Li dijî bişavtin û astengiyan bi hunerê li ber xwe dan

Hunermend Evîn Dulek got ku dê di sala 2024’an de bi xebatên hunerî yên rengîn derkevin pêşberî girseyên gel û got: “Tevî hemû astengî û qedexeyan jî em ê derkevin ser dikê û bi zimanê xwe stranên xwe bibêjin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Sala 2023’yan bi zext û astengiyan derbas bû. Di vê salê de jî polîtîkayên bişavtin û şerê taybet ji aliyê desthilatdariyê ve hatine meşandin lê tevî hemû zext û qedexeyan jî îsal xebatên çand û hunerê zêde bûn.

Ji hunermendên Jinmayê hunermed Evîn Dulek diyar kir ku ew ê bênavber xebatên xwe yên çandê bidomînin û got: “Li dijî polîtîkayên bişavtinê û astengiyan em ê li her kolan û her malê xebatên xwe bidomînin.”

Bi xebatên hunerî yên li Kurdistanê tên meşandin hewl tê dayîn ku zimanê li ber bişavtinê were parastin. Xabatkarên çandê yên ku bi zimanê dayikê stranan dibêjin û şanoyê çêdikin û mihrîcanan li dar dixin, li dijî van polîtîkayên asîmîlasyonê bi salan e têdikoşin. Hunermendên ku li dijî astengiyan dest ji karê xwe bernadin diyar kirin ku dê di sala 2024’an de bi berhemên nû li her derê bin.

‘Me saleke têr û tije derbas kir’

Hunermend Evîndar Dulek diyar kir ku di sala 2023’yan de di serî de li çar aliyên Kurdistanê, li Ewropayê jî bênavber xebatên xwe domandine. Evîndar Dulek diyar kir ku di serî de li her çar aliyê Kurdistanê li Ewropayê jî xebatên xwe bênavber domandine û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Îsal ji bo me têr û tije derbas bû. Em bi astengiyên bê hincet re rûbirû man. Xebatên ku me kirin, stranên me gotin û atolyeyên ku me ji bo zarokan li dar xistin, îsal hewl dan qedexe bikin. Ew çawa dixwazin bila asteng bikin lê em ê hem li kolanan, hem jî li qadan xebatên xwe bidomînin. Me îsal vê yekê bi çalakiyên xwe nîşanî zihniyeta qedexekar da.”

‘Tevî her tiştî em li qadan bûn’

Evîndar Dulek da zanîn ku tevî her tiştî jî wan dest ji kolan û qadan bernedane û xebatên xwe yên berhemdar domandine û bal kişand ser xebatên xwe yên ku di vê pêvajoyê de kirine. Evîndar Dulek diyar kir ku ligel mihrîcana ji bo jin, sînema û şanoyê li dar xistine, di heman demê de ji bo jinan jî atolyeyan vekirine û wiha got: “Di van hemû xebatan de em rastî dorpêçê hatin lê me dest ji hunera xwe berneda. Me di vê pêvajoyê de dît ku gel çiqas ji çand û hunera Kurdî hez dike û hesretê dikşîne. Bi taybetî piştî qeyûman, li herêmê tu xebatên Kurdî nemabûn. Xebatên ku ne li gorî vê herêmê bûn, têkildarî çanda wê nebûn hatin kirin. Mirovan dema ku li dijî wê rewşa heyî, me dîtin pir bextewar û bi hêvî bûn. Em jî bi vê yekê bextewar bûn û me her roj xebatên xwe bênavber û bêwestan domand.”

‘Em dixwazin jinan ji nava çar dîwaran derxin’

Evîndar Dulek da zanîn ku ji bo jin ji hunerê haydar bibin, çalakiyên cur be cur û atolyeyan li dar xistine û wiha domand: “Di van çalakiyan de bi taybetî me eleqeya zêde ya jinan dît. Em bi xebatên xwe yên hunerî tenê li dijî bişavtinê nasekinin, di heman demê de armanca me ew e em jinan ji malan derxin û tevli xebatên hunerî bikin. Atolye û mihrîcanên ku me ji bo jinan li dar xistin jî di vê çarçoveyê de bûn. Li herêmê ji bo jinan xebat tenê kursên dirûtin û nexişandinê ne lê em bi atolyeyên wêne, huner û deng armanc dikin ku jinan tevli xebatên hunerî bikin. Divê jin di her xebatê de cihê xwe bigrin. Li dijî şerê taybet, em ê hem li ba jinan, hem zarokan hem jî hemû kesên din bin.”

‘Xuya ye sala 2024’an dê ji bo me têr û tije derbas bibe’

Evîndar Dulek got ku di sala 2024’an de dê zêdetir bixebitin û wiha domand: “Niha jî xebatên me didomin. Armanca me ew e em di sala 2024’na de xebatên xwe zêdetir bikin. Ew qedexe bikin jî em ê li her derê bin. Em ê gel û zarokan bê muzîk û huner nehêlin. Xebatên ku em dikin jî mînaka vê ya herî zelal e, her cara ku wan qedexe kir, em derketin pêşberî bi hezaran. Sala li pêşiya me jî projeyên me yên pir xweş dê hebin. Me ji niha ve dest bi xebatên ji bo van projeyên xwe kiriye.”

‘Dixwazin rastî û hebûna gel bi polîtîkaya bişavtinê tune bikin’

Evîndar Dulek bi gotinên; “Têkoşîna me bi salan e didome” diyar kir ku gelê Kurd ne tenê di warê ziman û çandê de, di her warî de rastî êrîşan tê û li ser pêvajoyê ev nirxandin kir: “Wan jî baş fam kirin ku bi kuştin û koçberkirinê nikarin tune bikin. Piştî ku vê fam kirin çi kirin; berê xwe dan ziman û hunera vî gelî. Bi tunekirina ziman, dixwazin gel asîmîle bikin û vê têkoşînê vemirînin. Îro dema em binêrin li Tirkiyeyê ji derveyî zimanê Kurdî li ser tu zimanî qedexe tune ye. Li dibistanan Erebî dersa mecbûrî ye lê zarokên me ji zimanê xwe bêpar bi zimanên din perwerde dibînin. Her ziman xwedî nirx e lê divê beriya her tiştî mirov girîngî bide ziman û çanda xwe. Ê me jî herî zêde di vê mijarê de divê xebatên me hebin.”

Hinek ji xebatên çand û hunerê yên di sala 2023’yan de hatine kirin ev in:

* Li Cizîra Botan ji aliyê Organîzasyona Sanatça û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK) ve Festîvala Çand û Hunerê ya Cizîrê hat lidarxistin.

* Şaredariya Silopiya Şirnexê di meha Mijdarê de rojên çand û hunerê organîze kir, konser û çalakiyên hunerî yên cur be cur li dar xist.

* Koma Ma, li Stenbol, Îzmîr, Amed û Colemêrgê konseran da. Di konseran de stranên nejibîr en çanda Kurdî hatin gotin.

* Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn, 8’emîn Festîvala FîlmAmed Fîlm Dokumanter li dar xist. Di festîvala ku 5 roj domiya de 31 fîlm hatin weşandin. Derhênerên 13 ji wan fîlman jin bûn. Di çarçoveya festîvalê de panelek û forûm hat lidarxistin.

*Ji aliyê Komeleya Çand Huner û Wêje ya Jinan (KASED) û Sîvîl Duşun a Yekitiya Ewropayê ve di çarçoveya projeya bi navê "Ji vî aliyê ve jî binêre” (Bir de buradan bak) bi enstrumanên ku ji tiştên hatine veguherandin, hatine bidestxistin konser hat dayîn û dokumantera ku behsa pêvajoya xebatê dike jî hat amadekirin. Berhemên ku ji bermahiyan hatibûn çêkirin jî hatin pêşandan.

* Organîzasyona Sanatça, KESK û DÎSK’ê li, Êlihê bi şiara “Jina Azad Hunera Azad” Festîvala Jin Çand û Hunerê li dar xist. Di festîvalê de pêşangeha wênesaz Rûken Ekîncî hat vekirin û bi beşdariya Devrîm Demîr û Saliha Ayata panel hat lidarxistin û fîlma bi navê “Dê dîwar werin hilweşandin” hat temaşekirin. Her wiha danasîna cilên neteweyî, konserên Jin MA û Eylem Aktaş hatin dayîn.

* Li Dêrsimê ji ber ku di salên 1990'an de gund hatin şewitandin û valakirin, zext û kirinên ji ber rewşa awarte Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê tê lidarxistin. Îsal festîvala 21'emîn hat lidarxistin û bi şiara “Li dijî Maden û talanê em xweza û jiyanê diparêzin” 4 rojan domiya.

* Li Gimgima Mûşê, bi Komeleya Demokratîk a Elewî (DAD) re bi pêşengiya Komeleya Parastina Xweza û Mekanê Xizir, “2’yemîn festîvala bawerî û çandê” hat lidarxistin. Di festîvala ku 3 roj domiya de bernameyên şano, muzîk, dengbêj û xwendina helbestan hatin pêşkêşkirin.

* Organîzasyona Sanatça, li Bazîda Agiriyê bi şiara "Vejîn" konser da. Hunermend Hediye û Kadir Çat derketin ser dikê û stran gotin.

* Jîn Art Huner, li Dêra Azîz Vukolos a li taxa Basmane ya Konaka Îzmîrê di roja 25’ê Mijdarê Têkoşîna bi Tundiya li Hemberî Jinan de konsera dengbêjin jin li dar xist. Di konserê de jinên dengbêj Xalîde, Mewlude, Îpek, Evîn Sindî û Eylul Nazlier stran gotin.

* Ji aliyê Akademiya Hunerê ya Aryen a li Wanê ve “Rojên muzîkê yên Aryen” hatin lidarxistin. Di çalakiyên ku 4 roj domiyan de Dengê Meyman, Aryen Kom, Sorjiyan û Colemêrg Collective derketin ser dikê û stran gotin.