Li Pêncewînê pêşangeha hunerî

Ji bo zindîkirina hunerê û giringî pêdanê li bajaroka Pêncawîn a Silêmaniyê pêşangeha hunerî hat vekirin.

Navenda Nuçeyan - Li bajaroka Pêncewîn a ser bi bajarê Silêmaniyê ji aliyê koma Hunerê Gelerî ya Dilxwaz ve pêşangehek ya şêwekariyê hat vekirin. Di pêşangehê de gelek tabloyên hunerî hat nîşandan. Welatiyên Pêncawînê jî eleqeyek mezin nîşanî pêşangehê dan. 
Di pêşangehê de 104 hunermendên ji seranserî bajar û bajarokên herêma Kurdistanê bi berhemên xwe amade bûn. tabloyên hunerî, seramîk, girafîk hatin nîşan dan.