanek nediyar ve hatin veguhestin.

SELME EL-REŞÎD

Sûdan – Pevçûnên di navbera artêş û rêxistina çete ya paramîlîter Hêzên Piştgiriya Bilez li Sûdanê ji Nîsana 2023'an û vir ve bênavber didomin. Di dema ku li welat krîzeke mirovî ya mezin heye, herî zêde jin û keç ji pevçûnan bandor dibin. Şerê navxweyî yê li Sûdanê ku tê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn, ne tenê avahiya siyasî û civakî ya welêt, her wiha mîrateya dîrokî û çandî ya bi hezaran salan jî dixe xeterê. Bi taybetî talankirina muzexaneyan û dizîna berhemên dîrokî ji bo mîrata cîhanê tê wateya windahiyeke mezin.

Rayedarên li welêt ragihandin ku herî kêm 3 muze hatine talankirin û 500 hezar berhemên kevnar hatine dizîn. Bi vê daxuyaniyê re hat diyarkirin ku Muzeya Neteweyî ya li Xartûmê bûye cihekî ji hemû xetereyan re vekirî ye û hatiye talankirin. Berpirsê Yekîneya Şopandin û Vegerîna Berhemên Kevin ên Dizî li Rêveberiya Giştî ya Muzexaneyan Îxlas Abdul Letîf Ehmed rewşa dawî ya welat ji ajansa me re vegot.

500 hezar eserên tarîxî hatiye dizîn

Îxlas Abdul Letîf Ehmed teqez kir ku nûçeyên derbarê talankirina mûzexaneya neteweyî li bajarê Xertûmê di dema şer de rast in û destnîşan kir ku komên şûnwarî jî yên hatine dizîn zêdetirî 500 hezar eserên tarîxî ne. Îxlas Abdul Letîf Ehmed bal kişand ku tişta di dezgehên çapemeniyê de hatine belavkirin rast in û derxistina van şûnwaran bi riya tankên tijî şûnwar bi riya Um Dereman ber bi Rojava ve pêk hatiye. Îxlas Abdul Letîf Ehmed wiha domand: "Eserên tarîxî yên hatine dizîn li herêmên sînorê Sûdanê hatine belavkirin bi taybet Başûrê Sûdanê."

Îxlas Abdul Letîf Ehmed diyar kir ku Muzexaneya Neteweyî ya Sûdanê depoya sereke ya hemû berhemên arkeolojîk ên welêt tê dîtin û got ku Muzeya Nyala û Muzexaneya Xelîfe Abdullah Al-Tayşî bi heman awayî hatin talankirin.

Bermahiyên arkeolojîk ên herî kevn ên cîhanê hene

Talankirina Muzeya Neteweyî ya Sûdanê par jî bi dîmenên satelîtê hatibû tespîtkirin. Di dîmenan de hat dîtin ku kar bi kamyonan çawa hatin veguhestin. Muzexane li herêmeke ku ji aliyê Hêzên Piştgiriya Bilez ve tê kontrolkirin e. Aliyên şer bi daxuyaniyan talanê red kirin. Muzexaneya Neteweyî ji hêla pisporan ve wekî yek ji saziyên herî girîng ên Afrîkayê tê hesibandin. Di berhevoka muzeyê ya ku ji 100 hezarî zêdetir tişt pêk tê, mûmyayên ku ji 2500 sal berî zayînê vedigerin hene, ku ew di nav cîhanê de ji kevintirîn û ji hêla arkeolojîk ve girîngtirîn in. Her wiha peyker, poşman û tabloyên dîwêr ên kevnar, berhemên ji Serdema Kevir heta serdema Xirîstiyan û Îslamê hene.

Banga parastina eserên tarîxî

Îxlas Abdul Letîf Ehmed bal kişand ser parastina şûnwaran û wiha dewam kir: "Mûzexane di nav xwe de hin şûnwarên ji beriya 20 salên sedsala borî dihewandin û cihê wî yê niha li kolana zanîngeha Xertûmê di sala 1958’an de hat vekirin. Mûzexane di nav xwe de holekê dihewîne tê de qehfên seriyan pêşkêş dike û holeke din heye çûkan û hêkên wan pêşkêş dike her wiha holên din hene jîngehên Sûdanê yên cuda ji lawir nebat mîna jîngeha çolî savana xizan û deryaya sor pêşkêş dike. Mûzexane di nav xwe de holeke zindiyên din mîna kêzik û masiyan. Holeke din a lawirên mîna marên bi jehr dihewîne."

Rêvebira mûzexaneya Sûdan ya dîroka xwezayî Sara Ebdellah got: "Beriya niha min bangek kir ji bo mûzexaneya dîroka xwezayî biparêzin ji ber şer û nakokî dewam dikin. Divê tişta di hundirê mûzexaneyê de were parastin. Ji roja yekê ya nakokiyan xwarin ji ser zindiyên di hundirê mûzexaneyê de qut bû. Ji roja yekê ya nakokiyan mûzexane di xeteriyê de ye."

Lawirên li muzexaneyê ji ber pevçûnan nehatin xwedîkirin

Sara Ebdellah rewşa mûzexaneyê wiha parve kir: "Lawirên bejî yên zindî ji tî û birçîna hino hino mirin. Cara dawî ya baldariya bi wan ji destpêka şer ve bû. Hin reqên bi tena xwe di mûzexaneyê de hene. Min hewil da ez peywendiyê bi hin kesan re bikim ji bo xwe bigihînin mûzexaneyê û lawiran derxin û xilas bikin lê belê herkes digot ew naçin ji ber li ser jiyana xwe ditirsiyan. Gelek kesan peywendî bi min re danîn ji wan jî endamên artêşa Sûdanê hebûn. Min daxwaz ji wan kir av û xwarinê bidin lawiran yan jî qefesan bişkînin û bihêlin lawir derkevin. Lê belê kesekî nikarîbû xwe bighînin mûzexaneyê."

Sara Ebdellah diyar kir ku bangên wê gihîştin gelek rêxistinên cîhanî yên dixwazin lawiran xilas bikin û wiha domand: "Mixabin me nikarîbû sûdê ji wan alîkariyan bigrin ji ber li derdora mûzexaneyê şer dijwar bû û derbasbûna mûzexaneyê ne ewle bû bi taybet piştî nebûna baweriyê bi agirbestan. Di encam de zindiyên di mûzexaneyê de mirin ji wan jî lawirên di xwezaya xwe de nayên peydakirin hebûn. Hejmarek mezin a mar û dûpişkê bi jehr ku bi zehmetî hatibûn berhevkirin hatin wendakirin. Bi projeyeke hevbeş bi navenda lêkolînên zindiyên bi jehr bi zehmetî hatin komkirin ji bo berhemdayîna dermanan li Sûdanê xwecih bibe."

Di dawiya axaftina xwe de Sara Ebdellah destnîşan kir ku dîroka damezrandina mûzexaneyê vedigere sedsala 20’an û li fakulteya zanistê li zanîngeha Xertûm hat zêdekirin ji bo sûd jê were girtin. Di cihê xwe yê niha de di sala 1958’an de hat vekirin û weke beşek ji beşên fakulteya zanistê tê naskirin piştî ku weke beşek ji mûzexaneya neteweyî bû.