Li Şengalê Pêşengeha wêneyan

Li Şengalê bi pêşengiya jinan di çarçoveya hamleya ‘dem dema azadiyê’ ye de pêşangeha wêneyan hat vekirin.

VIYAN SEÎD
Şengal - Pîştî fermanê li Şengalê jinan bi avakirina jiyanê re xwe jî ava kirin û li wê jiyan bi rengê jinê teyîsî. Jinên Êzidî fêri vegotin û xêzkirina xeyalên xwe bûne. Jin bi çalenkiyên xwe her roj Şengalê zindî dikin. Pi pêşengiya jinan li Meclisa Gel a Gûndê Dohla a Girêdayî Şengalê pêşangeha wêneyan hate vekirin. Di pêşengehê de wêneyên cûr be cûr yên ciwanan bi bedewiya hest û keda destê xwe nexişandî hatin pêşkêş kirin. Pêşengeh ji aliyê şêniyên gundê Zorava, Guhbel û Dohla bi eleqeyeke mezin hate pêşwazî kirin.
Ciwana binavê Meysûn Hisênya di derbarê armanca vekirina pêşengehê de wiha got: “Ji bo piştgiriya hemleya ‘dem dema azadiyê ye’ ya ji bo azadiya Rêberê me hatî despêkirin me ev pêşangeh vekir. Ji bo me ciwanan pîrozî û giringîya fikir û felsefeya Rêbertî nayê pivan. Em weke ciwananên Şengalê çawa Rêberê me em rizgarkirin û pêşde birin emê jî ji bo azadiya Rêberê xwe hertiştî bikin.”
Endama TAJÊ Sêvê Şengalî jî bivan gotinan qala pêşengehê kir: “Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  û Yekitiya Jinên Ciwan yên Êzidî bi armanca piştgirî dayina hemleya ‘dem dema azadiyê’ ye me ev pêşengeh vekir. Em azadiya Rêberê xwe dixazin ji bo Rêberê xwe emê hertiştî bikin. Rêbertî ji bo me giringiya xwe gelek mezine, binaskirina wî re cihan li pêşçavê me xeyirî, berî fermanê em ji malê dernediketin me hev nasnedikir lê bi saya fikrê Rêbertî şiyarbûn û pêjde diçin. Heya Rêber Apo azad nebe em jî azad nabin.”
Pêşengeha li Dohla hatî vekirin wê di rojên pêş me de jî li Xanesûr û Şengalê dewam bike.