Li ser seramîkên çêdike çanda Kurdî diteyisîne

Benaz Rauf weke jinek şêwekar, ji bo parastina çanda Kurdî dest bi çêkirina seramîkan kiriye, nêzî 16 salan e li bajarê Silêmanî bê westan karê nexşandina seramîkan dike.

Silêmanî – Hunera seramîk hunerek kevin a dîroka Kurdan e û bi awayek şêwekarî tê kirin. Ji serdema kevin heta niha neteweya Kurd ji bo parastina çanda xwe, seramîkan nexşandine. Benaz Rauf ku beşa şêwekariyê li peymangeha hunerên ciwan di sala 1998’an de temam kiriye, nêzî 25 salan e bêwestan karê nexşandina seramîkan dike.

 Di sala 1999’an de weke mamoste li dibistana Çarqurne ders daye. Piştre li peymangeha hunerên ciwan a Ranyayê nêzî du salan dersa seramîkê daye. Piştre di sala 2009’an de li bajarê Silêmanî ji bo parastina çanda xwe dest bi karê seramîkê kiriye. Çend pêşangehên seramîk vekirine. Li Rojhilatê Kurdistanê beşdarî çar pêşangehên navneteweyî bûye. Tevî hemû rêgirî û astengiyên li hemberî karê wê, kêrhatiya wê ya xebatê bûye sedem ku karê xwe berdewam bike û şopa xwe di hunera seramîk de bihêle.

‘Hunera seramîk hunereke taybet e’

Benaz Rauf da zanîn ku beşa şêwekarî ya peymangeha hunerên ciwan temam kiriye, sala 1997-1998’an xwendina xwe temam kiriye û di sala 1999’an de dest bi karê şêwekarî û çêkirina seramîkan kiriye û got: “Min du pêşangeh vekirin her wiha li Rojhilatê Kurdistanê beşdarî çar pêşangehên navneteweyî bûm. Piştî min dîplomaya hunera seramîk girt, min dest bi karê seramîkê kir. Karê seramîkê hunereke taybet e, destpêkê bi fikir dest pê dike, dîzaynkirina kar, hilbijartina şêweyên wê û qebareyê mezinahî û  firehî û piştre hilbijartina  şêwazê reng û nexşên wê û dizayna wê dest bi çêkirina wê tê kirin.”

‘Hemû dîzaynên seramîkê li gorî çanda Kurdî ne’

Benaz Rauf wiha behsa şêwaz û çêkirina karê sermîkê kir û got: “Seramîk karekî giran e divê destpêkê fikir û nexşên wê dîzayn bikim, qiyasê wê ya firehî û dirêjî û şêwazê nexşê diyar dikim û piştre dest bi anîna malzemeyan ji bo temamkirina seramîkê dikim. Ji Kurdistan û derveyî Kurdistanê axa wê tînim. Ger rengê wê axê sor be, ji bo karê me guncaw e, destpêkê em wê axê paqij dikin, bi riya avê dikin herî û piştre şêwe didin seramîka xwe û piştre em dixin firinê û sor dikin û piştre karê ciwankarî û dîzayna wê dikin. Anîna nexşan û dîzaynên min ji malzemeyên çand û nexşên çanda Kurdî pêk tên her wiha bi riya daxwazên hemwelatiyan jî ez nexşan çêdikim.”

‘Divê hunera seramîk di her malê de hebe’

Benaz Rauf destnîşan kir ku hunera seramîk pêwîstî bi mayînê heye, ev kar ji bo ciwanan karekî girîng e û bi riya nexşan diyar dibe ku ka hunera seramîk hunera jinan e yan a mêran e û wiha got: “Ji bo parastina hunera seramîk pêwîstî bi pêşkêşkirina agahiyan heye. Divê bi riya gotinên dersa seramîk ji bo ciwanan em hunera seramîk zindî bikin. Lê belê niha ji ber xirabûna rewşa aborî firotina berhemên seramîk kêm bûye. Tevî xercek zêde lê çêkirina wê diçe jî em bi nirxek kêm difiroşin, da ku hunera seramîk bê naskirina û di her malê de karê seramîk hebe. Divê karê seramîk û hebûna wê di her malê de weke çandek hebe da ku were parastin. Ji demên berê ve jinan bi riya qolye û nexşkirina li ser qolyeyên zîv ev kar dikirin. Ez karê xwe bi hemû hêz û kêrhatiya xwe dikim ji bo berhemên xweşik derbixim. Gelek caran nikarin karê xwe bidim nasîn loma divê ez di vî warî de helw bidim. Her wiha di civaka me de gelek rêgirî li hemberî jinan tê kirin ev jî dibe sedema jinavbirina hunera me. Em jin bi riya karên çandî dikarin hunera Kurdî bi pêş bixin.”