Li Mexmûrê amedekariyên Mîhrîcana 15’emîn a 4’ê Nîsanê

15’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya çand û werzîşê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ku ji aliyê qada perwerdê ve her sal tê organîzekirin, îsal di 21’ê Sibatê de bi turnovaya futbolê hatibû destpê kirin, amadekariyên Mîhrîcanê berdewam dike.

BERJÎN KARA

Mexmur- Li wargeha penaberan a Mexmurê her sal mêhrîcana çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê ya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê qada Perwerdeya Wargeha Penaberan a Mexmurê ve tê organize kirin û bi coşek mezin tê pîrozkirin. Îsal 15’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê di 21’ê Sibatê de bi turnuvaya futbolê destpê kiribû û xebatên amadekariyê hîna berdewam dike.

Yek ji mamostayên wargeha penaberan a Mexmurê Aştî Kara ku di komîteya amedekar ya Mîhrîcanê de cih digire di derbarên amadekariyên Mêhrîcanê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew di wê hêviyê de ne îsal bibe sala azad kirina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Aştî Kara destpêkê 4’ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Me xebatên xwe yên ji bo 15’emîn mêhrîcana çand û werzîşî ya 4’ê Nîsanê ev nêzî mehekê ye daye destpê kirin û me di 21’ê Sibatê de turnuvaya futbol da destpê kirin. Ev amedekarî wê heya 1’ê Nîsanê bidome, beşên werzîşî hinek bi dawî bune yên din hîna didomin. Mîhrîcan wê di 2’ê Nîsanê de bi awayek fermî bi vekirina pêşangehê bê destpê kirin, di pêşangehê de wê wêne û maketên ku ji aliyê mamoste û xwendevanan ve hatine çêkirin werin pêşkêşkirin. Di 3’ê Nîsanê de jî wê pêşbirkên werzîşî bên lidarxistin û wê roja 4’ê Nîsanê jî pêşbirkên çandî wek govend, mûzîk û zanistî yên di nava dibistanan de bên lidarxistin.”

‘4’ê Nîsanê ji dayîkbûna jin û mirovahiyê ye’

Aştî diyar kir ku dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji dayîkbûna jin û mirovahiyê ye û wiha dom kir: “4’ê Nîsanê ji bo me Kurdan xwedî cihek pir girînge, ji ber ku Gelê Kurd bi rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwe nas kiriye. Ji bo jinan jî 4’ê Nîsanê girîngiya wê pir mezine ji ber ku kesê maf dayî jinê û cihê jinê di xebatên leşkerî de kirî Rêber Apo ye. Em wek jin 4’ê Nîsanê ne tenê di aliyê fîzîkî de digrin dest, ji ber ku ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem azadiya jinê bi dest xist hem jî di aliyê fikrî de jin pêşxistiye. Ji ber wê em ne tenê fîzîkî digrin dest, ji ber ku jinê di mejî de, xwe heta astekî pêş xistiye û ji bo vê jî kar û xebat dide meşandin.”

‘Di nava zarokan de coş û kelecan çêdibe’

Aştî bal kişand ser girîngiya 4’ê Nîsanê ya ji bo zarokan û got: “Li wargehê jî piştî ku dibistan hatin ava kirin, bi awayek fermî 4’ê Nîsanê wek mêhrîcana çand û werzîşî hat pêşwazî kirin û pîroz kirin û heya roja meya îro jî berdewam e. Ji bo ku çanda me pêş bikeve me xwast wek mêhrîcan em pîroz bikin. Di heman demê de 4’ê Nîsanê ji bo zarokan xwedî giringiyek mezine ji ber ku zarok pêşeroja mene. Di hêla naskirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çanda me de em 4’ê Nîsanê wek mîhrîcan li dardixin. Ji bo ku di nava zarokan de coş û kelecan çêbibe, xwasteka wan ya çanda gelêrî, çanda kevnar û azadiyê di wan ava bibe em vê mêhrîcanê li dardixin.”

‘Divê em salek din 4’ê Nîsanê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pîroz bikin’

Aştî Kara di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê îsal bibe sala dawî ya girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berdewam kir: “Çawa ku em ji dayîkbûna Rêber Ocalan wek ji dayîkbûna xwe, gelê Kurd û gelê bindest dibînin divê em îsal bi azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo bi encam bikin. Ji ber ku tecrîdek pir mezin li ser Rêber Apo tê meşandin ji bo wê divê em xebatên xwe zêdetir bidin meşandin. Divê em salek din 4’ê Nîsanê bi Rêberê xwe re pîroz bikin. Divê em xebatek mezin bidin meşandin ji ber bi tu şêweyan em agahî ji Rêberê xwe nagrin ka tendurustî û rewşa wî çawaye. Ji ber wê çendê divê îsal bibe sala dawî ya ku Rêber Apo di girtîgehê de di nav çar dîwaran de bimîne û em salek din bi Rêber Apo re mêhrîcana 4’ê Nîsanê pîroz bikin.”