Li Şengalê şanoyan bi peyama jiyana azad hat nîşandan

Jinên ciwan ên Êzidxanê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi şanoyek a nava kolanan şîdeta li ser jinê nîşan dan. Şano bi peyamên balê dikişîne ser wekheviya zayendî û jiyana azad bi dawî bû.

Jinên ciwan ên Êzidxanê  di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi şanoyek a nava kolanan şîdeta li ser jinê nîşan dan. Şano bi peyamên balê dikişîne ser wekheviya zayendî û jiyana azad bi dawî bû.
Şengal - Zihniyeta zilamsalar ti sînor  welatan nasnake, ji ber wê jî şideta li ser jinê li her dera cîhanê hemane.  Ji bo ku jinê bixe bin bandora xwe li kîjan deverê jinên tekoşer hebe aqliyeta serdest hêza xwe dide ser wê û wan jinan hedef digire. Li beramberê vê zihnyete koledariyê ferz dike, jinên têkoşer jî tu sînoran nasnakin. 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li beramberî şîdeta li ser jinê jî mînaka vê yekê ya şînbere. Jin ji kîjan welat, netew û baweriyê be êş û azarên wan ên ji destê zihnyeta mêr dikişînin yekin. Ji bona vê dema jinek li Asyaya Navîn hewar dike, jinek ji Rojhilata Navîn bi çalakiyekî xwe dibe bersiva hewar wê. Jinan bi sekna xwe ya yekbûyî tu wateya sînoran û dîwarên di navbera welatan de nehîştin. Berxwedan û tekoşîna ji bo jiyanek wekhev û azad bûye xeleka ku hemû jinan dixe hembêza xwe û bi çalakiyên renga reng ev xeleka berxwedanê mezin dibe. 
Di çerçoveya pîlansaziya çalakiyên rengîn ên 25’ê Mijdarê ku Şengalê bên lidarxistin de jinên ciwanên Êzixan û Navenda Çand û Hûnerê ya Şengalê bi şanoyek a nava kolanan bal kişandin ser şideta ser jinê tê meşandin.
Şanoya ku di nav kolanên navçeya Sinonê de hat pişkêşkirin, nîzî seatekê domand. Di şanoyê de gelek peyamên girîng ên weke zexta li ser jinê, bê edeletiya di navberê herdû zayendan de û rastiya baweriya civaka Êzidî di şanoyê de hatin nîşan dan.
Şano bi banga hevjiyan azad, jiyanekî edelet û vegera li ser rastiya baweriya Êzidî ku jin pîorz tê dîtin bi dawî bû.