Kovara Jineolojiyê xwe ji bo hejmara taybet amade dike

Kovara Jineolojiyê ku bi mijara "Krîza Çandî û Lêgerîna Riya Derketina Ji Krîzê" hejmareke nû derxistiye, di vê hejmarê de nîqaşên li ser çandê bi awayekî zanistî cih digre. Rûşen Seydaoglu der barê hejmara nû de nirxandinên girîng kir û got ku pêvajoya pandemiyê herî zêde jinan bi bandor dike û da zanîn ku ew xwe amade dikin hejmera taybetî ya ji bo pandemiyê derxin.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Hejmara 22’emîn a kovara zanistî û teoriyê Jineologî, ya sê mehan carekê derdikeve, bi dosyeya "Krîza Çandî û Lêgerîna Riya Derketina ji Krîzê" li refan cih girt. Di vê hejmarê de jî wek her hejmarê, jinan nîqaşên zanistî kirin. Di kovara ku mijarên huner, siyaset, zimanê zikmakî û têkiliyên jinan avabûn û veguherîna çandê tê de cih digrin de, bal hat kişandin ser girêdana di navbera civak û çandê de. Endama  desteya weşanê û edîtora kovarê parêzer Rûşen Seydaoglu behsa naveroka kovarê kir.
"Me hewl da em ji pirsan re bibin bersiv" 
Rûşen Seydaoglu diyar kir ku di hejmara nû de hewl didin ji pirsên wekî; “Tiştê ku em jê re dibêjin çand çi ye? Têkiliya wê bi zimanê zikmakî, siyaset yan jî hunerê re çi ye” re bibin bersiv û got ku ew behsa krîza çandî ya ku ev demek dirêj e di navbera zanista jinparêz de kiriye, dikin. Rûşen Seydaoglu got; “Tiştê ku em jê re dibêjin çand çi ye? Têkiliya wê bi ziman, zimanê zikmakî, huner an siyasetê re çi ye? Dîsa, civak bi vê yekê çawa xwe didomînin? Damarek heye ku em jê re dibêjin çanda jinê. Tevî van hemû êrîşan ew çawa dikare xwe bigihîjîne vê rojê? Di dema amadekirina dosyayê de ev pirsên me bûn. Me hewl da di vê hejmarê de, em bersiva van pirsan bidin. Wekî hejmarên din, ev hejmar ji bo ku bibe bersivek ji hewcedariya civakî re derket holê."
"Armanca me ew e ku em arkeolojiyek çandî biafirînin"
 
Rûşen Seydaoglu, diyar kir ku ew bi gotar û mijarên nîqaşê yên di kovarê de hewl didin arkeolojiyek çandî biafirînin û bal kişand ku kovar di vî warî de ji bo wan pir berhemdar bû. Rûşen Seydaoglu lê zêde kir ku bi lêpirsîna girêdana di navbera civak û çandan de, gel çandên xwe bi ziman, çîrok an jî stranan digihîjînin pêşerojê û ew di kovarê de li ser vê perspektîfê li hûrbûnê çêdikin.
"Me lêkolîn kir ku çawa bend çêdibin"
 
Rûşen Seydaoglu axaftina xwe wiha domand: “Tevgera çandî ya derdorên femînîst, têkoşîna gelên xwecihî yên li cîhanê, têkoşîna ji bo zimanê zikmakî, ev hemû di nava çandê de ne. Me di heman demê de lêpirsîn kir ka ev bend çawa çêbûne û bi vî rengî hejmara me hat eşkerekirin. Çîrokên berfireh, mîtolojîk, destan, stran an jî stranên ku gihîştine me hemû çîroka serdema xwe vedibêjin. Di vê çîrokê de, em dibînin ka wê çanda wê serdemê çawa hilgirtiye. Li cîhanê yan li Kurdistanê gel, komên bawerî û jinan çanda xwe çawa ava kirin û ragirtin? Me hewl da ku em li ser van bixebitin. Tiştê ku em jê re dibêjin çand ne tiştek e ku ji civakê qut bûye û tenê erênî ye. Me dît ku di nava tevgerên civakî yên azadîxwaz de çanda berxwedanê heye."
"Li seranserê cîhanê meraqê ava dike"
 
Rûşen Seydaoglu diyar kir ku xwendevanên jin di kovarê de xwe û nîqaşên xwe dibînin û ji ber vê yekê jî eleqeyek mezin nîşanî naveroka kovarê didin û wiha got: “Kovar bi rastî di têkiliya xwedîkirin û xuyabûyênê de berdewam dike. Piştî 6 salan, xwedî girseyek xwendevanên bi hêz e. Wekî din, kovar û naveroka wê li seranserê cîhanê meraqek bêhempa ava dike. Ne tenê li ser eksena herêmê, em bûn şahid ku nîqaşên li ser jineolojiyê yên ji Amerîkaya Latîn û Ewropayê berdewam dikin û ev lêkolîn bi rastî kovarê didin xwedîkirin. Me xetek çêkir ku nîqaşa herêmî xurt dike, bigihîjîne navneteweyî û nîqaşa ku ji hêla navneteweyî ve hatiye afirandin li ser asta herêmî biparêze. Şîroveyên xwendevanan jî hinekî wiha ne. Jin tiştên ku nîqaş dikin di gotaran de dibînin.”
"Dê li ser mijara pandemiyê hejmara taybet were derxistin"
 
Ruşen Seydaoglu got ku di hejmara pêş de dê dosyaya ciwanan were, di heman demê de da zanîn ku ji bilî hejmara xwe ew ê hejmarek taybet a pandemiyê der barê pirsgirêkên ku jinan di pandemiyê de jiyane de biweşînin. Rûşen Seydaoglu got; "Wekî ku em hemû dizanin, krîza pandemiyê herî zêde bandor li jinan kir û xitimînên heyî bi vî rengî derketin holê. Ji ber vê yekê em ê hejmara taybet a pandemiyê derxin. Dûre, em ê hewl bidin îsal bi hejmara polîtîkaya cinsî biqedînin."
Gotar û nivîsên ku di hejmara nû ya kovarê de hatine weşandin ev in:
*Husna Emek, Çand Esasê Hebûna Mirovan e
*Aynur Menteş, Temamkirina hev a Çand û Hunerê 
* Enstîtuya Andrea Wolf, Li ser Reh û Berxwedanan; Di Modernîteya Kapîtalîst de Çandparêzî û Mertal
* Zîlan Narîn, Di Siya Birca Çavdêriyê de Tunel kolana Hevaltiya Jin
*Barbara Pade, Di Civakên Xwedawendî û Xwecihî de Hin Aliyên Têkiliyê
*Elîf Gemîcîoglu, Têkiliya Ziman û Çandê
*Rûken Erguneş, Ji Asîmîlasyonê Ber Bi Polîtîkayên Şerê Taybet: Mêtingeha Zayendperest a Komarê
*Rejîm û Berxwedana Jinên Kurd
* Moyohuani D. Bajarvanî û Avahiyên Desthilatê: Kapîtalîzmê Çawa Cihên ku Em Tê de dijîn   guherand. 
* Tebessum Yilmaz, "Ger Zilma Zilimkar Hebe..." Sînemaya Kurdî, Bîr û Berxwedan 
*Andrea Reinoso, Ji Şerê Mêtingeh Berxwedana Bedenî 
* Lotus Jiyanda, Berxwedana Çandî ya Gelên Ku Xwe Dispêrin Çanda Manevî ya, Botan, Garzan û Behdînan
 *Elîf Kaya, Hevdîtinên Çanda Şoreşgerî û Berxwedana Çandî.
*Atolyeya Çandî, Bi Jinan re Vejîn û Berxwedana Çanda Kurd 
*Xende Hemîd, Di Muzîka Kurdî û Wêjeya Devkî de Dengê Jinan
*Gulê Şadkam, Di Çand û Jiyana Gelêrî ya Kurdên Xorasanê de
* Bi Rewşan re, li ser Jin û Hunerê bilêvkirin
* Sureya Karacabey, Dengê Medea