Li Mexribê dê perdeyên şanoyê ji bo balkişandina şîdeta zayendî ya nava malê bên vekirin
Komeleya Jin û Geşadanê ya Amal dê bi vekirina perdeyên şanoyê hesasiyeta xwe ya li hemberî şîdeta zayendî ya nava malê ku li Mexribê wekî tabû tê bidestgirtin û di qanûnên Mexribê de jî nayê pejirandin, vebêje. Lîstika "Balkaheit ve La Biha Bih Alewwal Eh" a ku ji çîrokên jinan ên ji serlêdanên li komeleyê hatine kirin hatiye berhevkirin, wê sibê perdeyên şanoyê vebike.
HANAN HARIT
Mexrib- Dema ku behse ‘şîdeta nava malê’ tê kirin, helbet guhên me gelek têgehan nas dike lê dema behsa têgeha tecawiza di nava zewacê de û bi taybetî di civakên Rojhilata Navîn de ku dema ger jin ji mêran re “helal” bê kirin, ma nabe mijara gotinê? Êdî qet newisa ye! Li Mexribê, Komeleya Jin û Geşedanê ya Amal mijara şîdeta nava malê û bi taybetî tecawiza di nava zewacê de digre markajê. Komeleya Jin û Geşedanê ya Amal, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, bi boneya çalakiyên gerdûnî yên 16 rojan dê şanoya bi navê "Balkaheit ve La Biha Bih Elewwal Eh" pêşkêş bike. Lîstika şanoyê ku li ser mijara şîdeta nava malê ye, rolên zayendî ya civakî û bi taybetî şîdeta zayendî (tecawiz) a nava zewacê de di 28'ê Mijdarê de ji temaşevanan re dê bê pêşkêşkirin.
Lîstika ku bi taybetî ji bo balê bikşîne ser bidawîbûna şîdeta nava malê û dawîlêanîna şîdeta zayendî ya nava malê hat amadekirin dê li Navenda Çand û Hunerê ya El Hecebê bê pêşandan. Hat diyarkirin ku şanoya têkiliyên nava malê û şîdeta zayendî ya nava malê ku di civaka Mexribê de jî weke tabû tê dîtin, dinirxîne, wekî taybetmendiyek hatiye hilbijartin û armanca wê ew e ku di saziya zewacê de "jin ji pencên koletiya zayendî" bên derxistin.
Komeleya Jin û Geşedanê ya Amal şîdeta zayendî ya nava malê digre markajê
Hat ragihandin ku lîstika şanoyê ya weke însiyatîfa wêrek a Komeleya Jin û Geşedanê ya Amal tê binavkirin, derketiye qonaxeke populer û ji aliyê derdorên şanoyê ve eleqeyek mezin ji bo temaşekirina wê heye. Seroka Komeleya Jin û Geşedanê ya Amalê Hasna Allalî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku lîstik li ser şîdeta zayendî ya li ser jinan û bi taybet li ser şîdeta zayendî ya nava zewacê ye.
Hasna Allalî li ser gotinên xwe zêde dike ku şîdeta zayendî ya nava zewacê her cure meyla zayendî ya mêr bi zext û nerazîbûna jinan li ser jinan pêk tîne û radigihîne ku wan ev yek di lîstikên xwe de bi baldarî şîrovê kirine. Dibêje ku mijar ne tenê li ser “destdirejîya nava malê” ye her wiha li ser her cure şîdet û zordariya zayendî ye.
Di serlêdanên ku ji meha Çile û vir ve ji Amalê re tên kirin de, tê gotin ku piraniya jinan diyar kirine ku ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve rastî şîdeta zayendî hatine û hat diyarkirin ku di nava wan de dergistî, hevjîn û hevalên wan ên mêr jî hene. Yek ji mijarên ku behsa wê tê kirin jî ew e ku jin nikarin behsa şîdeta zayendî ya li wan hatiye kirin bikin lê ger ew şîdet “zêde be” ji jinên derdora xwe daxwaza alîkariyê dikin. Kesên ku serlêdana alîkariyê dikin jinên herî nêzik ên weke dayik û xwişk in.
Sedema herî mezin a ku jinên rastî şîdeta zayendî tên, serî li xizmên xwe didin ew e ku naxwazin bên cezakirin û darizandin, nexwazin pirsgirêkê derxin pêşberî darazê. Jin, dadgehên malbatê jî di nav de, ji ber şîdeta zayendî ya ku di malbatê de tê jiyîn, serî li dadgehê nadin û jinên ku di pêvajoya telaqê de ne jî di îfadeyên xwe yên li dadgehan de jî vê yekê bi kar naynin.
“Di rêziknameyên qanûnî de tekiliya zayendî ya di nava zewacê de şîdet nayê ditîn”
Seroka Komeleya Jin û Geşedanê ya Amalê Hasna Allalî jî got; “Bi tevahî, di rêziknameyên qanûnî de têkiliya zayendî ya nava zewacê şîdet nayê dîtin. Wekî sûc nayê hesibandin. Ji ber ku ev sûc nayê dîtin dema ku gilî ji bê kirin ji jinan tê xwestin vê yekê ‘îsbat’ bikin. Ji ber ku ji aliyê fizîkî ve îsbatkirina vê zehmet û tevlihev e, jin ji ragihandinê dûr dikevin. Em dixwazin ji bo jinên ku di zewacê de destdirêjiya zayendî normal dibînin hişyariyê bidin avakirin. Em dixwazin civakê bi vê yekê îqna bikin ku ev şîdet e û vê ferasetê biafirînin. Ger em bikaribin vê ferasetê biafirînin, em difikirin ku jinên ev jiyane dikarin bêdengiya xwe bişkînin û em hewl didin vê yekê bi riya hunerê pêk bînin.”
Dixwazin wekî sûc bê dîtin, bê cezakirin û ji tabûyê bê derxistin
Hasna Allalî wiha got: "Xebatên me ne tenê ji bo avakirina hişyariyê, di heman demê de ji bo sûcdarkirin, cezakirin û rakirina tabûkirina şîdeta zayendî ya zewacê jî hene."
Ji arşîva Navenda Guhdarî û Rêberiya Hiqûqî ya Amal hatiye berhevkirin
Ger em werin ser pirsa ka ev lîstika şanoyê çawa derketiye holê her wiha tê gotin ku di serlêdanên li Navenda Guhdarîkirin û Rehberiya Hiqûqî ya Amalê hatine kirin de çîrokên rast li ser bingeha qeydên arşîv û îlhamê hatine amadekirin hene. Di rastiyê de dê ne xelet be ku mirov bêje lîstik rewşa lêkolînek qadê ya ku di hunerê de bi pêş ve çûye radixe ber çavan.
Lîstikvanên civata El Washun El Hajeb dilîzin
Jina bi navê Baha jî di nav çîrokên şanoyê de ye ku ji aliyê Komeleya El-Weşûn El-Heceb ve hatiye amadekirin û ji aliyê Mûlay El-Wefî Silêmanî ve hatiye derhênerîkirin û nivîsandin de cih digre. Çîroka Bahayê ku ji aliyê hevjînê xwe ve rastî îstîsmara zayendî hatiye û ji ber ku fermî ne zewicandî ye nikaribûye xwe îfade bike û biparêze, çîroka gelek jinên Mexribê vedibêje.