Kumbetên ku bi bedewiya xwe tên nasîn, bi xetereya hilweşînê re rû bi rû ne

Kumbetên Hîzanê ku bi avahiya xwe bedewbûnek ava dike tevî dîroka xwe ya 300 salan li ser lingan e. Malên ku tenê bi kevir û textikan hatine çêkirin di demên dawiyê de ji ber negirtina pêşgiriyan dest bi hilweşînê kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Bêdlis – Erdnigariya Bêdlîsê ya bi xweza û bedewiya xwe ya dîrokî li bendê ye ku bê kişfkirin, kesên ku dibin bînerê vê bedewiyê diheyirîne. Yek ji cih û warên ku herî zêde bala tûrîstan dikşîne jî malên kume yên girêdayî Hîzanê ye. Kumbetên  bi wêneyên xwe yên çar demsalî ya li ser medya dîjîtal hatine parvekirin bala derhêner û wênekêşan dikşîne, niha di bin xetereyê hilweşandinê de ye. Malên bi qat ên xwedî dîrokek 300 salal e û bi kevir û textan hatine çêkirin, ji ber ku pêşgiriyên pêwist nayê girtin û roj bi roj zirarê dibîne.

300 sal in li ser linga ye

Ev kumbetên dû an sê qat ser hev û girêdayî hev tên çêkirin, li Hîzanê ne. Li navçeyê du gûnd xwediyê vê mîmariyê ye. Li erdnigariya ku çîyayî ye gûnd li pala çiyayan cih digre û 300 sal in li ser lingan e. Malên ku di çêkirina wê de ji derveyî kevin û textan tiştek din nehatiye bikar anîn bêhna dîrokê tevlî henaseya mirov dike.

Cihê serdanên wênekêş û derhênêran

Gundê Uzuntaşê ku ji kumbetan pêk tê, bi mîmariya xwe re gûzergeha serdanên wênekêş û derhênerane jî, her sal wiha kişandina fîlmek tê bikaranîn. Gundê ku turîstên xwecihî û biyanî eleqeyek mezin nîşan didin, bi taybetî bi wêneyên ku di Payîzê de tên kişandin re, bala hemû kesan dikşîne.

Kevirên xaniyan hildiweşe, avahî zirar dimîne

Ji xeynî bedewiya xwe, kumbetên ku bi salan e li ber xwe didin, di van salên dawî de ji ber kevinbûna xwe dest bi hilweşandinê kir. Li gundê ku tevî daxwazên gundiyan ên parastin û nûkirinê jî tu pêşgirî nayê girtin, kevirên xaniyan yek bi yek dihilweşe. Gundiyên ku ji ber ne bi ewleyê kombetên hildiweşe, bi derfetên xwe çêdikin, neçar dimînin ji bo xaniyan beton bikar binîn. Dema xaniyên ku li şûna xaniyên hatine hilweşandin tên çêkirin tevna gund tê xerab kirin, gundiyan li dijî wêrankirinan negirtina tu pêşgiriyan bertek nîşan didin. Gundiyan ragihandin ku ger xanî nekevin bin parastinê dê hin zêdetir zirarê bibin û hilweşandin bê jiyîn.