Kovara Jîneolojiyê bi dosyaya ‘Bakur’ di refan de ye
Hejmara 29. a Kovara Jineolojiyê bi dosyaya "Bakur" derket. Kovar behsa têkoşîna jinan a li erdnîgariya Kurdistanê dike.
Navenda Nûçeyan- Hejmara 29. Kovara Jineolojiyê ya ku her sê mehan carekê bi xwendevanan re dicive derket.
Kovara Jineolojiyê dosyayek bi sernavê "Bakur" çêkir û di vê hejmarê de xiste sernavê. Di hejmara dawî de bal tê kişandin ser têkoşîna jinên Kurdistanê.
Hemû sernavên hejmara nû ya kovarê wiha ne:
* Di Nalînên Jinan de Lêpirsîna Mêranî û Kolonyalîzmê
* Di Destrêşka Netew Dewlet de Rêxistinkirina Destpêkê, Înkar, Îmha, Qirkirin
* Berxwedana Bê Dawî; Jinên Kurd ên ku ji destpêka sedsala 20’an heta salên 1970’î li berxwe didin
* Tovên Azadiyê
* Jinên Bûn Serhildan, Serhildanên Bûn Jin
* Bi Nagihan Akarsel re Hevpeyvîn û Kovara Jin û Kovargerî
* Di Qada Navneteweyî de Bandora Jinên Kurd
* Cihê Jinê di Sîstema Baweriya Elewî de
* Têkoşîna Jinên Kurd ji bo Rêveberiyên Herêmî
* Di Têkoşîna Jinê de Rola Kampanyayan
* Di Siyasetê de Rengê Jinê: Hevserokatî-Temsîliyeta Wekhev
* Cihê negirtî, Daxwaza Bêdawî ya Fetihkirinê: Epîstemolojîk
* Parçeyên Nû yên Serwerî û Dagirkeriya li Kurdistanê
* Berxwedana Jinên Kurd a li Girtîgehan
* Wek Pratîka Sûcên Civakî li Bakurê Kurdistanê Ekolojî