Li Sineyê pêşangeha berhemên destan

Li Sineyê pêşangeha berhemên destan a kesên kêmendam, tabloyeke nû nîşan dide û diyar dibe ku her mirov dikare bi ked û hewldan berhemdar be û bibe xwedî kar. Di peşangehê de afrînerî, kêrhatinî û ked xwe dide der.

SANIYA MORADÎ

Sine – Li Sineyê pêşengeha berhemên destan ên kesên xwedî pêdiviyên taybet bi wesîleya Roja Astengdaran a Cîhanê hat lidarxistin. Pêşangeh di bin çavdêriya Saziya Xêrxwaz Rad de 3’yê Kanûnê destpê kir û wê heya 7’ê Kanûnê her roj ji saet 15:00 heta 20:00’an li Kompleksa Bazirganiyê ya Banta didome.

Di pêşangehê de berhemên texte, karên çerm, berhemên bi ben û bizmar, makrome, cilên ji trîkoyê hatine çêkirin, makrome, dizayna kulîlkan, çêkirina mûman, çîniyên seramîk, çînî, reçîne û berhemên weke toqe û xemlê hene.

Saziya Xêrxwaz Rad heta niha gelek kesan kir xwedî kar

Kesên pêşangehê li dar xistin, diyar kirin ku armanc ew e berhemên kesên kêmendam bidin  nasîn, ji bo wan derfetên kar ava bikin û di warê aborî de bibin destek. Saziya Xêrxwaz Rad bi salan e perwerdeya hunerên destan dide kesên kêmendam gelek kursiyeran kiriye xwedî kar. Heta niha hinek ji van kursiyeran, di warê hunerên destan û firotina wan de bûne xwedî çavkaniyên aborî.

Yek ji beşdarên pêşangehê Aynaz Abdî, li ser xebatan wiha dibêje: “Ez 21 salî me û nêzî çar salan e di warê hunerên destan de dixebitim her wiha di warê lîstikvaniyê de jî dixebitim. Mixabin kesên kêmendam hem di warê aborî, hem jî civakî de bi gelek astengiyan re rûbirû ye. Di vê pêşangehê de em li benda destekê bûn lê hinek dikandarên di nava Kompleksa Bazirgahiyê Banta de îtiraz kirin.”

‘Ez gelek berhemên destan çêdikim’

Aynaz Abdî, wiha behsa ketina vê qadê dike: “Bi navbeynkariya Komeleya Kesên Bejinkurt û bi navbeynkariya Sabah Mecîdî, min dest bi çêkirina berhemên destan kir û niha makrome, bi şîşikan trîko, mîkro makrome, karên ehşab û tiştên ji çerm çêdikim. Di van kursan de ji bo kesên ku piştî perwerdeya şeş mehan a teorîk û pratîk bi ser ketine, belgeyên teknîka pîşeyî tên dayîn.”

‘Ez li benda desteka civakê me’

Aynaz Abdî, balê dikşîne ser girîngiya van xebatan a di jiyana xwe de û wiha didomîne: “Ji bo me di civakê de derfetên kar ên li gorî me tunene lê berhemên destan hem ji ber ku eleqeya me ji wan re heye hem jî ji ber ku tekane riya debarê ne pir girîng in. Ez weke jinek astengdar, ji civakê zêdetir destekê hêvî dikim.”

Pêşangeh dê heta roja Yekşemê bidome û kesên ku eleqeya wan hebe dikarin di navbera 15:00–20:00’an de biçin serdanê.