Li Mahabadê pêşangeha hunerên destan ên jinan
Li Eywana Wehdet a li Mahabadê, di van rojan de ji çalakiyek berhemên destan ên jinan re malovaniyê dike. Wan jinan tevî zoriyan mîrasa çandî zindî dihêlin, di warê aborî de bi serê xwe ne û bi astengiyên civakî re têdikoşin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250207-20250207-4444444444444444444444444-copyss-jpg8678be-image-jpg164e65-image.jpg)
JALE SADIQÎ
Mahabad – Eywana Wahdet a li Mahabadê, ji roja 1’ê Sibatê heta 6’an malovaniyê ji berhemên destên jinan re kir. Vê çalakiya ku armanc jê ew e serkeftinên jinan werin nîşandan, parastina mîrasa çandî û têkoşîna wan a bi astengiyên pergala mêr re derdixe pêş.
Ji bo gelek jinan, hînbûna berhemên destan, tenê ji bo xebatê nîn e, di heman demê de parastina çand û nasnameyê ye. Bi berhemên xwe hewl didin vê çandê ji bo nifşên pêşerojê mayînde bikin.
Di pêşangehê de xalîçe, berhemên kenvneşopî yên bi şîşikan çêdibin, ên bi nîkê, berhemên dest ên ehşab, karê çerm, keçe, find, xişrên berê û nûjen, cilên herêmî û tabloyên wêne û resman hebûn. Li eywanê berhemên 70 jinên Mahabadî hat pêşandan, tevî astengiyên fînansî û civakî, jin girêdana xwe ya bi hunerê re pêşkêş kirin.
Kêmasiya reklaman pirsgirêkek ji berê ve didome
Ji beşdarên pêşangehê Kejal Ş. ji ber kêmbûna çûnhatin û firotinê nerazîbûna xwe anî ziman, diyar kir ku pirsgirêka wan ji ber kêmasiya reklamê ye û got: "Ez gelek caran beşdarî pêşangehên wiha bûm. Pirsgirêka me ya herî mezin kêmasiya reklamê ye. Ev çalakî her sal ji aliyê Daîreya Mîrasa Çandî ve tê lidarxistin lê tevî ku pereyê cihê standê ji me digrin jî di medyayê de reklama wê nayê kirin. Tenê em ji hesabên xwe yên medyaya dîjîtal danasînê dikin.”
Girîngiya hebûnan jinan a li bazarê
Ji beşdarên pêşangehê Şadî M. bal kişand ser cudahiya buhayê berheman di navbera hilberîner û firoşkaran de û wiha got: "Berhemên me yên bi destan çêdibin, li derveyî welat bi bihayê pir zêde tên firotin. Heta kesên navbeynkar jî berhemên me erzan dikirin û bi buhayê zêde difroşin. Beşdariya me ya van pêşangehan ji bo têkiliya bi muşteriyan re derfetek ava dike.” Şadî M. balê dikşîne ku berê karê firotinê mêrên malbatê dikirin lê piştî ku jinan li bazarê cihê xwe girtin, di warê aborî de êdî bi serê xwe ne û got ku ev yek gaveke girîng e.
Di parastina mîrasa çandî da rola perwerdeyê
Gelek jinên ku beşdarî pêşangehê bûne, bi salan e di warê çêkirina tejan, xalîçeyên bi destan tên çêkirin û hunerên kevneşopî yên bi şîş û nîkê tên çêkirin de perewerde didin. Ji hostayên xaliyên bi destan tên çêkirin Humeyra K. bala xwe ya di vî warî de bi van gotinan vedibêje:
"Dema ku jin tê derê û berheman dibînin, dixwazin der barê hunerên destan de em agahiyan bidin wan. Dixwazin hîn bibin çawa dikarin dest bi vê pêşeyî bikin. Sîgorta û ewlehiya kar, bi taybetî ji bo jinên li herêmên xizan dijîn pir girîng e. Ji bo destpêkirina vî karî zêde sermaye pêwîst nîn e û heta îro min bi sedan jinan di vî warî de perwerde kirin."
Afirîneriya nifşê ciwan pirek di navbera kevneşopî û nûjeniyê de çêdike
Hunermendê ciwan, di pêşangehê de bi berhemên xwe yên pêşketî balê dikşînin. Berhemên seramîk, findên bi destan çêdibin, wêne û xişrên kevn û nûjen balê dikşînin.
Dîzaynkera xişran Hana S. diyar dike ku ew berhemên xwe bi motîfên qerenfîlê dixemilîne û wiha dibêje: "Qerenfîl di cilên berê yên jinên Kurd de xwedî cihekî girîng e. Ez kember, kolye û aksesuaran bi îlhama ji wan motîfan çêdikim. Ez berhemên berê bi dîzayna modern re dikim yek, hewl didin bi wê yekê mîrasa me ya çandî biparêzim."
Piştgiriya ji jinên kêmendam re
Di pêşangehê de berhemên jinên kêmendam jî hebûn. Delnia T. diyar dike ku ev berhem ji bo jinan çavkaniya debarê û derfeta pêşketinê ne û diyar dike ku ev berhem, ji aliyê Saziya Hijîn ve li cihên vekirî hatin firotin.